Kalkan: Hêrsa ciwanên Kurd li Enqereyê hat dîtin

Kalkan bal kişand ser hêrsa ciwanên Kurd û got, "Eger tu Kurdan bi birîndarî qetil bike, tu benzînê lê bike û bişewitîne, hingî wê ciwanê Kurd bi hêrs bibe. Me ev hêrs li Enqereyê dît. Dibe ku ev hêrs ne carekê, hezar carî bê nîşandan."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, ku hêrsa ciwanên Kurd mezin dibe û got, "Eger tu Kurdan bi birîndarî qetil bike, tu benzînê lê bike û bişewitîne, hingî wê ciwanê Kurd bi hêrs bibe. Me ev hêrs li Enqereyê dît. Dibe ku ev hêrs ne carekê, hezar carî bê nîşandan."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya Polîtîk Alan a MED NÛÇE û li ser berxwedana li Cizîrê, komkujiyên hovane yên AKP'ê, nîqaşên piştî çalakiya TAK'ê ya li Enqereyê, êrîşên AKP'ê yên li hemberî PYD û YPG'ê, rewşa li Bakurê Kurdistanê, nêzîkatiya rêveberiya Başûrê Kurdistanê û dema ji niha û pê ve bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk.

'BERXWEDÊRÊN CIZÎRÊ RÛMETA ME YA AZADIYÊ NE'

Kalkan di destpêka axaftina xwe de şehîdên berxwedana Cizîrê bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî û destnîşan kir, ku tevî bîlançoyeke giran jî berxwedêriya Cizîrê li gorî dîroka Kurd û Kurdistanê seknek nîşan da. Kalkan got, "Destana berxwedanê nivîsandin. Em ê vê ji bîr nekin, em ê nedin ji bîr kirin. Em ê hesabê wê bipirsin. Têkoşîna azadiyê ya gelê me di heman demê de berxwedana tolhildanê ye. Em ê vê berxwedanê her bidomînin."

Kalkan da xuyakirin, ku merasîma cenazeyan a her berxwedêrekî Cizîrê jî divê hêjayî sekna wan be û got, "Li şûna şînê, divê mirov rabin îsyanê. Mîna ku Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç jî got; ew rûmeta me ya azadiyê ne."

'BERPIRSYARÊ ÇALAKIYA LI ENQEREYÊ POLÎTÎKAYÊN ERDOGAN Û DAVÛTOGLÛ YE'

Kalkan bal kişand ser çalakiya li Enqereyê ya li hemberî artêşa Tirk û ev nirxandin kir:

"Eger tu rabe ewqasî exlaq, hiqûq, pîvan, mirovahî û nirxan nas neke, tu zilm û zalimiyê bike, yekê rabe wê ji te re bêje 'bisekine'. Ev piştre bûn dewlet. Serokwezîrek jî heye ku ji siyasetê nehatiye. Pîvanên siyasetê nizanin. Dema hêzê, çekê bi dest dixin, ji wan heye ku bûne her tişt. Dibêjin; em dikarin her tiştî bikin! Lê belê ev hêz bi her kesî re heye û her kes dikare bi kar bîne. Rewşa li Enqereyê ev nîşan da. Tiştekî ku Ahmet Davûtoglû û Tayyîp Erdogan ji vê çalakiyê re bêjin, nîne. Eger yek ji ber bûyera li Enqereyê dikeve, divê zanibe ku berpirsyarê vê polîtîkayên Erdogan û Davûtoglû ne. Di 24'ê Tîrmeha 2015'an de dest bi êrîşê kirin. Darbeyeke faşîst a sivîl kirin. Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê dest danî ser destilatdariyê. Her devera Tirkiyeyê kirin gola xwînê. Hin rojnamevanan manşeta 'em veguherîn welatê cenaze' bi kar anîn. Belê, lê ji yên ku ew nivîsandin e re dixwazim vê bêjim: Kê welat xist vî halî? Kîjan zîhniyet û polîtîkayê ev encam derxist holê."

