Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo zarokên ku derfetên wa yên betlanê tune her sal Kampa Havînê ya Zarokan organîze dike û îsal ya 7’emîn pêk tê. Îsal nêzî 810 zarokî dê beşdarî betlanê bibe.
Kampa Havînê ya Zarokan kul i navçeya Gezîn a Elezîzê ku ji aliyê Midûriyeta Xizmetên Kreş û Zarokan a Daîreya Xizmetên Civakî ve tê koordînekirin bi hatin havînê re dest pê dike. Ligel gola Hezerê kampa ku ji 19 hezar metrekareyî pêk tê din ava 6 salan de ji bo 3 hezar û 870 zarokî derfetê betlanê da. Zarokên ku berê qet betlane nekirine û derfetên wan tunene dê heta 17’ê tebaxê bidome.
HEMÛ HEWCEDARIYÊN WAN HENE
Ji piştiriyê bidin pêşveçûna kesayetî ya zarokan, jib o zarok bi derdora xwe re zêdetir di nava têkiliyê de bin, ji newekheviyê dur bikeve û bixwebawerbûna wan zêde bibe ev kamp tê organîzekirin. Zarokên tevli dibin hemû pêwistiyên wan tên cih. Çenteyê sporê, firçeya diranan, macûna diranan, pêlav, terlik, xewlî, şort, tîşort, şebke, şampuan û her weke din diyariyê zarokan dikin.
BERNAMEYEKE TIJE HEYE
Li kampê du sahayên voleybolê, yek ya fûtbolê û yekjî ya basketbolê heye. Hewza avjeniyê û ligel vê komên zarokan a lîstikê û ya fîtnessê heye. Rojên çar caran xwarina zarokan tê dayîn. Her wiha atoleyeyên wêne, hunera destan, avjenî (melevanî), fûtbol, voleybol, basketbol, kişik, mûzîk, atolyeya mafê zarokan, ya xwendinê û ya sinemayê heye.
Mamosteyê şanoyê, pisporê afrîneriyê yê zarokan, civaknas û peywirdarên tendurisyê jî li wir amade ne.