Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bang li DYA’yê kir ku “piştgirî nede terora dewleta Tirk” û got; “Li gorî tomarên dewleta Tirk 40.000 kes mirine. Ji vana herî kêm 30.000 kurd in û ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kuştin” û bang li DYA’yê kir ku êdî alîkarî nede terora dewleta Tirk.
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ji ANF’ê re axivî û nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Wezîra Derve ya DYA’yê Hillary Clinton a bi awayê “PKK xebatên xwe yên terorê yê ya ku dehhezaran canan standiye didomîne” da.
WELATÊN CÎRAN TAWANBAR DIKE, DEMA MESELE DIBE EW, CÛDA DIBE
Karayilan wiha axivî: “Belê, ev rewş wiha ye. Li hemberî Kurdan neheqiyeke pir mezin hatiye kirin û îro li hemberî gelê Kurd terora dewletê, terora polîsan heye. Ciwanên Kurd tên gullebarankirin. Gelê Kurd di bin zextan de ye. Zilmek bêperwa ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve li hemberî gelê Kurd tê kirin. Lê ji aliyeke din ve, xwe li herêmê weke welatê demokrat nîşan dide, dibêje ew ku ew ê demokrasî û azadiyê ji bo cihên din bîne. Welatên cîranê xwe bi dijî-demokrasî û komkujiyan tawanbar dike. Lê dema mesele dibe ew, ev rewş diguhere.
Niha ji raya giştî ya cîhanê re wiha dibêje; “Pirsgirêka Kurd heye, ez ê çareser bikim, lê belê PKK asteng e. PKK terorê dike. Nizanim, PKK bazirganiya eroînê dike, mirovan dikuje, pere qezenç dike (…)” di asta navneteweyî de bi van gotinên bi temamî detew û bi temamî bêbextî ne, propaganda û dîplomasiyê dike. Lê di rastiyê de yê ku herî zêde dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe Rêbertiya PKK’ê; Serok Apo ye, PKK ye.
EM LI SER RAYÊN XWE ŞÎN DIBIN
Yên ku herî zêde çareserî dixwaze em in. Yên ku herî zêde çareseriyeke demokratîk û aşitiyane dixwaze me in. Lê me di heman demê de soz daye vî gelî. Em ê heta dawiyê di sekna xwe ya bi rûmet de bi israr bin. Em tu awayî bêrûmetiya dixwazin bispêrin me qebûl nakin. Me vê yekê di Zîndana Amedê de nîşan da, vê yekê di Zîndana Îmraliyê de Serokê me nîşan dide, hemû hevalên me di zîndanan de nîşan didin û li çiyayan nîşan didin. Gelê me li qadan nîşan dide. Em li her derê vê yekê nîşan didin. Em mirovên bi rûmet in. Em tevgerek serbixwe ne. Em hêza xwe ji xwe digirin, em li ser rayên xwe şîn dibin. Em li Rojhilata Navîn yekane hêza ku alîkarî ji tu kesî nagirin û serbixwe ne. Em azadî, parvekirinek adil û demokrasiyê dixwazin.
Îro jî li Rojhilata Navîn gel zêdetir azadî û demokrasiyê dixwazin. Ma gelê Ereb ne ji bo vê yekê daketiya qadan? Belê. Jixwe em bi salan in, li hemberî vê sîstemê têkoşîna azadiyê dimeşînin. Li hemberî me terora dewletê heye. Em encex dikarin li çiyayan xwe li hemberî terora dewletê biparêzin. Em tenê dikarin li vir mafê xwe yê rewa bi kar bînin. Gelo çi yê vê teror e?
CLINTON ÇIMA TERORA DEWLETÊ NABÎNE?
Niha Wezîra Derve ya DYA’yê Hillary Clinton jinek 60 salî ye, dayîkek e. Divê destê xwe deyne ser wijdana xwe û biaxive. Wê bi xwe wiha got; “PKK xebatên xwe yên terorê yê ya ku dehhezaran canan standiye didomîne. DYA li hemberî terorê li aliyê Tirkiyeyê ye.” Niha yan ji bo berjewendiyên welatê xwe derew dikin. An jî ew bi xwe dixapîne. Lê di rastiyê de li hemberî gelê Kurd terora dewleta Tirk heye. Herî dawî mînaka terorê ya herî li berçav Komkujiya Roboskî, gelo ev çi ye? Vê dewletê li hemberî gelê Kurd û tevgera azadiya Kurdistanê 17.528 kuştinên failî-meçhul (kuştinên kiryar nediyar) pêk aniye. Gelo Birêz Clinton vana nabîne? Gelo çima terora dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne, nabînin, me weke rêxistinek ku dehhezaran mirov kuştiye nîşan dide? Ev ne rast e. Li gorî tomarên dewleta Tirk 40.000 kes mirine. Ji vana herî kêm 30.000 kurd in û ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kuştin. Piraniya vana hevalên me ne.
DIVÊ ÊDÎ DYA LI ALIYÊ TERORÊ CIH NEGIRE
Em êdî di serî de DYA ji hemû hêzên navneteweyî dixwazin ku li aliyê terora dewleta Tirk cih negirin. Em ji wan dixwazin ku nebin hevkarên mêtîngeriya li ser Kurdistanê û rijandina xwînê. Êdî bes e! Hûn her tim gelê Kurd ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî dikin qûrban, ji vê re êdî bes e! Baş e Birêz Clinton dostaniya we bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re hene. Ma ne ew jî Kurd in. Mîna me hêza wan jî a leşkerî heye. Hûn wana weke dost dibînin û me jî wek terorîst û dijmin dibînin. Gelo çi ferqa me ji wan heye? Ew li wir ji bo mafên rewa yên gelê Kurd têkoşiyan. Em jî li vir ji bo mafên rewa yên gelê Kurd têdikoşin. Em dixwazin di têkoşînê de bi rêyên siyasî û demokratîk encam werbigirin. Lê dewleta Tirk derfet nade vê yekê. Dixwaze bi teknîk û alîkariya hûn didin wê me tune bike. Lê ji ber piştgirî û beşdariya gelê me, bi teknîk û alîkariya we jî nikare me tune bike. Rastî ev e.
