Karayilan: Hesab wê ji wan bê pirsîn

Mûrat Karayilan: Ew ê nikaribin ji encama pêk were birevin, ew ê nikaribin herikîna dîrokê bisekinînin û hesabê ji wan tê xwestin wê ji wan bê pirsîn. Dem dema azadiyê ye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ji Radyoya Dengê Kurdistanê re axivî û nirxandinên girîng kir.

Karayilan di destpêka axaftina xwe de salvagera 12. a Pêngava 1'ê Hezîranê li gelê Kurdistanê, hevrêyan û hemû kedkarên şoreşger pîroz kir û destnîşan kir, ku Pêngava 1'ê Hezîranê gaveke deriyê pêvajoyeke nû vekiriye.

Karayilan diyar kir, meseleya wan ne tenê çareseriya pirsgireka Kurd e û got, "Em dixwazin li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn serdemeke nû bidin destpêkirin, pêşî li Şoreşa Konfederalîzma Demokratîk a ji azadî û biratiya gelan vekin. Eger dewletê xwe nêzî çareseriyê bikira, wê rêya yekemîn a çareseriyê bi rêya diyalog û rêbazên demokratîk bûya. Lê belê eger dewlet xwe nêzî vê neke, Şerê Gel ê Şoreşger wê weke rêyeke din a çareseriyê li pêşiya me be. Di dawiya dawî de, gelê me ne mûhtacî mêtîngeriyê ye."

Karayilan got, "Madem dewleta AKP'ê ya bi pêşengiya Erdogan çareseriyê red dike û dixwaze bi zorê hemû nirxên gelê Kurd ji holê rake; wê çaxê alternatîfa duyemîn dimîne; Bi Şerê Gel ê Şoreşger re avakirina Kurdistana Serbixwe. Divê em bi perspektîfa Konfederalîzma Demokratîk, çareseriya xwe bi rengekî serbixwe pêk bînin. Konfederalîzma Demokratîk, şêweyeke çareseriyê ya demokratîk-ekolojîk a xwe dispêre azadiya jinê û jiyana bi hev re ya bi rengekî azad û wekhev a gelan e. Armanca me ev e. Piştî ku dewleta mêtînger a Tirk a bi pêşengiya Erdogan êrîşî destketiyên gelê Kurd ên li Rojava kir û di 24'ê Tîrmehê de xwest 'Plana Têkbirinê' ya ji bo tinekirina gelê Kurd bixe meriyetê, pirên di navbera me û wan de bêwate bûn. Ji ber vê yekê, em mecbûrin bi rengekî serbixwe sîstema xwe ava bikin. Em dikarin welatê xwe bi awayekî serbixwe, bi perspektîfa konfederal a demokratîk ava bikin. Em ê netewe dewletekê ava nekin, lê em dikarin konfederalîzmê bi rengekî serbixwe ava bikin.

Li ser vê bingehê, weke Têkoşîna Azadiya Kurdistanê divê em Şerê Gel ê Şoreşgerî ku ji aliyê cewherî ve şerekî parastinê ye, hîn bi rengekî cidî binirxînin. Divê em bi awayekî demî nêzî nebin. Pêwîste em nekevin nava bendewariya 'demeke nû wê destpê bike, agirbest wê bikeve rojevê'. Di rewşa heyî de tiştekî bi vî rengî nîne. Lewma di vê demê de, divê em berxwedanê û Şerê Gel ê Şoreşgerî di asta stratejîk û gelekî cidî de binirxînin. Pêwîste em çareseriyê bi vî rengî, bi hêza xwe, bi awayekî serbixwe pêk bînin."

DI ŞERÊ BAJARAN Ê AKP TÊK BIR DE NÛBÛN

Karayilan da xuyakirin, ku di sala 13'an a Pêngava 1'ê Hezîranê de li dijî êrîşên mêtîngeriyê, li Kurdistanê şer û berxwedan bi xurtî dewam dike û ragihand, ev şer ne tenê li çiyayên Kurdistanê, li deşt û bajaran jî diqewime. Karayilan got, "Di ser berxwedana li ser vê bingehê tê meşandin de 10 meh derbas bûn. Di nava vê demê de tecrûbeyên gelekî girîng bi dest ketin. Di berxwedana 10 mehan de planên dijmin ji hev hatin xistin. 'Plana Têkbirinê' ya dijmin têk çû."

