Karayilan: Êrîşa li dijî Rêber Apo wê Tirkiyeyê bixe nava felaketê

"Eger êrîşeke bi vî rengî bê kirin, tevî qutbûna civakê û serhildana mezin a gel, ku wê bi salan dewam bike, di heman demê de wê Tabûra Nemiran a ku ji bo rewşeke bi vî rengî bi rêxistin bûye, bikeve dewrê."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan li ser mijara êrîşên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewleta Tirk hişyar kir.

Karayilan bersiv da pirsên ANF'ê û ji bo kongreya neteweyî ya Kurd jî işaret bi girîngiya daxuyaniya KCK'ê kir.

'ÊRÎŞA LI DIJÎ RÊBER APO WÊ TEMAMIYA TIRKIYEYÊ BIXE NAVA FELAKETÊ'

Li ser planên gengaz ên tifaqa AKP-MHP'ê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji aliyê Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ve li Parlamenta Ewropayê hatibû gotin, Karayilan ev nirxandin kir:

"Ev mijareke gelekî girîng e. Di vî warî de hin agahî gihîştine tevgera me. Li gorî van agahiyan; AKP û MHP, her wiha hin xayinên Kurd li ser tinekirina Rêber Apo axivîne û nerazîbûna gelê Kurd a piştî vê îmhayê lêkolîn kirine. Daxuyaniya ku hevalê Zubeyîr Aydar li Parlamenta Ewropayê eşkere kir, xwe dispêre vê agahiyê. Lazim e ev yek cidî bê dîtin. Lewma rêveberiya tevgera me hişyarî da û bi daxuyaniyekê bang li derdorên cuda kir, ku bi erka xwe xwe rabin."

Karayilan diyar kir, divê gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hemû derdorên pêwendîdar zanibin, ku klîka faşîst a heyî ya li Tirkiyeyê di nava lêgerîn û hewldaneke bi vî rengî de ne û got, "Divê tevahiya gelê me û her kesên welatekî demokratîk û azad û yekîtiya Tirkiyeyê dixwazin, di vê mijarê de bi baldarî tevbigerin, têkoşîn û li dijî dînîtî, êrîşêke bi vî rengî ya faşîst û nîjadperest helwestê nîşan bidin. Êrîşeke bi vî rengî, ku wê rê li ber şerekî Kurd-Tirkan ê bi dehan salan veke, civaka Kurdistanê nikare rake; ti kesê ku nasnameya xwe ya Kurdistanî înkar nake bi ti awayî nikare vê qebûl bike."

Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku yê bikeve nava hewldaneke bi vî rengî, wê ketibe nava hewldaneke felaketê û wiha dewam kir: "Rêbertî veguheriye navê azadiya civakî ya Kurdistanê, azadiya jinê. Nêzîkatiyeke bi vî rengî ya li vê rastiyê tê wateya lîstina bi agir. Rêbe Apo hêza pêşeng a guhertina demokratîk a li Tirkiyeyê, hêza yekîtî û jiyana hevpar e. Li Rojhilata Navîn, lîderê hemdem ê meşa şoreşgerî, jiyana hevpar û biratiya gelan e. Paradîgmaya wî ya Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk, îro yekane proje ye ku dikare pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike. Ji ber vê yekê êrîşa li dijî Rêber Apo, êrîşa li dijî yekîtî û siberoja demokratîk a Tirkiyeyê, êrîşa li dijî gelê Kurd e.

Karayila got, "Tevî rastiya şerê giran jî eger hê di hişê mirovan de nêrîneke 'dibe ku rojek bê, li Tirkiyeyê jiyaneke bi hev re ava bibe' hebe, sedema yekane ya vê yekê Rêbe Apo ye. Lewma, êrîşeke bi vî rengî dînîtî ye, geşkirina agir e û wê temamiya Tirkiyeyê bixe nava felaketê."

'RÊBER APO LI ALIYÊ YEKÎTÎ, WEKHEVÎ Û AŞTIYÊ YE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan bêwijdanî û nankoriyeke mezin a Erdogan e û işaret bi rola Ocalan a pêşîgirtina li şer û meşandina xebatên aştiyê kir. Karayilan her wiha bibîr xist, ku yê di destpêkê de tespîta 'Dewleta Paralel' kir û di mijara 'Mekanîka Darbeyê' de rêveberiya AKP'ê hişyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Karayilan diyar kir, ew rêxistineke têkoşînê ne û ev tespît kir: "Rêbe Apo ev 24 sal in di çarçoveya yekîtiya Tirkiyeyê de ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê têdikoşe. Rêber Apo li aliyê yekîtî, wekhevî û aştiyê ye. Bila rewşa me û ya wî tevlîhev nekin. Eger li holê têkoşînek hebe, ev yek bi biryara me tê kirin û di bin berpirsyariya me de ye. Lewma lêdana li deriyê şaş, tiştekî nade qezençkirin."

