Kalkan: Zêdetirê 200 cenazeyên leşkeran tên veşartin

Kalkan: Zêdetirê 200 cenazeyên leşkeran tên veşartin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku artêşa leşkerên bi pere ya ku di van demên dawiyê de artêşa Tirk wana xistiye meriyetê bi çalakiya Colemêrgê îflas kiriye û got ku artêşa Tirk wendahiyên xwe yên di şer de vedişêre. Kalkan diyar kir ku ji meha gulanê ve zêdetirê 200 cenazeyên leşkeran nedane malbatên wan.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan di hevpyevîna daye ANF’ê de encamên çalakiya gerîlayan a li Colemêrgê, şîroveyên çapemeniya Tirk ên der barê PKK’ê de, îdîayên Serfermandarê Artêşa Tirk Necdet Ozel ku gotibû “Di nava kesên li Roboskiyê hatin qetilkirin de gerîlayên PKK’ê jî hebûn’ nirxand.

WENDAHIYAN VEDIŞÊRE

Kalkan bal kişand ser çalakiyên gerîlayan ên ji meha gulanê ve her ku diçin xurtir dibin û diyar kir ku artêşa Tirk hewl dide wendahiyên xwe veşêre. Kalkan destnîşan kir ku hin derdor êdî vê yekê tînin ziman û got; “Mînak Alîkarê Serokê CHP’ê Gursel Tekîn û hin kesên din diyar kirin ku di meha gulanê de zêdetirê sed û pêncî leşker hatine kuştin û ragihandin ku piraniya wan ji raya giştî têne veşartin.”

HEWLDANÊ ŞERÊ PSÎKOLOJÎK TÊK ÇÛN

Kalkan daxuyand ku çalakiyên gerîlayan di meha hezîranê de xurttir bûne û got; “Çalakiyên gerîlayan ên li her çar aliyên Kurdistanê yên di meha hezîranê de, bi çalakiya Oremar-Şitazinê di 19’ê hezîranê de gihiştin asta herî jot. Van çalakiyan bingeha Tirkiyeyê hejandin, bi temamiya rojeva siyasî ji nû ve diyar kirin û ji aliyê gelek derdoran ve hat gotûbêjkirin. Çima? Ji ber ku hemû derewên AKP’ê pûç kiriye. Lîstokên çareseriya xeyalî ya xwe dispêre derewan a ji aliyê derdorên xulamên AKP’ê ve hatibû afirtandin, hat pûçkirin. Careke din hêza lêxistinê ya gerîlayan nîşan daye. Li aliyekê hat nîşandan ku dê polîtîkayên şer ên AKP’ê bêne rûreşkirin, êrîşên AKP’ê dê bê bersiv nemînin û dê hesabê zextên li ser gel û gerîlayan were pirsîn. Li aliyeke din jî, bi rastî jî careke din aşkere bû ku hewldanên di çarçoveya şerê psîkolojîk de yên ji bo afirandina rojeveke xeyalî têk çûye.”

DIXWAZIN SUC BIAVÊJIN STÛYÊ PKK’Ê

Kalkan der barê şerê psîkolojîk ê ji aliyê dewleta Tirk ve tê birêvebirin de wiha axivî; “Bi rastî jî şerê psîkolojîk ewqas pêş ve çûye ku mirov matmayî dibe. Hinek ji wan wisa diaxivin ku mirov dibêje qey berê qet pevçûn çênebûne, dibêjin ev pevçûn ji ku derket, dixwazin astmosfereke wiha amade bikin. Lê 30 sal in ev şer heye. Gelo kesên vê yekê nedîtine hene, yên nezanin hene? Dîsa, mirov bibêje qey ya ku di zivistanê de êrîş dikir ne AKP bû. Wisa dikin ku, dibêjin qey yên ku li Botan, Garzan, Erzirom û Dêrsimê bi dehan gerîlayên amadekariya zivistanê dikirin, qetil kirin ne AKP bû. Weke ku ev komkujî çênebûne, dibêjin PKK êrîşan dike û ya şer dike û êrîş dike PKK ye. Dixwazin vî sucî biavêjin stûyê PKK’ê. Lê rêveberên AKP’ê jî baş dizanin ev sucê wan bi xwe ye. Tayyîp Erdogan ewqas ketibû psîkolojiya sucdaran, nedikarî serê xwe rake bi her du çavan bi wêrekî li kamerayn jî bimeyzîne.”

