Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan, daxuyaniyên Alîkarê Serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay ya der barê çekdanîna PKK’ê de nirxand û got; “Tu bingehê vê daxuyaniyê tune ye”. Karayilan diyar kir tu kes bi qevastina li ser Îmraliyê re, nikare tu pêngaveke nermker biavêje.” Karayilan destnîşan kir ku sîstema Rojhilava Navîn hatiye ber hilweşînê û got; “Em Kurd jî dixwazin di vê pêvajoyê de statuyekê bi dest bixin û bi Tirkiyeyê re bin.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê bersiv da pirsên ANF’ê yên der barê mijarên di rojevê de û rojeva siyasî nirxand.
DEWLET HEFTEYÊ DU CARAN DEREW DIKE
Karayilan destnîşan kir ku 320 roj in têkiliya Ocalan bi derve re qut bûye û der barê tecrîdê de got; “Beriya her tiştê, ne tu bingehek hiqûqî yê pêkanînên li Imraliyê de di hiqûqa neteweyî û ne jî di ya navneteweyî de nîne. Jixwe tu bingehên wê yên exlaqî tune ye.” Karayilan bal kişand ser hincetên ji bo astengkirina hevdîtina bi Ocalan re ên weke “keştî xirabe ye û rewşa hewayê” û ragihand ku dewleta ewqas mezin hefteyê du caran derew dike.
HIQÛQ TUNE YE
Karayilan ji ber zêdebûna operasyonên siyasî û girtinên her roj li Bakûrê Kurdistanê pêk tên hikûmeta Tirk bi zimanek tund rexne kir û der barê rola Cemeta Gulen a di van operasyonan de agahiyên balkêş da. Karayilan got; “ Di nava civakê de kî zana ye, kî xwedî seknek bi rûmet e, kî nasnameya xwe ya Kurdewariyê diparêze, hûn wê/wî digirin û diavêjin girtîgehan. Formul ev e. Gelek mirovên Cemeeta Gulen ketine nava saziyên legal ên li herêmê, polîs raporên vana esas digire, kî aktîf be, kî di nava civaka Kurdan de rol dileyîze, ev kes şaredar be, serokê bajêr e, encumenê şaredariyê ne, hema kî bin diyar dikin û digirin. Evane hemû bi senaryoyên Fethulahiyên ketine nava civakê, bi hevkariya noker û sîxûran tên diyarkirin û di encama vê de jî polîs, bi sedemên pûç û vala wana weke endamên rêxistinê didin nîşandan û digirin. Li vir tiştek bi navê hiqûqê tune ye. Hiqûqa şerê mêtîngeriyê heye.”
ÇAPEMENÎ HATIYE BÊDENGKIRIN
Karayilan îşaret bi operasyonên leşkerî jî kir û got; “Ev şereke berfireh e. Lê ev şer şereke taybet e; bi baldarî nahêlin ev şer ji aliyê raya giştî û civakê ve were zanîn.” Karayilan destnîşan kir ku çapemenî hatiye bêdengkirin, çavê her kesê hatiye tirsandin û got; “Ne tenê Kurd bûn hedef, hemû kesên ku li hemberî vê sîstema faşîzan deng derxistin, hatin bêdengkirin.”
Karayilan ragihand; “AKP dixwaze bi pêkanînên xwe yên faşîst civakê biçewisîne, bê vîn û îrade bike. Jixwe armanca sereke ya vî şerî ev e.”
JI BO NIYETA KILIÇDAROGLÛ TIŞTEK NABÊJIN, LÊ…
Karayilan hewlên Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû yên ji bo “çareseriya pirsgirêka Kurd” jî nirxand û diyar kir ku ew naxwaze der barê niyeta Kiliçdaroglû de tu tiştek bibêje û wiha domand; “Lê teqez, AKP’ê dê vê yekê di çarçoveya şerê taybet ê ku li hemberî tevgera me û gelê Kurd pêş xistiye, bi kar bîne.”
DAXUYANIYÊN ATALAY BÊ BINGEH IN
Karayilan, daxuyaniyên Atalay ên der barê “çekdanîna PKK’ê” jî nirxand û wiha axivî; “Tu bingehên van daxuyaniyên bi vî awayî tune ne. Em nizanin wana bi Başûrê Kurdistanê û DYA’yê re li ser çi gotûbêj kirine. Ev yek li derveyê me ye. Jixwe ji derveyê me berê jî gelek caran gelek senaryoyên cûda hatine gotûbêjkirin. Em niha jî nizanin çi axivîne, lê niha dixwazin wisa nîşan bidin ku bi rastî jî tiştek wiha heye. Ev yek bi temamî versiyoneke nû ye ji bo şkandina vîna gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê û tesfiyekirina wê ye. Şereke psîkolojîk e, di nava civakê de dibêjin ‘em çareser dikin’ û civakê di nava bendewariyan de dihêlin. Bi rastî jî titşek wiha tune ye. Di demek wiha de li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê ewqas êrîşên berfireh pêk tên de, ne mimkune ku pêngavên nerm bêne avêtin.”