Karayilan anî ziman, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî ji PKK'ê jî derbas bûye û bûye lîderekî civakê.

'EGER ÊRÎŞ LI DIJÎ RÊBER APO BÊ KIRIN WÊ TABÛRA NEMIRAN BIKEVE DEWRÊ'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di dewama axaftina xwe ya li ser mijarê de xwest vê xalê bi taybetî bêje:

"Eger êrîşek li dijî Rêber Apo bibe, civaka me wê li ser bingeha ruhê qutbûnê rabe serhildanê û ev serhildan wê bi salan dewam bike. Tevî vê yekê, wê Tabûra Nemiran ku ji bo rewşên bi vî rengî hatiye birêxistinkirin bikeve dewrê. Tabûra Nemiran hucreyên razayî ne, hêzên fedayî ne ku timî di dewrê de en. Mirov dikarin ji wan re bêjin 'fedayiyên fedayiyan'. Hêzeke di asteke bilindtir de xurtir in. Konsepta vê tabûrê jî ev e; 'Hemû lîder û siyasetmedarên tevlî biryara êrîşa li dijî Rêber Apo bûne, tine bike, ji holê rake'. Bila kes nebêje 'nikarin bikin'. Eger 4 fedayî bi hev re êrîşî lîderekî li meydanê daxive yan jî di konvoyê de ye bikin, gelo wê nikaribin encamê bigirin?

Bêguman em naxwazin rewş bigihêje vê astê. Ya rast, em naxwazin li ser vê baxivin û li ser vê bifikirin. Lê belê divê em bînin bîra her kesî, ku ewlekariyeke bi vî rengî heye. Ev ne gef e, ev yek rastiyek e. Fedayiyên bi vî rengî hene. Ji xwe, eger dewleta Tirk êrîşî Rêber Apo bike, wê hejmara van fedayiyan bi sed qatî zêde bibe. Yanî eger hejmara xwe ya niha hezar be, wê hingî bibe sed hezar. Bi kurt û kurmancî, dema em dibêjin 'ev yek lîstina bi agir e' em rewşê nanepixînin, em gefê li derdorê naxwin. Bila ti kes li vê nefikire. Eger hûn qala herimandina siberoja stratejîk a gelekî dikin, wê demê nûnerên vî gelî jî neçar in vê rastiyê bi rengekî vekirî û zelal eşkere bikin. Tevî vê yekê jî eger tu her tiştî bide ber çav û hewl bide vê bike, wê demê divê tu encaman jî hesab bike.

Lewma em bang li her kesî dikin, ku di vê mijarê de bi rasteqînî tevbigerin. Bi siyaseteke sorkirinê, encam bi dest nakeve."

Karayilan da xuyakirin, ku ew tevgereke nû û nezan nînin û got, "Em bi rengekî bi sînor, şer dimeşînin. Rast e niha di navbera dewleta Tirk û gelê Kurd de şer diqewime. Dewlet dixwaze gelê Kurd qels bike û teslîm bigire; gelê Kurd jî bi awayekî xwezayî daxwaza mafên xwe dike. Şerê heyî ev şer e. Dema em vî şerî dimeşînin, em li gorî mafên mirovan, qanûnên şer ên navneteweyî vê dimeşînin."

'ÊDÎ BES E BILA KURD BIBE XWEDÎ STARTEJIYEKE HEVPAR BIN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan li ser banga KCK'ê ya ji bo Kongreya Neteweyî got, "Piştî şerê heyî yê li Rojhilata Navîn, bêguman wê herêm ji nû ve bê dîzaynkirin. Ti tişt wê mîna berê nemîne. Kurd jî bûne xwedî derfetên gelekî girîng. Ji bo Kurd van derfetan bi kar bînin û mîna gelên cîran karibin zemîneke jiyana azad li ser axa xwe bafirînin, lazim e helwesteke neteweyî nîşan bidin. Êdî bes e! Bila stratejiyeke hevpar a Kurdan hebe. Pêwîste ev parçebûna ji hev êdî biqede. Divê ti kes nebêje 'bêyî yekîtiya neteweyî em dikarin li hin parçeyan encamê bi dest bixin'. Ev nepêkan e. Dijminên gelê Kurd di vê demê de parçekirina Kurdan, xistina fîtneyê û derxistina şerekî navxweyî ji xwe re kirine stratejiyeke hevpar. Lazim e siyasetmedarên Kurd û hêzên welatparêz ên Kurd nekevin vê xefikê. Pêşîgirtina li xefikên bi vî rengî, bi polîtîkaya yekîtiya neteweyî dibe."

