Karayilan: Ji xwîna dirij e AKP berpirsyar e

Karayilan bibîr xist, ku TAK rêxistineke ji wan cuda ye û got, ew çalakiyên li gorî hiqûqa şer a navneteweyî tên lidarxistin, şaş nabînin. Karayilan diyar kir, PKK pîvanên şer ên navneteweyî ji xwe re esas digire.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, çalakiyên çend roj berê yên li Stenbol û Kayseriyê, her wiha rewşa Heleb, Bab û Rojavayê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.

Karayilan da xuyakirin, ku şerê li Rojhilata Navîn roj bi roj giran dibe û di rewşa heyî de derbasî qonaxeke nû dibe.

Karayilan diyar kir, di rewşa heyî de her kes li benda du mijaran e, ku li gorî encamên wê hewl didin polîtîkayekê ava bikin. Karayilan got, "Yek ji van ew e; 'Piştî ku serokê nû yê DYA Trûmp di 20'ê Çileyê de dest bi wezîfeyê kir, wê li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Sûriyeyê polîtîkayeke çawa bimeşîne?' Ji niha ve her kes hewl dide rewşa xwe li gorî polîtîkayên gengaz amade bike. Mijara duyemîn jî ev e; 'Sûriye û Rûsya piştî qezenckirina şerê Helebê wê polîtîkayeke çawa bimeşînin?' Wekî din li cem van her du hêzên Îran jî heye. Bi kurtasî polîtîkaya van hêzan a ji niha û pê ve girîng e."

'TIRKIYEYÊ LI HELEBÊ DEST JI 'BIRAYÊN XWE' BERDA'

Karayilan bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê û got, "Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê ji xwe têk çûye. Yên herî dawî li Helebê têk çûn, ne tenê El Nûra û hêza ji xwe re dibêje Artêşa Azad im. Di heman demê de AKP û Erdogan têk çûn."

Karayilan destnîşan kir, Tirkiye ji bo pêşî xwegihandina hev a kantonên Efrîn û Kobanê bigire bi Rûsyayê re li hev kiriye û wiha dewam kir: "Di berdêla Helebê de Bab xwest. Yanî Heleb firot. Bi vî awayî dest ji hêzên ku jê re 'birayên min e' digot, berda. Li Helebê dor li wan hate girtin, ji xwe nekarîn li ber xwe bidin û têk çûn."

'RASTIYA BABÊ JI CIVAKA TIRKIYEYÊ TÊ VEŞARTIN'

Têkildarî daxuyaniyên rayedarên Tirk ên li ser Babê, ku weke serketineke mezin bi dest xistine nîşan didin, Karayilan ev nirxandin kir:

"Tirkiyeyê hê Bab bi dest nexistiye. Ji xwe meseleya Babê meseleyeke cuda ye. Binêrin; ev çar meh in dibêjin 'Cerablûs, Bab' û bi vî rengî civakê dixapînin. Li aliyê Cerablûs-Dabikê ji xwe şer neqewimî; şer nekirin û ev herêm bi dest xistin. Piştre berxwedanek li hemberî xwe dîtin û nekarîn bi pêş ve biçin. Yanî artêşa Tirk û komên pê re neserketî ne. Tevîku teknîka herî pêşketî di destê wan de ye, hat dîtin ku hêza wan a pêş ve çûnê nîne. Civaka Tiriyeyê dixapînin."

Karayilan diyar kir, Bab navçeyeke ji rêzê ye û hê nekarîne vê navçeyê bi dest bixin û got, "Yanî rewşa wan fiyasko ye. Di ser re rabidin vê yekê xweş dinepxiînin, dibêjin 'Mertala Firatê ya li wê derê nizanim çawa, çawa bi pêş ve diçe' Li wê derê performanseke gelekî binketî nîşan dan. Rastiya Babê ev e. Lê belê vê rastiyê ji civaka Tirkiyeyê vedişêrin. Yanî kuştiyên xwe, ku gelek in vedişêrin. Yek caran hin çend leşkerên mirin e eşkere dikin, lê rastî ne bi vî rengî ye. Kuştiyên artêşa Tirk ên li wir gelekî zêde ye."