'CIWANÊN KURD RÊXISTINÊN NÛ AVA DIKIN, XUYA YE WÊ BÊHTIR RADÎKAL BIBIN'

Kalkan destnîşan kir, ku divê polîtîka û zîhniyeta Erdogan û Davûtogû werin sekinandin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Me li Enqereyê dît. Dibe ku ev ne carekê be, hezar carî rû bide. Eger tu rabe Kurdan bi birîndarî qetil bike, benzînê lê bireşîne û bişewitîne, avahiyê li ser biruxîne, bi sedan kesan bide ber xwe û bişewitîne, hingî wê Kurd jî li vê hêrs bibe. Me berê gelek caran hişyarî dan: 'Binêrin! Rewş ber bi xeteriyê ve diçe. Hêrs mezin dibe. Hûn bi êgir dilîzin. Nekin!' dûre kesek nikare pêşî li vê hêrsê bigire. Niha em hatine cihekî welêt, êdî em bi xwe jî nikarin pêşî li vê hêrsê bigirin. Rêxistina ku ev yek kir, çend meh berê daxuyaniyek da û PKK bi pasîfîzmê sûcdar kir. Ciwanên Kurd rêxistinên nû ava dikin. Xuya ye wê bêhtir radîkal bin. PKK jî bi biryar e têkoşîna azadiyê ya gel bi rêya herî rast û bi bandor bidomîne. Lê belê hêrsa ciwanên Kurd a li hemberî polîtîkaya Erdogan û Davûtoglû dewam dike. Dîsa jî êrîşî sivîlan nekirin. Bi temamî leşkerî hedef girtin. Ew artêş niha li Kurdistanê şer dike."

'DIVÊ HER KES DERSÊ JI ÇALAKIYA LI ENQEREYÊ DERXÎNE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, tevî her kesî divê artêş jî dersê ji çalakiya li Enqereyê derxîne û got, "Malbatên zarokên xwe şandine leşkeriyê niha digirîn. Li şûna ku bigirîn, bila zarokên xwe ji bo kuştina Kurdan neşînin Kurdistanê. Ew 'zarokên' hûn dişînin mirovan serjê dikin. Yê îro Kurdan qetil dike, wê sibe rabe te jî qetil bike. Sendromeke Kurd derdikeve holê. Ev polîtîkaya 24'ê Tîrmehê wê her kesî bişewitîne. Bûyera Enqereyê divê weke hişyariyekê bê nirxandin, ku xwedî gelek dersên mezin e. Divê her kes hêrsa Kurdan bibîne. Eger ji wan nayê 40-50 mîlyon Kurdan qetil bikin, wê demê divê kes zêdegaviyê neke û bi awayekî hay ji xwe heyî, tevbigere."

'GELO RAST E KU SEROKKOMAREK BI VÎ RENGÎ DEREWAN BIKE?'

Kalkan hewldanên AKP û Erdogan ên heman piştî çalakiya li Enqereyê dixwest berpirsyariyê bixe stuyê PYD, YPG'ê weke encameke siyaset û zîhniyeta dij bi Kurd nirxand û got, "Radibin dibêjin, 'Yên li Amedê, li Cizîrê hewl didin welêt parçe bikin'. Baş e yê li Sûriyeyê çi dike? Hêzên PYD û YPG'ê heta niha li dijî Tirkiyeyê şer kirine? Ev rêxistinên gelê Rojavayê Kurdistanê ne. Rêxistinên ku di nava sînorên Sûriyeyê de tevdigerin û têkoşîna siyasî û leşkerî dimeşînin. Heta niha rewş bi vî rengî bû. Li dijî hiş û aqlê mirovan e ku ev rêxistin biçe Enqereyê û êrîşîe Fermandariya Giştî bike. Ji xwe niha derket holê ku yê çalakî pêk aniye ne Sûriyeyî ye, ne jî YPG'yî ye. Gelo rast e ku Serokkomar bi vî rengî derewan bike?"