HESABÊ ÊRÎŞAN DÊ BÊ PIRSÎN

Kalkan destnîşan kir ku berxwedana gerîlayan nîşan da ku çiqaS hewl bidin, bila hewl bidin, gerîla vê yekê ji wan re nahêle û got; “Dê bi bersivdanê hesabê êrîşên li ser gelê Kurd, Rêberê Gelê Kurd û gerîlayan were pirsîn. Dê sucdar hesabê vê yekê bidin.”

Dûran Kalkan got; “Niha taybetmendiyek pir girîng a çalakiyên gerîlayan heye. Bi rastî jî, rastiyên siyasetê hemû aşkere û zelal kir. Hemû hîle û lîstokan rûreş û pûç kir. Rastî û dirustiyan bi awayeke pir zelal nîşanî her kesê da. Hesabê kiryarên her kesê pirsî.”

200 CENAZE HATINE VEŞARTIN

Duran Kalkan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi vî awayî ji meha Gulanê heta niha belkî heta ji dusedî zêdetir cenezae nehatiye dayîn û hatine veşartin. Aliyên ku bawer nakin bila lêkolîn bikin. Bila derxînin holê. Bi taybetî jî aliyê çapemeniyê. Di encamê de dê bibînin ku îdia ya me rast e. Mînak di berxwedanana Oremar-Şîteza de artêşa tirk wendahiyeke mezin da. Ji sedî zêdetir bû. fermandariyên şer meşandin 109 leşker dan kuştin. Hev hejmar dibe zêdetir be jî. Îîhtimala ku ev hejmar zêdetir e heye. Em bi baldarî lê binêrin. Pêşî di malperên fermandariya giştî de ev hejmar nêzî 15 hate weşandin û piştre jî ev daxistin 8’an û rewş veşartin.

PKK, PKK’BÛNÊ HER TIM DIPARÊZE

Kalkan bal kişand ser îdîayên “parçebûna PKK”ê û got; “Ev mijar jî dişibin hev. Bila çapmenî bê lêkolînkirin, PKK heta niha 50 carî hate parçekirin. Belkî rêveberên PKK’ê heta niha 50 carî ji hev re ev tişt gotine ev tişt kirine. Lê demek kin de derket holê ku ev hemû derew in. PKK, PKK’bûnê her tim diparêze. Rêveberî di nava yekitiyê de, peywira ku dikeve ser milê wan bi awayekî serkeftî dimeşîne. Ev yek aşkere û rastiyeke.”

Kalkan destnîşan kir ku her kes besha aloziya di navbera Abdullah Gul û Erdogan dike û wiha pê de çû: “Di navbera rêveberên AKP’ê de parçebûn, ji hev veqetin û nêrînên cuda di rojevê de ne. Bulent Arinç tiştekî dibêje, Beşîr Atalay tiştekî dibêje. Huseyîn Çelîk tiştekî dibêje. Wezîrê wan yê karkerê serxweş Naîm Şahîn tiştekî din dibêje. Tayîp Erdogan ji bo ku van sererat bike bi dehan carî hewl daye. Herî dawî neçar ma ku bêje ‘serokê giştî yê AKP’ê ez im.’

RAYEDARÊN AKP’Ê DÊ HEMÛ WEK TERORÎST BÊN DÎTIN

Kalkan bal kişand ser çalakiyên girtinê yên gerîlayan û diyar kir ku baskên darazê yên KCK’ê ev rewş lêkolîn kirine û rayedarên AKP û nûnerên dewletê ku li Kurdistanê wekî sûcdarên qirkirinê xwe bi rêxistin dikin sûcdar hatin dîtin. Kalkan wiha pê de çû: “Di vê esasê de saziyên darazê afirandin. Doz hatin vekirin, dikare zêdetir doz bê vekirin. Ji ber vê dewlet û hikûmeta ku me terorîst dibîne, dixwaze me tune bike, me jî wekî pewyirê da ber xwe ku em wan terorîst bibînin, wekî sucdarê qirkirinê bigirin û bidarîzînin. Di vê esasê de girtin û lêpirsîn pêk hatin. Ev ê zêdetir bibin. Ev ê êdî bi darizandinê bidome. (…) Çawa ku AKP hemû BDP’yiyan terorîst dibîne, parlamenteran digire, şaredaran digire, jinan digire, dibêjin KCK’yî teroîstin û cihê wan girtîgeh e, li Kurdistanê jî hemû rayedarên AKP’ê terorîst û kujer in.”