Karayilan diyar kir, ev yek dikare bi kongreyê, bi konferansê yan jî bi rêya platformekê pêk were û wiah dewam kir: "Ya girîng eşkerekirina helwesta neteweyî ya gelê Kurd e. Eger di vê serdema girîng a dîrokê de gaveke bi vî rengî neyê avêtin, hingî ez ê bêjim 'xwelî li serî be'."

Karayilan da xuyakirin, ku her hêz dikare ji bo berjewendiyên xwe têkiliyan deyne û destnîşan kir, ku ya esasî ew e, nezîkatiyek li gorî rastiya neteweyî ya Kurd bê nîşandan.

'DEWLETEKE KURD A SERBIXWE LI ALIYEKÎ, TIRKIYE DESTEKÊ NADE KOMELEYEKE SERBIXWE YA KURD'

Karayilan da xuyakirin, ku Kurdan kengî yekîtiya xwe ya neteweyî ava kirin û bûn yek, wê hingî bibin xwedî hêz û got, "Bi sekneke ji hev parçebûyî, bi tena serê xwe nikare encamê bi dest bixe. Yanî bendewariyeke bi vî rengî şaş e: 'Eger em bi Tirkiyeyê re xweş bimeşin, eger polîtîkayên me bi yên Tirkiyeyê re li hev bên, wê Tirkiye dengê xwe li ragihandina dewleteke serbixwe ya Kurdan dernexîne'. Ev gelekî şaş e. Dewleta Tirk naxwaze tayekî porê serê gelê Kurd jî serbixwe be. Dibêjin 'Wê dewleteke Kurd a serbixwe qebûl bike!' Eger niyeteke xwe ya bi vî rengî hebûya, tevî ewqas rîskan êrîşî Rojava nedikir. Eger niyeteke xwe ya bi vî rengî hebûya, wê hewl bida bi Kurdên li nava xwe re bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bike."

Karayilan destnîşan kir, ku bi erêkirina dewleta Tirk re dewleteke Kurd a serbixwe li aliyekî, komeleyeke Kurd a serbixwe jî ava nabe. Karayilan got, "Lewma divê dest ji xewn û xeyalan berde û rasteqîn bin. Li ser vê bingehê, divê Kurd li dora stratejiyeke hevpar têkoşîna xwe xurt bikin. Ev yek wê serketinê misoger bike. Ji ber vê yekê ez jî dibêjim; divê hemû saziyên welatparêz-demokratîk ji bo yekîtiya neteweyî-demokratîk bikevin nava hewldanan û di vî warî de bangê dikim."

EM JI BÎR NEKIN; HÊZA ME DI HUNDIRÊ ME DE VEŞARTIYE

Karayilan ji bo pirsa "Herî dawî ji  bo gel em dikarin ramanên we yê ji bo gel bistînin?" ev bersiv da:

Weke tevgera azadiyê ji gelê me pê ve ti hêza me nîn e. Hêza me ya bingehîn gelê me ye; ciwan in, jin in, kedkar in. Ji bo ku bi vê dizanin, dixwazin gelê me biçewisînin, bipirnisînin û radest bigirin. Beriya her tiştî bi çavtirsandinê dixwazin ku gel vekişe malan. Divê her kes bi vê bizanibe û ji bo ku armancên qirêncî yên faşîzmê pûç bike û jê re bibe bersiv beriya her tiştî divê xwe baş birêxistin bike. Bi milyonan mirov hene lê rêxistinbûyina wê nîn e. Hebe jî ne sazkar e. Pêdivî bi asteke rêxistinî ya hê sazkar, hê bêhtir rasteqînî heye ku bikaribe dînamîkên gel tevbigerîne. Ango beriya her tiştî divê gelê me li xwe xwedî derbikeve. Binêrin îro bi fermana Erdogan revdeyên faşîst xwe berdana kuçeyen, bi ser saziyên Kurdan ên li metropolan êrîşan tînin. Li dijî vê heke Kurd refên xwe yên rêxistinî qeyîm nekin, ku ne xweyî rêxistinbûyineke xurt û sîstema parastinê bin, yan wê radest bibin û weke koleyan neçar bimînin ku xwe veşêrin an jî wê bibin hedef û çewisandin. Ji bo vê jî em di demeke wiha de ne ku ji hêla civakî ve pêdiviya me rêxistinbûyineke heye ku ji hêla civakî ve xurt be û pêdiviya me bi hevgirtinê heye.