'AKP LI PÊŞ ÇAVÊN CÎHANÊ DESTEKVANÊ DAIŞ Û EL QAÎDEYÊ YE'

Dûran Kalkan da zanîn, ku AKP ji bo Kurd li Sûriyeyê statuyekê bi dest nexin, çi ji dest tê niha dike û got, "Qebûl kir ku her kes biçe Cenevreyê, lê li dijî çûyîna Kurdan derket. Ahmet Davûtoglû dibêje, 'Wê Ezaz nekeve!'. Gelo Ezaz di destê kê de ye ku wê nekeve? Gelo ev Ezaz ji aliyê Ahmet Davûtoglû ve tê birêvebirin? Li Ezazê Cephet El Nûsra heye. Ev rêxistin baskê El Qaîdeyê yê li Sûriyeyê ye. AKP El Qaîdeyî ye. Di vir de du tişt hene. Ya yakemîn, dijminatiya li Kurdan e. Ya duyemîn jî, parastina DAIŞ û El Qaîdeyê ye. Eger tu li Sûriyeyê li dijî YPG/YPJ'ê şer bike, tu hingî DAIŞ'ê diparêze. Nakokî û şerê ji aliyê sîstema global ve qebûl dike, di navbera YPG û DAIŞ'ê de ye. Eger tu li YPG'ê bide, tu hingî DAIŞ'ê diparêze. AKP li pêş çavên cîhanê bi awayekî vekirî destekê dide DAIŞ û El Qaîdeyê."

JI GEL Û RÊVEBERIYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RE: GELO DI NAVBERA KOMKUJIYA CIZÎRÊ Û HELEPÇEYÊ DE ÇI CUDAHÎ HEYE?

Li ser helwesta Başûrê Kurdistanê ya li pêşberî hovîtiya AKP li Bakurê Kurdistanê dike de Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ev nirxandin kir:

"Ez dixwazim ji gel, partî û bi taybetî jî ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê, ji PDK'ê re vê bêjim: Dema hûn bi komkujiya li Cizîrê hesiyan, we çi hîs kirin? Hûn di vê der barê de çi difikirin? Çi cudahî di navbera qewimînên li Cizîr û Helepçeyê de heye? Helepçe di nava hemû Kurdan de rê li ber hêrs û nerazîbûnê vekir. Baş e, yên li Cizîrê ev pêk anîn kî ne? Yên jin, ciwan, zarokên Cizîrê li naverastê qetil kirin, benzîn bi ser mirovên birîndar de rişandin û ew şewitandin kî ne? Faşîzma AKP'ê ye. Tu aliyekî nîqaşê yê vê rastiyê nîne. Vê yekê ne ji ber berxwedana PKK'ê dike, ji ber ku PKK li ber xwe dike, ditirse û kêm dike. Eger PKK li ber xwe nede wê her tiştî bike.

'DAVÛTOGLÛ BI XWE KOMKUJIYA LI PIRSÛSÊ DA KIRIN, NE DAIŞ'Ê'

PKK'ê ev şer neda destpêkirin. Di 24'ê Tîrmehê de bi 400 sortî re ev şer ji aliyê Erdogan û Davûtoglû ve hat destpêkirin. Di 20'ê Tîrmehê de wan li Pirsûsê komkujî kirin. Gotin DAIŞ'ê kiriye, lê DAIŞ'ê berpirsyarî negirt ser xwe. Bi tenê Davûtoglû û Erdogan îdîa dikin ku ev komkujî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye kirin. Ez jî îdîa dikim, Davûtoglû bi xwe ev komkujî daye kirin. Ev êrîşa li hemberî gel bû. Bi 400 sortiyên êvara 24'ê Tîrmehê re pesnê xwe da û mîna serketineke mezin nîşan da. Îro vê wehşeta xwe hîn bêhtir didomîne. Hemû bajarên Bakurê Kurdistanê dişewitînin, xera dikin. Amed şewitandin. Niha radibin dibêjin 'li Enqereyê li dilê dewletê xistin'. Tu radibe li dilê Kurdan dide, Amedê xera dike. Ev ji aliyê AKP'ê ve tên kirin. Gelo PDK di vî warî de nêrîna xwe çi ye? Çi bihîst û çi hîs kir? Cizîr çiqas destek da berxwedana li Başûrê Kurdistanê? Dema li Cizîrê komkujî dibe, Başûrê Kurdistanê çi dike?"