ÊDÎ DESTÊ XWE DEYNIN SER WIJDANA XWE
Ji ber vê jî êdî destê xwe deynin ser wijdana xwe, dawî li siyaseta komkujî bînin, nebin hevpar. Hûn dibêjin em dewletek mezin in, lê mirov bi vî awayî nabe dewletek mezin. Mafê gelê Kurd heye li ser vê axê bijî. Em tu tiştek naxwazin. Em mafên rewa yên ku gelê Kurd dike gel, dixwazin. Ji ber ku ev mafê me yên rewa ne, tu hêzek nikare bi tu awayî me têk bibe. Ji ber ku hêza me rayên xwe berdaya nava axa me, çavkaniya hêza me ya sereke gelê me û daxwazên gelê me ne. Ji ber vê çendê hemû awayên êrîşên li ser me encam nagirin. Rastî ev e.”
Karayilan agirbesta ku ji 5’ê îlona 2011 ve di navbera PJAK û rejîma Îranê de heye nirxand û diyar kir ku her du alî jî bi awayeke baş li ber agirbestê tên. Karayilan der barê mijarê de got:
“Agirbesta ku PJAK’ê di 5’ê îlona par de ragihand, Îranê jî qebû kir. Bi vî awayî her du alî jî di asteke girîng li ber agirbestê hatin. Her du aliyan jî hin xeta kirin. Hin pevçûn qewimîn, lê her du alî jî li ber hatin û agirbest heta roja îro hatiye. Ev yek jî mînakek e. Ji vir dixuyê ku agirbest, mîna agirbestên li Tirkiyeyê nabin. Ger mirov bixwaze agirbesta du alî jî dibe. Lê niha hinek alozî hene. Lê bi ya me, agirbest ji bo berjewendiyên her du aliyan e. Bi taybet di demek wiha de, ji ber pêşketin û qewimînên li herêmê, rewşek bi pevçûn ne ji bo berjewendiyên PJAK û Kurdan û ne jî ji bo berjewendiyên Îranê ye. Lê rast e niha hin rageşî hene. Dibe pevçûn jî biqewimin. Lê em weke PKK ne di şer de, em di berdewamkirina agirbestê de israr dikin û dibêjin divê berdewam bike. Em hêvîdar in ku ev alozî rê li ber pevçûna her du aliyan venake.
DIVÊ PIRSGIRÊKA DI NAVBERA ÎRAN Û PJAKÊ DE BI DIYALOGÊ ÇARESER BIBE
Em wiha dibêjin: Divê tu kes tiştên cûda nespêre aliyên din. Ger îro Kurd dixwazin li ser axa xwe siyasetek bi rûmet û rêgez pêş bixe, divê rêz ji vê yekê re bê girtin. Ger her kes ji aliyê din re rêzê bigire, pirsgirêk jî nabin. Her wiha, divê Kurd jî girîngî bidin ser rêya diyalogê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd. Lê ger rêyên çareseriya bi diyalogan were girtin û bixwazin bi tundiyê encam bigirin, wê çaxê Kurd jî dê xwe biparêzin. Lê em dixwazin pirsgirêka di navbera Îran û PJAK’ê bi diyalogê çareser bibe.
Karayilan rewşa li Sûriyeyê jî wiha nirxand;
Gelê Kurd li Rojhilata Navîn li rastî neheqiyan hatiye. Her çendî gelê herî kevin yê herêmê ye jî, welatê wan hatiye parçekirin, dabeşkirin û rastiya gelê Kurd hatiye înkarkirin. Doza wan mafdar e û divê li her parçeyekê ji bo çareseriyê serî li rêyên diyalog û demokratîk bide. Divê îro Kurd li Sûriyeyê bi heman awayî, di çarçoveya guhertina Sûriyeyê de heman rêbazên diyalogê esas bigirin. Yanî divê bê ku aliyê vî an wî bigire, divê li ser esasê rêgeza çareseriya pirsgirêka Kurd diyalog û guhertinên demokratîk esas bigire. Lê ji bo vê yekê beriya her tişê li Rojavayê Kurdistanê pêwîstî bi yekitiyê heye. Ji ber wê jî pir girîng e ku xebatên wan ên ji bo yekitiyê bi ser bikevin.
LI SÛRIYEYÊ GUHERÎN JÊNEGER E
Êdî Kurd li Sûriyeyê hêzek in. Ji ber wê jî pir girîng e hêzên siyasî yên Kurdan li vê derê yekitiya xwe pêk bînin û ev yek ji bo bidestxistina mafan jî pir girîng e. Dema em dibêjin yekitî, divê bê ku bêjin biçûk an jî mezin, divê hemû hêz û rêxistinên Kurd di nav de bin. Li Sûriyeyê êdî divê teqez biguhere. Ji ber wê jî xistina meriyetê ya Plana Kofî Annan weke rêya herî baş dixuyê. Ji ber ku bi awayeke din dê rê li ber şer û pevçûnan vebike. Her çendî îro plana Kofî Annan tê pûçkirin, jî pêkanîna vê planê, an jî projeyeke wiha ji bo berjewendiya hemû gelên Sûriyeyê ye. "