AKP’ê li Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Sûrê ev qas hilweşandin kir. Li dijî vê hilweşandin û qirkirina dewleta mêtinger li hev xwedî derketin û hevgirtin, hewceyiyeke welatparêziyê û netewîbûnê ye. Bi taybetî jî li dijî Şirnexê polîtîkayeke taybet tê meşandin û di şexsê Şirnexê de polîtîkayeke taybet tê meşandin, welatparêziya Botanê di şexsê Şirnexê de tê hedefkirin û tê xwestin weke were pasîfîzekirin. Berxwedêrên li bajarên wekî Şirnex û Nisêbînê, derbên giran li hêzên dewletê xistin û bi giştî karîbûn xwe biparêzin. Ji bo vê jî dewlet bêhtir bi tolhilanînê nêzî Şirnex û Nisêbînê dibe. Xwedî derketine li gelên me yên li van qadan ku li ber xwe dayî û serê xwe netewandî, jiyana bi rûmetê dayî ber xwe, divê bibe pîvana welatparêziyê ji bo Kurdan. Îro xwedîderketina li Şirnexê xwedîderketina li rasteqîniya Kurdan û nasnameya Kurdan e. Di civaka me de pêşketina hîsa xwedîderketinê derbirîna vê ye. Di civaka me jî qudret heye. Xwedîderketinek, rêxistinbûyinek bi pêş dikeve. Li vir bi taybeyî divê ciwan baş xwedî li rola xwe xwedî derbikeve; jin bi felsefeya azadiyê ya ku xwe spartiyê divê xwe baş birêxistin bike. Dijmin bi girtina saziyan, bi pêşîlêgirtina rêxistinbûyinê, dixwaze gelê me bêbandor bike. Heke ew qada xebatê ji saziyan re nahêlin, naxwe divê her malek bibe saziyek. Hebûna saziyên fermî ne şert e. A girîng ew e ku gelê me rihê yekbûnê û hevgirtinê biparêze. Divê em ji bîr nekin, hêza me di hindurê me de veşartiye. Hevgiriya ku em ê di nav xwe de geş bikin, wê hêzê bi xwe re bîne. Ji bo vê jî, divê em hêza civakî derxînin holê, divê em bizanin ku rêya vê jî ji rêxistinbûyinê derbas dibe û bi vî awayî jî divê em bersivê bidine êrîşên mêtinger-faşîstan.

Gelê me di xwedîderketina Rêbertiya me û di xwedîderketina siyasetmedaran de divê rêxistinbûyinê ji xwe re bike esas. Divê pêşî bi pêkanîna rêxistinbûyina xwe, divê li pêşberî ti êrîşên faşîst bêdeng nemîne. Bi ser de ku ev rewş xwe bigihîne Rêbertî, êdî ev xeta sor a gelê me ye. Divê em ji bîr nekin, berê xwe dayina li Rêbertî, hedefkirina hemû nirxên gelê Kurd e.  Gotinên gelê me yê ku ji çapemeniyê jî tê dîtin, nêzîkî vê ye. Civaka me jî ev wiha fêhm kiriye û ev nêzîkatiyeke rast e. A girîng ev e ku ev were kûrkirin û li ser vê jî rêxistinbûyin were pêşxistin û hêza têkoşînê ya rêxistinbûyî pêk were. Bêyî tirsê û vekişînê lê bêyî ku xefbûna rêxistinî û hwd. şêwaza xebatê were piştguhkirin, divê em xwe bikin hêz û li dijî êrîşên mêtinger-faşîst divê em bendê danîn. Divê civaka me vê ji xwe re bike hedef. Em vê dikarin bi gelê me yê Elewî yên Tirkiyê, kedkar, çepgir, sosyalîst, demokratîk û hemû aştîxwazan re bi hevkarî bikin. Îro li welatê me hewl tê dayin ku faşîzma ku xwe dispêrê yek kesî were avakirin. Ev ji bo her kesî talokeyeke mezin e. Rast e, serê tîrê pêşî li Kurdan dikeve lê ev tîrekî wiha ye ku serê wê digihije her kesî. Ji bo vê jî hevgirtin, hevkarî beriya her tiştî ye. Têkoşîneke azadî û demokrasiyê ya di nav vê çarçoweyê de, hişkere ye ku wê vê hezeyana faşîzmê têk bibe. Teqez divê em ji vê bawer bikin û li ser vê bingehê bi xurtkirina têkoşînê, asêyî serketinê bibin.

Em dizanin ku hemû gelê me di mijara Rêbertî de hesas e. Gelê me divê vê hesasbûna xwe û helwesta xwe ya bihîstyar, divê veguherîne avaniyeke rêxistinî û bidomîne û weke 'Hêza Parastina Rêbertî' bi awayî domdar tim sazkar be. Heke nêzîkatî bi vî awayî were danîn, wê tenê xwe û Rêbertiyê neparze, di heman demê de wê siberoja Tirkiyê jî biparêze. Ji bo vê jî têkoşîna di nav vê çarçoweyê de pir girîng e û dîrokî ye.  Divê her kes vê bizanibe û li ser vê bingehê destê xwe bixe bin kêvir, fedakariya hewce bike û li gor hêza xwe teqez û teqez divê xwe tevlî bike."