Kalkan: 1’ê Hezîranê pêngava berxwedanê ye

Kalkan: 1’ê Hezîranê pêngava berxwedanê ye

Ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve pêngava 1’ê Hezîranê wekî pêngaveke berxwedanê tê pênasekirin. Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Duran Kalkan, diyar kir ku pêngava 1’ê Hezîranê ya sala 2004’an tê wateya berxwedana li hemberî polîtîkayên AKP’ê û mudaxelaya Amerîkayê ya li hemberî Rojhilata Navîn.

Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd PKK’ê gelek caran agirbesta yekalî îlan kir. Di 3’yemîn agirbesta yek alî di 1’ê îlonê ya sala 1998’an de hat îlankirin. Lê wekî agirbestên din dewleta tirk di sala 2004’an de ev pêvajo hat pûçkirin. Dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê bi israr dom kir. Tevgera Azadiya Kurd li hemberî vê pêvajoya ku xitimî de di 1’ê Hezîranê sala 2004’an de îlankirina parastina aktîf da. Bi vê pêvajoyê pirsgirêka kurd ket merheleyeke nû.

Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Duran Kalkan, pêngava 1’ê Hezîranê vegot û diyar kir ku Tevgera Azadiya Kurd di sala 1993’an û heta sala 1998’an 3 caran agirbest îlan kir. Kalkan, destnîşan kir ku di agirbesta sala 1998’an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Komployeke Navneteweyî pêk hat. Kalkan, daxuyand ku ligel israra diyalog û agirbestên yekalî dîsa jî dewleta tirk destjî polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê berneda.

Duran Kalkan, di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya sala 1993’an û got ku vê demê rêveberiyên dewletê Demîrel, Çîller, Gureş û Agar wekî çetewarî xebatên xwe didomandin û ev pevajo proveke kirin, hewldanên îmha û tasfiyeyê hat destpêkirin.

KONSEPTA ŞER A TOPYEKÛN

Kalkan, daxuyand ku di 1’ê îlonê sala 1998’an de agirbesta 3’yemîn hat îlankirin û vê deme jî konsepta şer a topyekûn pêk hat. Kalkan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di sala 93’an de armanca serkeftine a bi çek bi agirbestê hat taloqkirin. Agirbesta sala 98’an li ser esasê çareseriya siyasî pêk hat. Lê wê demê Komploya Navneteweyî pêk hat. Çawa di sala 93’an de şereke topyekûn hat destpêkirin vê demê jî Komploya Navneteweyî ya li hemberî Serok Apo hat destpêkirin û xwestin ku PKK’ê tasfiye bikin. Bi vê helwestê xwestin ku kurdan înkar û îmha bikin. Li hemberî vê jî Serok Apo, Tevgera Azadiyê û gel berxwedaneke mezin nîşan da. Bi dirûşma “Hûn nikarin Roja me reş bikin” li hemberî Komploya Navneteweyî berxwedaneke fedaîtî hat nîşan dan û komplo negihişt armanca xwe.”

ÎLANKIRINA AGIRBESTAN

Kalkan, got ku 2’ê tebaxê sala 1999’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd agirbesteke bêdem îlan kir û wiha axivî: “Piştî îlankirina agirbestê gerîla derketin derveyî sînorên TC’ê. 2 grûbên aştiyê hatin Tirkiyeyê. Bingeha aştiyê ya hêla teorîk hat avetin. Ev tişt bi saya Rêber Apo pêk hat. Rêber Apo li Îmraliyê ji bo çareseriyê ket nav lêhûrbûnê, PKK’ê anî asta tevgereke siyasî ya demokratîk a çareseriyê, teoriya wê pêş xist, pergala rêxistibûnê derxist holê. Pêvajoyeke 5 salan dom kir. Ji bo çareseriyê gelek hewldan û şans hat dayîn. Lê dewlet li gorî wê gav neavêt. Çend nirxandinên ku em qels man û me nekarî em bikin ya ku ji hêla rojnamegeran ve dihat kirin têr nekir. Çend hewldanên hikûmeta Ecevît pêk hatibin jî têr nekir, heta ku AKP bû hikûmet. Hikûmeta AKP’ê pêvajoya înkar, îmha û tasfiyeyê bi nêzîkatiyeke sînsî pêk dianî. AKP, qala aştî, azadî, demokratîkbûnê kir lê di pratîzakirinê de tiştek nekir.”

