Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê bi armanca alîkarî û piştevaniya gelê Rojava kampanyaya bi navê “Ji Rojava re ti jî koliyekê bikire” ji nû ve da destpêkirin.
Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê têkildarî kampanyaya “Ji Rojava re ti jî koliyekê bikire” ya ji nû ve dan destpêkirin li avahiya Egîtîm Senê civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK’ê yê Amedê Mesut Kiliçaslan diyar kir ku li Kobanê şervanên YPG û YPJ’ê berxwedanekî dîrokî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê nîşan dan.
Kiliçaslan anî ziman ku di pêvajoyeke gelek girîng re derbas dibin û divê hemû kes bi gelê Kobanê re di nava piştevaniyê de be û wiha got: “Li Kobanê şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê berdewam dike. Ji ber şer hewcehî bi madeyên xurekê heye. Divê hemû kes alîkariya Kobanê bike.”
Kiliçaslan da zanîn ku ew li benda hemû kesî ne û kampanyaya “Ji Rojava re ti jî koliyekê bikire” careke din dan destpêkirin.
Kesên dixwazin alîkariyan bikin dikari li ser numareyên jêr bikin:
Vakıfbank IBAN hejmarên hesabê
TL: TR 67 0001 5001 5800 7303 5916 20
DOVÎZ: TR 36 0001 5001 5804 8015 5423 00
İş Bankası IBAN Hejmarên Hesabê
TL: TR 96 00 0640 0000 1830 3089 3306
USD: TR 03 00 0640 0000 2830 3021 28 71
EURO:TR 13 00 0640 0000 2830 3021 2885