BI QEVASTINA LI SER ÎMRALIYÊ RE NERBÛN NABE
Bila beriya her tiştê ev yek baş were zanîn: Divê beriya her kesê Serokwezîr vê yekê baş bizane, heta Serok Apo li Imraliyê di tecrîdê de be, ne tu siyasetmedarên Kurd, ne jî em PKK, ne jî Birêz Mesûd Barzanî û ne jî Birêz Celal Talebanî, ne jî tu kesek din, bi qevastina li ser Îmraliyê re, nikare tu pêngaveke nermker biavêje. Ez vê mijarê bi awayeke zelal û aşkere dibêjim: Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane û diyalog çareser bibe, her tişta pêwîst bû me kir. Gok ne li aliyê me ye, li aliyê AKP’ê ye. Erdogan jî lingê xwe li gokê xistiye û avêtiye qada şer. Me sala par vê demê protokolên pêwîst bû pêşkêşê Serokwezîr kir. Bersiva wan a ji bo vê yekê jî şer bû.”
EM STÛYÊ XWE XWAR NAKIN
Karayilan diyar kir; “Em weke PKK’ê helbet dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bibe” wiha pê de çû ; “Lê em bi tu awayî stûyê xwe li ber zextan xwar nakin. Ger dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, dixwazin di vî warî de pêngav bêne avêtin, divê dewlet û hikûmeta Tirk vê yekê bike.”
Karayilan rewşa niha ya Rojhilata Navîn têde ye jî destnîşan kir û got; “Îro her kes dibîne, Rojhilata Navîn dikele, sîstema li Rojhilata Navîn hildiweşe û ji nû ve tê dîzaynkirin. Em Kurd jî dixwazin di vê pêvajoyê de statuyek bi dest bixin û bi Tirkiyeyê re bin. Ger Tirkiye vê yekê qebûl neke, em ê serî li rêbazên din ên berxwedanê bidin.”
EM NE ALIYÊ ÊRÎŞKAR IN
Karayilan destnîşan kir ku tu kes nikare bêje ‘PKK nikare mafê xwe li hemberî van ewqas êrîşên bêperwa û dijwar bi kar bîne’ û got; “Bersivdana van êrîşan mafê me yê rewa ye. Em ne aliyê êrîşkar in.”
Karayilan got ku deriyê wan ji bo çareseriyeke ji binî ve û ciddî vekirî ye û wiha bang li Erdogan kir; “Ev pirsgirê bi ji sedî 50’yê dengên te girtine çareser nabe. Pirsgirêkek civakî ye. Pirsgirêkek pir cidî ye. Cidiyet divê. Lê Erdogan ji xwe re dibêje qey ew ê bi tena serê xwe her tiştê çareser bike. Tu kesî nas nake û tu kesê êdî cidî nagire. Kî hat ber wî, gef lê xwar, kî hat ber wî, çêr jêre kir. Kî hat ber wî êrîş bir ser.”
TÊKOŞÎNA GIRSEYÎ YA SERHEDÊ ZÊDE DIBE
Karayilan girtina tevî Şaredarê Wanê BDP’ê Bekîr Kaya, 10 BDP’yiyên Wanê jî nirxand û got; “Niha ev êrîşên li ser Wanê, êrîşên bi plan in. Beriya her tiştê Erdogan tu carê qebûl nekiriye ku Şaredariya Wanê ji Erdogan hatiye standin.”
Karayilan ev tişt got; “Ez di wê baweriyê de me ku dê têkoşîna welatparêziyê ya girseyî ya Serhedê her ku biçe zêdetir bibe. Wan di vî warî de rola navendê girtiye. Êdî Wan hatiye asta Ameda duwemîn. Ji ber wê jî dewlet di vê mijarê de pir bi fikar e. Ji ber ku polîtîkaya dewleta Tirk nikare welatparêziya Kurd ji çiyayê Qereşdaxê derbas bike. Ji ber vê jî pêşî êrîşê Riha û gelek bajarên din dike û li hemberî van bajaran polîtîkayên taybet xistiye dewrê.”
Karayilan bi bîr xist ku Erdogan gotiye; “Ez Wanê û Amedê dixwazim” û vê daxuyaniya Erdogan wiha nirxand; “Lê di encama polîtîkayek kûrtir a mîtîngeriyê de ev mirovane hatine girtin.”
ERDOGAN SUCÊ DIKE DIAVÊJE STÛYÊ XELKÊ
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Karayilan êrîş û sucdarkirinên ji aliyê Erdogan ve tên kirin nirxan û got; “Niha tiştek wiha heye. Serokwezîr textîkek pêk tîne. Ew bi xwe çi bike, kesên li hemberî xwe bi wê tiştê tawanbar dike. Ji pêkanînên ku ew dike, kesên din werek berpirs nîşan dide.” Karayilan destnîşan kir ku 360 hezar polîsên Tirk her tim di nava pêkanîn gef û girtinan de ne.