'EGER KARIBIN PYD Û YPG'Ê TINE BIKIN, WÊ DOR BÊ PDK Û YNK'Ê'

Kalkan da xuyakirin, ku AKP avabûna rêveberiya Başûrê Kurdistanê weke şaşîtiyeke dîrokî dibîne û axaftina xwe wiha dewam kir: "ji xwe dibêje, 'Em ê li Bakurê Sûriyeyê, li Rojava heman xeteyê nekin'.  Û li ser vê bingehê êrîşî PYD, YPG'ê dikin. Eger karibin PYD û YPG'ê tine bikin, eger karibin PKK û HPG'ê tine bikin wê dor bê PDK û YNK'ê. Dibêjin 'me şaşîtî kir, eger em hêzê bibînin em ê vê şaşîtiyê ji holê rakin'. Kesên ku jê re dibêjin dost, hebûna wan ji bo xwe weke xeteriyekê dibîne û ji ber ku berê nehatine tinekirin, vê yekê ji xwe re weke şaşîtiyeke dîrokî dibîne. Divê gel û rêveberiya Başûrê Kurdistanê vê bibîne. Erdogan û AKP pragmatîst in, ji bo berjewendiyên xwe her tişt jê tê. Ev yek tê wateya; ti pîvana xwe nîne. Pîvana wan dijminatiya li Kurdan e.

Li Oslo hevdîtin kir, li Îmraliyê ewqas hevdîtin kir, hemû red kir. Sibe dikare bêje 'Me bi Barzanî, bi Talabanî re ti hevdîtin nekir' û hemûyan red bike. Ji ber ku duh bi Salih Muslim re jî hevdîtin kiribûn, bi YPG'ê re operasyona Tirba Suleyman Şah pêk anî bûn. Dûre înkar kirin. Di oxira berjewendiyê xwe de dikarin her tiştî bifiroşin."

'DIVÊ TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ WERE RAKIRIN'

Kalkan bibîr xist ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ev 11 meh in ti hevdîtin nayê kirin, ti agahî jê nayê girtin û destnîşan kir, ku zext û zilma herî mezin li Îmraliyê tê kirin. Kalkan got, "Heta ku ji Îmraliyê agahî neyê, divê em bizanibin bi her awayî xeterî gengaz e. Lewma divê her kes bi hişyarî û berpirsyarî tevbigerin. Di heman demê de dixwazim hişyariyê bidim rêveberên Tirkiyeyê; Bila baldar bin, bila Tirkiyeyê neşewitînin. Vaye bûyer li holê ne, ew ê jî bişewitin. Di vir de wê her kes winda bike. Pêwîste tecrîda li Îmraliyê were rakirin. Naxwe wê bandora neyînî li her kesî bike."

'MEHA ADARÊ WÊ BIBE PÊVAJOYEKE MEZIN A BERXWEDANÊ'

Ji bo rewşa ji niha û pê ve Kalkan destnîşan kir ku ew ê li ber bingeha berxwedana topyekûn têbikoşin û got, "Divê ciwan tevlî nava refên gerîla bibin û YPS'ê mezin bikin. Li her taxê divê hêzên YPS'ê hebin. Li her kolanê tîmek, yekîneyek YPS'ê divê hebe. Ciwan, extiyar, jin, mêr; YPS gelê rêxistinbûyî yê xwe diparêze ye. Bi berxwedaneke bi vî rengî re em dikarin faşîzma AKP'ê bifetisînin û bi ser bikevin. Divê Kurdistan li faşîzmê re bibe goristan. Meha Adarê pêvajoyeke mezin a berxwedanê ye. Serketin ji her demê bêhtir nêz e. Bihara 2016 wê bibe bihara Kurdan."