BERXWEDANA WAN A PÎROZ SILAV DIKIM

Kalkan bal kişand ser her kesê ku li derve û zindanan li hemberî operasyonên qirkirinê xwe bi rêxistin dikin û li ber xwe didin û silav kirin. Kalkan wiha domand: “Ez ji ber vê berxwedana wan a pîroz wan silav dikim. Di riya raste ne. Divê tu carî ji riya xwe ya rast gumanê nekin, paş ve gavê navêjin. Bi rastî jî gelê kurd, siyaseta demokratîk helwestek bi rumet nîşan daye. Jixwe riyeke din jî tune bû. Dê çi bihata kirin. Dê li ber hîle û lîstikên AKP’ê serî bitewandana. Dê li hemberî gefên AKP’ê bê deng bimana. Na divê ev tu carî nehatana kirin. Jixwe wisa jî nebû. BDP û aliyên demokratîk hemû di nava sekneke bi rumet û demokratîk de bûn. Li hemberî hemû êrîşan rawestan û berxwedan. Bedela wê zext bûya, îşkece jî bûya, zindan jî bûya qehremaniyeke mezin dan ber çavan. Bi hevr e tevgeriyan. Niha jî wisa ne. Em bawe rin dê heta dawiyê jî wisa be. Li aliyê azadî, demokrasî û yekitiyê bû. Li dora Rêber Apo bûn xelek û mafên xwe yên demokratîk parastin. Têkoşîna azadiyê di her şert û mercî de pêş ve birin.”

ERDOGAN Û OZEL SÛCDAR IN

Kalkan da zanîn ku ser komkujiya Roboskê de 6 meh derbas bûn û wiha got: “Em 34 welatiyên xwe yên ku bi fermana Nejdetê kîmyewî hatin qetilkirin careke din bi bîr tîn. Em ji malbat û gelê xwe re sebrê dixwazin. Bi rastî bûyereke girîng e komkujiya Roboskê.

Hin alî, rêveberên BDP’ê der barê vê mijarê de ji Tayyîp Erdogan pirs pirsîn. Gotin fermana êrîşê kê daye. Bila aşkera bikin. Erdogan li şûna ku vê aşkera bike, rêveberên BDP’ê wekî ku dest dirêjê tevgera wan kiriye sûcdar kir. Di esasa xwe de sûcdariya xwe veşart. Ev jî nîşan da; Ferman bi xwe Erdogan daye. Sûcdarê esas Erdogan û fermndarê Giştî Necdet Ozel e. Gelê kurd û rayagitşî jî vê yekê baş dizane.

Dûran Kalkan wiha domand; “Destê kê di berîka kê de ye nayê zanîn. Mirov bi rastî nizanin ku gelo Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan bi rê ve dibe an Serokê Amerîkayê an jî CIA bi rê ve dibe. Ne diyar e. Wê demê bûyer zêdetir tevlîhev e. Wisa xuya dike ku pir zêde hevûdin bi kar tînin. Lê ev hemû bikaranîn, sûcdarbûna Tayyîp Erdogan û Nejdet Ozel ji holê ranake, kêm nake. Talîmata komkujiyê wan da. Komkujî wan pêk anî. Gelo dibe ku hinekan ew anîbin vê rewşê. Ger ku wisa be jî divê vebêjin. Ger wisa be jî berpirsyariya Ozel û Erdogan ji holê ranake. Sûcê wan sabît e. Teqez dê rojek bê ew dê li ber edaletê hesabê vî sûcî bidin.

KOMKUJÎ NE TESADUFE

Kalkan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser komkujiya Rihayê û wiha got: “Daxuyaniya Erdogann li ser komkujiyê da da rastiya hikûmeta AKP’ê vedibêje. Ev jî nîşan dide ku çiqas derew tên kirin. komkujiya Rihayê çi derxist holê? Yanî xuya dike ku komkujiya Roboskê ne tesaduf e. Di encama şaşiyekê de çênebûye. Berovajî vê di encama polîtîkaya qirkirinê ya AKP’ê de pêk hatiye. Bi plan û zanebûn hatiye kirin. berspir AKP ye. Girtîgeha Rihayê jî ev derxistiye holê. Dibe ku sibe li cihekî din jî komkujî pêk were. Divê her kes vê bizane. Ger ku AKP naxwaze komkujî pêk were û ji vê yekê re bêje êdî bese,divê berpirsên komkujiya Roboskê û Rihayê derxe holê. Divê hesab bê pirsîn.”