Karayilan diyar kir; “Ew bi xwe zilmê dike, faşzîmê pêk tîne, digire. Îcar radibe welatên cîran, nizanim Îsraîlê, nizam Sûriyeyê bi pêkanîna komkujiyan tawanbar dike. Tu li welatê xwe zilmê dikî û komkujiyan dikî. Ewqas ciwanên Kurd hatin kuştin, ma failek wan hat darizandin? Nexêr. Ango tiştên ku ew bi xwe dike diavêje stûyê xelkê.”
AKP DI POLÎTÎKAYÊN DERVE DE NE SERKEFTÎ YE
Karayilan bal kişand polîtîkayên derve yên AKP’ê û wiha peyîvî; “AKP’ê ji bo herêmê got ‘bi cîranan re sifir pirsgirêk’. Ev sifir pirsgirêk hemû di carekê de vegeriya pirsgirêkan. Polîtîkaya wê neserkeftî ye. Ji bûyer û geşedanên li herêmê diqewimin, sekna gelê me yê Kurdistanê ya li hemberî van polîtîkayên faşîzan dixuyê ku dahatûya gelê me ronî û geş e.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku ji ber ku Kurd jî gel e, lewra daxwaza hemû mafên xwe yên xwazayî dike û wiha pêde çû; “Em tu tiştek zêde ji tu kesê naxwazin. Em mafdar in û em ê qezenc bikin. Divê em bi vê yekê bawer û bi ewle bin”.
SIYASETMEDARÊN KURD DI BERXWEDANÊ DE BI BIRYAR IN
Mûrat Karayilan diyar kir ku siyasetmedarên Kurd di berxwedana xwe bi biryar in û wiha domand; “Me herî dawî vê yekê li Wanê dît, axaftina ku siyasetmedarên Kurd kirin û helwesta ku nîşan dane. Axaftinên Aysel Tûglûk, ya Osman Baydemîr, Ozdal Uçer û dîsa daxuyaniyên Esat Canan di çapemeniyê de cih girtin. Bi vê yekê nîşan dan bê ji bo berxwedanê çiqas bi biryar in.”
Karayilan got ku divê gelê Kurd baş bizane, heta Kurd yek bin, destê hev bernedin, tu carî têkoşîna wan ber bi paş ve naçe û got; “Em qezenc bikin.”
Karayilan got; “Gelê Kurd li derdora Rêber Apo dest daye destê hev û rêya li ser dimeşe rêyeke rast e. Li ser vê rêyê her kesê dest daye destê hev. Û ev cara yekem e ku siyasetmedarên Kurd jî di vê çarçoveyê de bi berxwedaneke ewqas xurt û bi ruhê yekitiyê di nava têkoşînê de cih digirin.”
BI ZANEBÛN ROBOSKÎ KIRIN HEDEF
Karayilan der barê pirsa têkiladarê aşkerenekirina berpirsên Roboskê de jî got; “6 meh in, çima ewqas mijûl dikin.? Ji ber ku wana bi xwe komkujî pêk anîne. Ev komkujî bi zanebûna hatiye kirin û kiryarên wê diyar in. Heta gundê Roboskê bi zanebûn kirine hedef.
TIRKIYEYÊ 3 MILÎTANÊN ÇEÇEN KUŞT Û JI RÛSYAYÊ SIYASETMEDARÊ KURD DIXWAZE
Karayilan der barê kuştina 3 milîtanên Çeçen de agahiyên balkêş der barê rejîma AKP’ê de û got; “Li Tirkiyeyê Çeçen hene. AKP dostaniya xwe ya bi wan re diparêze, lê diçe Rûsyayê û li ser Çeçenan bazirganiyê dike. Li nîva Stenbolê 3 milîtanên Çeçen tên kuştin û li beramberê vê yekê ji Rûsyayê dixwaze ku kesek ji me (PKK) radestê wan bikin. Bi van bazirganiyên qirêj mirov nikare pirsgirêkên civakî çareser bike. Xiyanetê li kesên li aliyê xwe bike û komployan li kesên dijberê xwe bike. AKP dê çawa bi vî mantiqî pirsgirêkê çareser bike. Niha Tirkiye ji Rûsyayê siyasetmedareke Kurd dixwaze. Dê Rûsya jî bide. Ez nizanim dê Pûtîn polîtîkayek wiha bike an na. Lê em hêvîdar in ku Rûsya nabe hevkara hesabeke eqwas qirêj. Ji ber ku bi rastî jî ev tiştek pir kirêt e. Ger Rûsya guh bide polîtîkayeke wiha tenê siyasetmedarek ê Kurdan jî radestê Tirkiyeyê bike, dê ev yek derbe li dostaniya Kurd-Rûsan bixe. Ev nêzîkatî ne li gorî pêkhate û kevneşopiya Rûsyayê ye jî. Ji ber wê jî ez bawer nakim ku Rûsya di lîstokek wiha de bileyîze.”