Karûbarên otopsiya 13 girtiyan bidawî bû

Karûbarên otopsiya 13 girtiyan bidawî bû

Karûbarên otopsiya 13 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê şewitîn bidawî bûn.

Serdozgeriya komarê ya Dîlokê li ser 13 kesên di encama şewata li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê de jiyana xwe jidest dan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin; "Piştî karûbarên mûayne û otopsiyê di demjimêr 13:00 û pê de cenazeyan dê bidin malbatên wan."

Jêrkomîsyona girtîgehan ya komîsyona lêkolîna mafên mirovan ya meclîsê jî îşev dê biçe Rihayê. Komîsyon dê girtîgeha ku 13 kesan lê jiyana xwe jidest dane ziyaret bike.