'AKP BOMBEYA ATOMÊ JÎ BAVÊJE WÊ NIKARIBE PÊŞÎ LI KURDAN BIGIRE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da zanîn, li Rojhilata Navîn îro têkoşîneke giştî heye, her kes dixwaze cihekî bi dest bixe, bibe xwedî hêzek û got, "Lê belê Tirkiye di vê mijarê de wê nikaribe encamekê bi dest bixe."

Ji bo sedema vê yekê jî Karayilan got, "Di navenda polîtîkaya Tirkiyeyê ya Rojhilata navîn de, pêşîgirtina li mafê Kurdan heye. Yanî dijberiya li Kurdan heye. Kurd di salên 1920'î de tine hatin hesibandin, hatin înkarkirin, hatin parçekirin û neheqî li wan hat kirin. Ji ber ku Kurd hingî qels bûn, dûrî siyasetê bûn. Lê belê eger îro li herêmê gelekî mîna stêrkê dibiriqîne hebe, ew jî Kurd in. Li pêşberî vê yekê polîtîkaya 'Kurd wê nebin xwedî statu û mafên xwe' ya Tirkiyeyê, şensê xwe yê serketinê nîne. Eger rejîma AKP'ê bombeya atomê bavêje tevgera PKK'ê û hemû Kurdên li Bakurê Kurdistanê û tine bike jî, wê nikaribe pêşî li pêşveçûna Kurdan a li herêma Rojhilata Navîn bigire. Vaye wê li Başûrê Kurdistanê dewleta serbixwe were ragihandin. Statukya li Rojava êdî nikarin ji holê rakin. Di rewşa heyî de Hêzên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji sedî 29 ê xaka Sûriyeyê kontrol dikin. Ji xwe pêngava Reqayê di rojevê de ye. Eger Reqayê jî kontrol bike, wê bibe ji sedî 40 ê axa Sûriyeyê. Kes nikare vê ji nedîtî ve bê."

'BERPIRSYARÊ VÊ XWÎNA DIRIJ E, AKP YE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di dewama axaftina xwe de ji gelên Tirkiyeyê re got, "Lazim e bê zanîn; PKK ti carî nebûye alîgirê şer; niha jî ne alîgirê şer e. Lê belê eger tu rabe hemû mafên xwezayî yên gelekî tine bihesibîne û li ser bngeha şîdetê bixwaze tine bike, wê demê PKK wê li ber vê rabe."

Karayilan işaret bi Mutabaqata Dolmabahçeyê kir, ku di 28'ê Sibata 2015'an de li Qesra Dolmabahçeyê hat eşkere kirin û got, "Di wê mutabaqatê de çi nivîsî bû? Banga Rêber Apo nivîsandî bû, ku ji bo nîqaşkirina danîna çekan di meha Nîsanê de PKK kongreyê bicivîne. Eger Erdogan Mutabaqata Dolmabahçeyê red nekiribûya, mase neqelibandibûya, wê di meha Nîsanê de kongreya bêçekbûnê li hev biciviya. Yanî kêm ma bû pêvajoyeke nû dest pê bikira, ku di wê pêvajoyê de jî wê cihê çekan nebûya."

Karayilan wiha dewam kir: "Lewma çi çalakiya li Beşîktaşê, çi şerê beriya wê û windahiyên her du aliyan, çi çalakiya dawî ya li dijî Tûgaya Komando ya Kayseriyê ku hê kesî li xwe negirtiye, lê tê texmînkirin ku TAK'ê kiriye; berprisyariya ti ji van, em nînin. Berpirsyar ew feraset e ku şer daye destpêkirin. Berpirsyar ew kes in ku di oxira desthilatdariya xwe de rijandina xwînê tercîh kirine. Ew jî rêveberiya AKP'ê ye."

