Kalkan da xuyakirin ku ew bangên ji bo agirbestê hêja dibînin û destnîşan kir ku ya niha gerîla dike bersivdayîneke kêm e. Kalkan got, "Serokwezîr Davûtoglû got ku di şeva destpêkê de li 400 hedefan xistine. Mafê gerîla heye bersivê bide her yek ji van êrîşan. Gerîla hînê destê xwe nebiriye ser tetîkê, ya ku niha dike bi tenê bersivdayînêk bi sînor e."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya MED NÛÇE û bûyerên di rojevê de nirxand.
Kalkan di destpêka axaftina xwe de ji ber salvegera komkujiya Şengalê şehîdên Şengalê û şehîdên komkujiya gundê Zergelê bi rêzdarî bibîr anî.
Kalkan da xuyakirin ku her kesê êrîşî PKK'ê dike, DAIŞ'ê diparêze û destnîşan kir ku her kesê li dijî êrîşên AKP'ê yên 24'ê Tîrmehê dernakevin, alîgirê DAIŞ'ê ne.
Kalkan anî ziman ku li Rojhilata Navîn tifaqa AKP-DAIŞ'ê heye û da zanîn ku li hemberî vê tifaqê divê her kes refên xwe diyar bike; ya wê li cem tifaqa AKP-DAIŞ'ê be, yan jî li cem yekîtiya demokratîk a li dora berxwedana Kurdan be.
'TI PLANEKE ME YA ŞERÊ LI DIJÎ ARTÊŞÊ TINEBÛ'
Kalkan diyar kir ku planeke wan a şerê li hemberî artêşê tinebû û got, "Paradîgma me û stratejiya me ne bi wî rengî bû. Em bi çareserkirina pirsgirêka rêveberiyê, bi demokratîkbûyînê re mijûl in. Eger berê artêşê nedabûna me, bi gotina 'di şevekê de me li 400 hedefan xistin' pesnê xwe nedabûna, ti rewşeke gerîla ya li dijî artêşê şer bike, tinebû. Yê ku artêş ji bo parastina desthilatdariya xwe ya siyasî bi kar tîne, yê ku polîsan jî di vê oxirê de bi kar tîne, hikûmet bi xwe ye. Artêş û polîsan weke hêza parastina desthilatdariya xwe bi kar tîne. Vê yekê jî li dijî civakê dike. Ev jî rê li ber şer vedike."
'GERÎLA HÎNÊ PÊ LI TETÎKÊ NEKIRIYE'
Kalkan bal kişand ser bangên hin derdoran ên ji bo agirbestê û ev nirxandin kir:
"HDP hinekî aktîf bû. CHP jî. Hin derdorên demokratîk bang dikin. Dibêjin, 'Bila alî li rewşa berê vegerin, destê xwe ji ser tetîkê bikişînin'. Em van dişopînin, qîmetê didin wan. Lê belê ev şer ne ji ber me ye. Ti kes nikare vê îspat bike. Li holê komkujiyên Amed û Pirsûsê hene, ewçend girtin û zext hene. Wê ev ji nedîtî ve werin û dûre rabin bêjin 'PKK ev çalakî kiriye'. Ev derew in. Tayyîp Erdogan û Ahmet Davûtoglû tengav bûne. Niha hewl didin destpêkirina vî şerî bixin stuyê PKK'ê, lê nikarin vê îspat bikin.
Ya duyemîn jî; gerîla hînê pê li tetîkê nekiriye. Ya ku niha dike, bi tenê bersivdayîneke biçûk e. Ahmet Davûtoglû weke Serokwezîr got ku di şeva destpêkê de li 400 hedefan hatiye xistin. Eger mirov di berdêla her yek ji wan de bersivekê hesap bikin, wê demê mafê gerîla yê 400 caran bersivdayînê heye. Divê her kes vê bizanibe. Wekî din, du-sê hezar kes hatin binçavkirin, girtin. Ev hemû xusûsên ku pêwîstî pê heye qat bi qat bersiva wan bê dayîn. Lewma hînê gerîla çek bi kar neaniye. Destê xwe dirêjî tetîkê nekiriye.
Ti bersiveke daxuyaniyan nîne. Li Amedê 600 rêxistinên civakî yên sivîl daxuyanî dan. Piştî nîv saetê bihurî. Dûre hikmê Ahmet Davûtoglû, hikmê hikûmetê derbas dibe. Ev bang derbasdar nabin. Li pişt nayê sekinandin. Nayê birêxistinkirin û şopandin. Tê gotin û dibihure. Eleqeya vê bi rêveberiya demokratîk re nîne."