Kalkan destnîşan kir, berxwedana li Sûr, Cizîr, hezex, Gever, Şirnex û Nisêbînê hat meşandin, mertalek afirand û diyar kir, vê berxwedana li bajaran pêşî li hemû planên dijmin girt; ew sekinand û xitimand.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da zanîn, şerê li bajaran îro ketiye nava pêvajoyeke guherînê û got, "Xwenûkirin, bikaranîna rêbazên dewlemend û xwe mezinkirin, hedefek e. Di vê dema nû de li her devera Kurdistanê wê gelê me li ber xwe bide. Eger îro li hemû qadan di vê astê de têkoşîn û berxwedaneke bi vî rengî hebe, ev yek nîşan dide ku em gelekî nêzî encamê bûne. Şert û mercên encamgirtinê ji her demê bêhtir zêde ne. Sala 13'an  Pêngava 1'ê Hezîranê wê bibe serdemeke ku ji bo encam girtinê, pêngavên mezin bên avêtin. Li her qadê, pêvajoyeke bi vî rengî ya girîng heye."

EGER JI AKP'Ê HEYE KU EV KIRYARÊN WÊ WÊ JÊ RE BIMÎNE, HINGÎ XWE DIXAPÎNE

Karayilan bal kişand ser zilm, zordarî û terora AKP'ê ya li bajarên Kurdistanê kiriye û got, "Piştî ewçend zilm û hilweşînê, radibin ji Sûriyeyê mînakan didin. Sûriyeya çi? Li Sûriyeyê ti bajar bi vî rengî xera nebûye. Li wê derê, tevî ku her du alî li hemberî hev bi çekêng iran şer dikin jî, bajar mîna Nisêbîn û Geverê xera nebûne. Bi teknolojiya herî pêşketî bajar bi temamî xera dikin û bêyî li ber xwe bikevin radibin dibêjin 'Em şîdeta polîsan a li Fransayê şermezar dikin'. Dikin ku xelk henekê xwe bi wan bike. Gelo te li Kurdistanê çi kir? Te li Kurdistanê li hemberî vî gelî balafir bi kar anî, fosfor bi kar anî, çekên kîmyewî bi kar anî. Hey nemerdo, hey rezîlo. Tu kî ye ku radibe bi mirovahiyê dilîze? Gelo ji te heye, ku ev ê ji te re bimîne? Bêguman wê ji wan re nemîne. Divê her kes bi vê zanibe. Bi van pêkanînan re vê dewletê nîşan da ku ew dijminê vî gelî ye, ji derve hatiye û ev welat dagir kiriye. Bi awayekî vekirî, li hemberî temamiya mirovên li vî welatî rabûye.

Gelê me bi tenê daxwaza Xweseriya Demokratîk kiriye Xweseriya Demokratîk di roja îro de formuleke çareseriyê ye, ku çand, gel, û neteweyên cuda di nav de bi hev re dijîn. Mafê her çanda cuda heye, bi rengekî xweser bijî. Ev mafekî gerdûnî ye."

Karayilan destnîşan kir, ku pêwîstî pê nîne tiştek ji dewletê bê xwestin û got, "Ya divê em bikin; bi rengekî serbixwe pêvajoya avakirinê pêk bînin. Pêwîstî bi çi hebe, divê em bi xwe peyda bikin."

SIVÎL BI TI AWAYÎ NABIN HEDEFA ME

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan li ser bûyera teqînê ya vê dawiyê li Silopiyayê qewimî jî got, "Heta niha ji aliyê rêxistinî ve ti agahî negihaştine ber destê me. Em bi rêya çapemeniyê pê hesiyan, ku li Silopiyayê hewl hatiye dayîn li dijî hêzên Tirk ên dagirker çalakiyek bê lidarxistin, di vê kêliyê de 4 mirovên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Eger tiştên di van nûçeyan de tên gotin rast bin, ev yek sûc e. Ji ber ku li gorî perspektîfa me, di çalakiyan de divê bi ti awayî zerar li sivîlan nebe. Di vê mijarê de rîsk divê di asta sifirê de be. Pêwîste cih û dema çalakiyê li gorî vê bên diyarkirin. Em rastiya vê bûyerê niha baş nizanin. Lê ji niha ve ji malbatên mirovên me yên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazim û dibêjim, ku êşa wan parve dikim. Bila her kes zanibe; em ê vê bûyerê lêkolîn bikin. Em ê eşkere bikin, bê kê kiriye, çawa kiriye û çima encameke bi vî rengî derketiye holê. Gelê Silopiyayê gelekî welatparêz e û bi giranî bi vê tevgerê re dimeşe."

