Karkerên TPIC çalakiya xwe bi dawî kirin

Karkerên TPIC dawî li çalakiya xwe ya ev 5 roj in didome anîn.

Karkerên TPIC ên ji kar hatin derxistin, çalakiya xwe ya dagirkirinê ya li Midûriyeta Êlihê ya Petrolên Tirkiyeyê ya ev 5 roj in didome bi civînekê bi dawî kirin. Nûnerên nêzî 30 rêxistinên civaka sivîl, endam û rêveberên HDP, DBP û Sendîkaya Petrol-Îş di civînê de amade bûn.

Karkerên ji ber peymana wan a kar hat feshkirin kuleyên petrolên dagir kirin, bi hewldana Nûnerên nêzî 30 rêxistinên civaka sivîl, endam û rêveberên HDP, DBP dawî li çalakiya xwe anîn. KarkerAN dan xuyakirin ku eger polîsên bi panzer û wesayîtên zirxî TPEO dorpêç kirine vekişin wê dawî li çalakiya xwe bînin. Karkeran diyar kirin ku ji bo careke din vegerin kar ji saziyên civaka sivîl ên berpirsyartî girtine ser milên xwe bawer in. Karkeran diyar kirin ku eger bê hiqûqî bidome wê careke din li qadan bin.