'SEDEMÊN ŞER HENE, HETA EV SEDEM JI HOLÊ RANEBEIN, ŞER JÎ JI HOLÊ RANABE'
Kalkan da xuyakirin ku gerîla ji destpêka sala 2013'an û pê ve fîşekek jî neteqand û got, "Lê wan çi gav avêtin? Ne tiştek. Du sal û nîv vala derbas bûn. Em naxwazin bikevin heman rewşê. Em ne hêzeke ku belasebep derketine serê çiyê û têdikoşin e. Rastiyên me hene ji bo civakê û ji bo me. Pêwîstiya me bi jiyaneke azad û demokratîk heye. Em ji bo vê têdikoş in. Li holê, sedemên rê li ber şer vekirin, hene. Ji ber vê yekê heta ev sedem ji holê ranebin, şer ji holê ranabe."
'LI SER YÊN HATINE HILBIJARTIN DÎKTATORIYA YÊN HATINE WEZÎFEDARKIRIN HEYE'
Kalkan diyar kir ku pirsgirêk ji ber rêveberiya yekparêz, şoven, neteweperest û dîktatoryal a AKP'ê ye û ev nirxandin kir: "Rêveberiyeke demokratîk nîne. Civak nikare xwe bi xwe bi rêve bibe. Mînak; hilbijartin tê kirin û keya, şaredar, parlamenter tên hilbijartin. Ti erkeke biçûk a rêveberiyê ya van hilbijartiyan nîne. Ji navendê ji Enqereyê Walî-qeymeqam tên wezîfedarkirin, hemû erk di destê wan de ne. Walî û qeymeqam her tiştî dikin. AKP got, 'me dawî li serdestiya yên hatine wezîfedarkirin li ser yên hatine hilbijartin anîne. Em rêveberiya hilbijartiyan ava dikin'. Ev derew e. Tiştekî weke rêveberiya hilbijartiyan nîne. Civak ji aliyê yên hatine wezîfedarkirin ve tê birêvebirin. Bajar û navçe ji aliyê Walî û Qeymeqaman ve tên birêvebirin û ev nehatine hilbijartin. Li bajarok, bajarokan her tişt di destê wan de ye. Ti bandora şaredariyê, rêxistinên civakî yên sivîl û keyayan nîne. Demokrasî bi vî rengî nabe, bi vî rengî rêveberiya demokratîk pêk nayê.
'SEROKKOMAR, SEROKWEZÎR TÊ HILBLIJARTIN, ÇIMA WALÎ Û QEYMEQAM NAYÊN HILBIJARTIN?'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan pirsa 'Serokkomar, Serokwezîr tên hilbijartin, lê çima Walî û Qeymeqam nayên hilbijartin?' pirsî û got, "Çima ew tên wezîfedarkirin? Ev rewş gelo ne serdestiya yên hatin wezîfedarkirin li ser yên hatine hilbijartin e? Li her deverê dîktatoriya yên hatine wezîfedarkirin li ser yên hatine hilbijartin, heye. Erk hemû di destê van de ne. Ev ne demokrasî ye. Bi vê rêveberiyê re êdî Tirkiye nayê bi rêve birin. Kurd qet nayê bi rêve birin."
'PKK HÊZA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK A TIRKIYEYÊ YE'
Kalkan da zanîn ku heta guherîn û veguherîna demokratîk di zîhniyet, startejî û siyasetê de pêk neyê pirsgirêk çarser nabin û got, "Em têkoşîneke mezin a demokrasiyê dimeşînin. Em hêza herî bingehîn a demokratîk a Tirkiyeyê ne. Ev 35 sal in em ji bo vê têdikoş in, em niha jî têdikoş in, em ê sibe jî vê têkoşîna xwe dewam bikin. Heta ku demokrasî li Tirkiyeyê serdest be, em ê vê têkoşîna xwe dewam bikin. Bila hemû dostên me, hêzên demokratîk, rewşenbîr û hunermendên Tirkiyeyê bizanibin, ku PKK hêza bingehîn a demokratîk a Tirkiyeyê ye. Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ewçend fedekarî kir, şehîd da û di şert û mercên herî zehmet de têkoşiya."