BIHARÊ NÛ DESTPÊ KIR; PÊNGAVA GERÎLA WÊ MEZINTIR BIBE

Mûrat Karayilan diyar kir, Têkoşîna Azadiya Kurdistanê îro di serdemeke girîng de ye û ev nirxandin kir: "Armanca me azadiya Rêberê me û azadiya Kurdistanê ye. Bi vî rengî em dixwazin pêşî li Şoreşa Rojhilata Navîn vekin. Di vê meşa xwe ya pîroz de em ketine nava demeke nû. Di vê demê de, pêwîste her kes xwedî li erka xwe derkeve. Yanî tevahiya gelê me yê welatparêz, saziyên welatparêz-demokratîk, divê li gorî ruhê demê tevbigerin. Divê her kes ji aliyê xwe ve fedekariyê bike. Şoreşa gel bi gel dibe. Bêguman wê gerîla bi rola xwe rabe. Niha biharê nû destpê kir; derfetên tevgerê nû afirîn; pêngava gerîla wê mezintir bibe. Ev rast e, lê divê tevlîbûna gel jî çêbibe. Şert û mercên heyî, ji bo me şenseke dîrokî ye. Rewş her tim bi vî rengî nabe. Mêtîngerî her tim bi vî rengî qels nabe. Lê niha qels e û em di demeke dikarin bi ser bikevin de ne."

EW Ê NIKARIBIN JI HESABDAYÎN BIREVIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku dijmin gelekî tengav bûye û got, "Eger îro Erdogan ji bo hilweşandina Nisêbîn, Gever, Cizîr, Sûr û Şirnexê fermanê dide, ev yek ne ji ber bi hêzbûna wan, ji ber qelsiya wan e. Ew êdî qels û lawaz in; dizanin ew ê têk biçin. Ew dixwazin bi vî rengî çavê gelê me bitirsînin û pêşî li têkçûna xwe bigirin. Lê gelê êdî nikarin gelê me bitirsînin. Ew ê nikaribin ji encama rû bide birevin, ew ê nikaribin herikîna dîrokê rawestînin û ew ê hesabê ji wan tê xwestin, bidin. Wê nikaribin ji hesabdayîn birevin. Bi kurtasî, ev hovîtiya dikin, ne ji ber hêzbûna wan e, ji ber rewşa wan a xitimandî ye. Naxwe eger dewletek ne xitimiyayî bûya, wê çawa karîbûya bajarekî 150 hezar kes lê dijîn bi temamî xera bike! Xuya ye hêza wê nemaye rêyeke din bibîne. Ji ber vê yekê hovîtî tercîh kir, hemû gel da ber xwe. Lê belê bi vê hovîtiyê ve ew nikarin sîstema xwe li Kurdistanê bidin rûniştandin. Dewleta Tirk îro li Kurdistanê bi tenê di nava qereqolên mîna qelehan, di nava tank û panzeran de heye. Wekî din li derve li cihekî din nîne. Yanî dewleta Tirk di nava zirx û qelehan de xwe temsîl dike. Ji ber ku ew xerîbê vî welatî ne; ji ber ku ew wehşetê li vî welatî dikin, ji ber ku ew dijminatiyê li vî welatî dikin û xwînê dirijînin. Ev ê ji wan re nemîne. Bila her kes bi vê zanibe."

DIVÊ GELÊ ME ZANIBE, ŞERÊ ESASÎ LI ÎMRALIYÊ DIQEWIME

Karayilan da xuyakirin, ku divê ev rastî bê dîtin û ji niha û pê ve rêxistinbûyîn bê xurtkirin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan işaret bi tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Li kîjan devera cîhanê parêzer nikarin 5 salan biçin muwekîlê xwe bibîne? Mînakek bi vî rengî nîne. Lê îro ev dewlet li hemberî Rêber Apo vê dike. Divê her kes zanibe, şerê esasî li Îmraliyê diqewime. Dijmin li hemberî gelê me û Rêberê me şerekî bi vî rengî yê giştî dimeşîne. Pêwîste ev were zanîn û di vê dema girîng de hewce ye em xwe bêhtir bi rêxistin bikin."

BILA CIWAN BERÊ XWE BIDIN NAVA REFÊN GERÎLA

Karayilan da zanîn, bi taybetî ciwanên Kurdistanê, tevgerên jinan, demokrasî û azadiyê di vê demê de bi roleke mezin rabin û destnîşan kir, divê ciwanên Kurd hîn bêhtir tevlî nava refên gerîa bibin.

Karayilan got, "Îro YPS li bajêr têkoşînekê dimeşîne. Ji niha û pê ve rêbazên têkoşînê wê zêdetir bibin. Pêwîste ciwan tevlî vê têkoşînê bibin. Wekî din, divê tevlî nava refên HPG'ê bibin. Ev dem demeke bi vî rengî ye. Banga min li ciwanên Kurd ew e; bila ji xwe re rê û rêbazekê bibînin û xwe bigihînin nava refên gerîla. Ev dem dema meşa azadiyê ye. Ev dem dema serketina me ye." 

Karayilan destnîşan kir, ku ruhê li Sûr, Cizîr, Hezex, Nisêbîn û Şirnexê derket holê, vê fermanê dide.