'POLÎS ZAROKÊN BÊGUNEH NÎNIN, EW HÊZA ŞER IN'

Li ser hewldanên ku polîs û leşkerên di çalakiyan de dimirin weke 'mirovên bêguneh' nîşan didin, Karayilan ev nirxandin kir: "Li welatên normal-demokratîk, polîs û leşker hêzên asayîşê, trafîkê û kesên ji bo ewlekariya welatiyan hatine wezîfedarkirin e. Lê belê ev polîs û leşker weke hêzên ji bo mirovan bikujin hatine perwerdekirin û amadekirin. Destê van hêzan di xwîna gelek mirovan de heye. Mînak; gelo Berkîn Elvan ê 15 salî, Ethem Sarisuluk ji aliyê van polîsan ve nehatin kuştin? Jina ciwan Dîlek Dogan li mala xwe ji aliyê van polîsan ve nehat kuştin? Ev hêzên zilmê ne, ku her roj bi ço, gaza îsotê şîdetê li civakê dikin û mirovan dikujin. Ev ne zarokên bêguneh in, hêza şer in. Eger li dijî vê hêzê, yên ku timî bûne hedef çalakiyek kiribe, divê ev çalakî di çarçoveya qanûna şer de bê dîtin.

Wekî din ev Tûgaya Komando ya Kayseriyê, tûgayeke ku piraniya komkujiyên li Kurdistanê ji aliyê wê ve hatiye kirin. Ji xwe çapemeniya Tirk bi xwe li vê mikur tê. Gelo ev ne ew hêz e, ku bi hezaran gund xera kiriye û şewitandiye, bajaran hildiweşîne, mirovan bê pirs û îfade dikuje, li Kurdistanê terorê dike û ji bo aramiya bajarê xwe Kayseriyê li Colemêrg û Cizîrê îşkence li gelê Kurd dike? Beriya niha bi demekê dîmenek di medya civakî de hate weşandin. Du gerîlayên jin ên ciwan ku girtibûn, bi zindî dan ber guleyan û ji zinar avêtin. Leşkerên ku ev kirin, ew leşkerên ser bi Tûgaya Komando ya Kayseriyê ne. Eger ciwanekî Kurd rabû be li dijî vê hêzê çalakiyeke fedayî kiribe, gelo mafê kê ye ku tiştekî li dij bêje! Hin welatên Ewropayê û hêzên mîna wan, ku çalakiya li dijî vê tûgaya li Kurdistanê komkujiyan dike şermezar dikin, gelo xwedî li komkujiyên li Kurdistanê tên kirin derdikevin? Tûgayên bi vî rengî yên qetlîamker, dema li Kurdistanê teror dikrin gelo ev hê zli ku bûn, çima deng ji wan nehat! Ya ku di vê were dîtin ev e: Li Kurdistanê şerek heye, alî hene, her kes neçar e li gorî vê nêzîk bibe. Eger wê qala terorê bê kirin, wê demê terora dewletê heye ku li Kurdistanê bi hezaran mirov kuştiye Û bajar şewitandiye. Mînak îro li Helebê bi rastî jî drameke însanî heye, lê li Helebê mîna li Cizîrê mirovên birîndar bi benzînê bi saxî nehatiye şewitandin. Me tiştekî bi vî rengî li Helebê nedît. Rastî ewçend zelal û li pêş çavan e."

'PÎVANÊN ŞER ÊN NAVNETEWEYÎ JI BO ME ESAS E'

Ji bo çalakiyên TAK'ê jî endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan wiha axivî:

"Min berî çend salan ji bo şehîdekî ji tevgera çep a Tirkiyeyê çalakiya fedayî kiribû ev tişt gotibû: 'Mirovekî ji bo doza xwe canê xwe feda dike, ew mirov cihê rêzdariyê ye'. Dijminê te jî be, bi vî rengî ye. Û bêguman em ê xwedî li fedayiyên ciwan derkevin. Dibe ku rexneyên me hebin, ji xwe hene. Em gelek çalakiyên rêxistina TAK'ê rexne dikin. Me berê hin çalakiyên wan şermezar jî kir. Lê belê em her çalakiya TAK'ê nebaş nabînin. Mesela ev çalakiyên vê dawiyê, çalakiyên di çarçoveya qanûnên şer de hatine kirin e. Em çalakiyên li gorî hiqûqa şer a navneteweyî tên kirin, şaş nabînin."