HEWLDANÊN TASFIYÊYE

Kalkan, destnîşan kir ku di sala 2005’an de Tayyîp Erdogan li Enqerê û Amedê qala çareseriya pirsgirêka kurd kir û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Erdogan gotinên xweş kir, lê derket holê ku li gorî salên borî bêtir pergaleke tenik a înkar û îmhayê hat pêşxistin. Wekî Mehdî Eker gotî ‘li şûna bikûjî bavêje girtîgehê.’ Înkar û îmhakirina kurdan dom kir, tenê malê kurdî axaftina tera kurdan dike hat gotin. Hikûmet azadî, demokratîkbûn, rêxistinbûn û vînê wekî pirsgirêk qebûl nekir. Aşkera bû ku li vir xapandin heye û mudaxelaya herêmê heye. Di pengava agirbesta yekalî de hat dîtin ku hikûmeta AKP’ê tenê di nav hewldanên tasfiye û îmhakirina PKK’ê de ye. Ji hêla AKP’ê ve polîtîkayên xapandinê ya li hemberî kurdan hat pêş xistin. Bi pengava 1’ê Hezîranê ya sala 2004’an de li hemberî AKP’ê hemleya têkoşîneke şoreşgerî hat dayîn.”

PÛÇKIRINA LÎSTÎKÊN AKP’Ê

Duran Kalkan, got ku pêngava 1’ê Hezîranê tê wateya pûçkirina lîstîkên AKP’ê û wiha got: “Êdî maskeya AKP’ê ket xarê. Rastiya AKP’ê derket holê. Di polîtîkayên şer ên taybet de AKP têk çû, bêtir li vir serkeftina kurdan bêtir zêde bû. Tevgereke mezin derket holê. Çalakiyên gerîla zêde bûn, serkeftinên mezin hatin bidestxistin. Hat vê astê ku Tayyîp Erdogan li Enqere û Amedê li polîtîkayên xwe mikûr hat. Êdî topyekûn berxwedan destpê kir. Di sala 2006’an de serhildanên mezin pêk hatin, piştî demek hewladên agirbestê ji hêla Amerîka û Yekitiya Ewropayê ve dihat kirin û gelek ronakbîr, nivîskar bang li PKK’ê kir ku bila agirbest îlan bike. Ligel van di 1’ê cotmehê sala 2006’an de dîsa agirbestek din hat îlankirin. Gelek derdor soz dan ku dê çareseriyek demokratîk pêk bê, me şansek da van. Lê hêj 2 meh derbas nebû ev gotin û hewldan hatin ji bîrkirin. Muhtiraya 27’ê nîsanê ya sala 2007’an baş tê zanîn. Tayyîp Erdogan, Yaşar Buyukanit li Dolmabahçeyê têkoşîna li hemberî PKK’ê de li hev hatin û biryareke hevpar dan. Hikûmet pêşiya Arteşa Tirk vekir, Arteşa Tirk jî pêşiya hikûmeta AKP’ê vekir. Di 5’ê mijdarê sala 2007’an de bi hevkariya Amerîkayê êrîşeke topyekûn hat destpêkirin.”

SIYASETEKE RAST BIMEŞÎNIN

Kalkan, di axaftina xwe de bal kişand ser pêngava ‘Êdî Bes e’ got ku berxwedaneke siyasî, bîrdozî û leşkerî peş ket. Kalkan, daxuyand ku gelek çalakiyên navdar yên gerilayan pêk hat û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Gabarê, Oramarê, Zapê berxwedaneke mezin pêk hat. Ev tişt bû sedema pûçkirina polîtîkayên şer a AKP’ê. Kurd di hilbijartinên herêmî ya 29’ê adarê ya sala 2009’an de serkeftineke mezin nîşan da, polîtîkayên siyasetê yê AKP’ê pûç kir. Di 13’ê nîsanê sala 2009’an de tevgera me carek din agirbesete yekalî îlan kir. Li hemberî vê biryarê di 14’ê nîsanê sala 2009’an de li hemberî siyasetmedarên kurd qirqirina siyasî destpê kir. Aşkera bû ku polîtîkayeke çareseriyê ya AKP’ê nîne. Li hemberî vê pêngava 1’ê Hezîranê ya sala 2010’an hat aşkerakirin. Niha têkoşîneke topyekûn heye. Ji bo stratejiyeke kurd rast bê xez kirin, divê vîna kurdan a neteweyî derkeve holê, ji bo vê jî hewceye ku konferans û kongreyeke neteweyî pêk bê. Hewcedariyeke yekitiyê heye. Heke li Kurdistanê şoreş serkeftî bê dê li Rojhilata Navîn jî şoreş serkeftî be. Divê her kes vê rastiyê bibîne, bi aqil tevbigere û siyasete rast bimeşine.”