'ÇAREYA BI TENÊ BERXWEDANA TOPYEKÛN E'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser êrîşên dewleta AKP'ê û ragihand ku AKP'ê berê biryara êrîşê dabû û wê êrîş bikira. Kalkan got, "Nekarîn xwe li encamên hilbijartinê rabigirin. Li pêşketinên li Rojava qet xwe ranegirt. Ji ber vê xweranegirtinê, bi hêrseke mezin ji bo tinekirinê dixwaze êrîş bike. Lê belê divê her kes vê bizanibe; ew bê hêz in, ew qels in. Hêza AKP'ê ya li xwe li ser piyan bigire nîne. Hikûmet bi zora çekê, bi bikaranîna polîs û artêşê re dixwaze ji nû ve bê ser desthilatdariyê. Vê yekê jî dixwaze di ser Kurdan re bikin. Her kes dixwaze pirsgirêkên xwe yên desthilatdariyê bi lêdana li Kurdan, çareser bikin.
Êrîşeke şerê taybet ê topyekûn destpê kiriye. Li hemberî vê çareya bi tenê berxwedana topyekûn e. Divê gel li ber xwe bide, civaka Tirkiyeyê li ber xwe bide. Êrîş topyekûn e; Rêber Apo hedef digirin, gerîla hedef digirin, gel hedef digirin, siyaseta demokratîk hedef digirin. Wê demê berxwedana li dijî vê êrîşa faşîst, divê topyekûn be.
Rêber APo li ber xwe dide û ev 4 meh in ti hevdîtin qebûl nekiriye. Li Îmraliyê berxwedaneke gelekî mezin heye. Zextê dikin, zextê li Rêber Apo jî dikin. Ahmet Davûtoglû rabû got, 'Heta gerîlayeke/î bi tenê jî nemîne ew ê êrîşên me dewam bikin'. Heman zextê li Rêber Apo jî dikin. Bi van êrîşan re dixwazin vînê bişikînin, teslîm bigirin. Li holê şerekî vînê heye."
'DIVÊ RÊVEBERIYA WALÎ Û QEYMEQAMAN NEYÊ QEBÛLKIRIN'
Kalkan destnîşan kir, ku li hemberî hêzên dixwazin vîna xwe ya faşîst, şoven, navendî û otorîter bi wan bidin qebûlkirin divê ew vîna xwe ya demokratîk nîşan bidin û ev xal destnîşan kir:
"Hemû civak, hêzên demokratîk, saziyên civakî yên sivîl, di serî de jin û ciwan pêwîste li her deverê vîna siyasî ya demokratîk were nîşandan. Her gund, her tax, her bajarok û her bajar vîna xwe ya siyasî ragihîne. Divê bêjin, 'Ez ne mecbûrim her tiştên ji navendê, ji Enqereyê tên ferzkirin qebûl bikim. Ez naxwazim ji aliyê Walî û Qeymeqamên hatine wezîfedarkirin ve werim birêvebirin. Ez ê rêveberiya xwe bi xwe hilbijêrim'. Demokrasî tê wateya rêvebirina xwe bi xwe. Wê demê divê rêveberiya Walî û Qeymeqaman neyê qebûlkirin. Her jîngeh, her beşa civakê divê vîna xwe beyan bike. Divê bêje 'ez ê xwe bi xwe bi rêve bibim' û meclîsa xwe ya xwecihî, rêveberiya meclîsa xwe hilbijêre."
'PÊWÎSTE EM VÎNA NAVENDÎ YA FAŞÎST BIŞIKÎNIN'
Kalkan da xuyakirin ku ev yek cihêkarî nîne, parçebûn nîne û got, "Ev demokrasî ye. Demokrasî rê li ber hevgirtinê vedike, faşîzm, tekparêzî parçe dike. Lewma Xweseriya Demokratîk hevgirtinê diparêze. Rêveberiya xwe ya demokratîk hevgirtinê diparêze. Ji ber vê yekê divê her kes xweseriya xwe ragihîne. Divê rêveberiya xwe ya demokratîk destnîşan bike. Bi vî rengî pêwîste vîna demokratîk nîşan bidin. Li hemberî êrîşên ji bo şikandina vîna me tên kirin, divê em li her gund, tax, bajarok û bajaran vîna xwe ya demokratîk a azad nîşan bidin û vê vîna navendî ya faşîst bişikînin."
Kalkan herî dawî, li hemberî girtin û binçavkirinan bang kir ku her kes li tax, gund û bajarokê xwe xwe biparêze, parastina xwe bike.