Ka yên tabeleya du zimanî didaliqandin nedihatin darizandin?

Ka yên tabeleya du zimanî didaliqandin nedihatin darizandin?

Wezareta Navxweyî ya Tirk der barê endamên Meclîsa Şaredariya Dêrikê de ji ber ku di salên 2010 û 2011'an de navê hin kolanan û taxan guhert û di hundirê navan de tîpên W, Q û X derbas dibin lêpirsîn da destpêkirin. Wekîlê Şadedara Dêrikê Dogan Ozbahçecî anî ziman ku li aliyekî hikûmeta AKP'ê dibêje qedexeyên li ser kurdî tune, dê der barê tîpên kurdî de lêpirsînê dide destpêkirin.

Li aliyeki hikûmeta AKP'ê diyar dike ku wan astengî û qedexeyên li ser kurdî rakirine, li aliyê din Wezareta Navxweyî ya Tirk der barê xizmetên Şaredariya Dêrikê yên navê kurdî de lêpirsîn da destpêkirin.

Wezerat Tirk ji ber xebatên Şaredariya Dêrikê yên navguhertina kolan û taxan û tîpên W, Q û X li hemberî endamên meclîsê lêpirsîn da vekirin. Şaredariya Dêrikê di navbera salên 2010 û 2011'an de havê 32 kolan û 170 kuçeyan bi yek dengî guhert. Şaredariyê bi dirûşmeya "Em bajêr li nasnameya wî vedigerînin" navê kolan û kuçeyan guhert. Şaredariyê li şûna navê kolan û kuçeyên Cebeci, Ziya Gokalp û Yavuz Sultan Selim navên Welat, Xab, Rîya Qoserê û Xelat danî. Şaredariyê piştî nav guhert li şûna navên tirki navên resen ên kurdî danî.

Wezareta Tirk ji bo xebatên şaredariyê yên salên 2010 û 2011'ê lêpirsîn da destpêkirin. Wezaretê der bar tîpên X, Q û W'yê de lêpirsîn vekir û anî ziman ku bêyî biryara amîrên mulkiyê yên dewletê hebin nav nahite guhertin.Wezaretê da zanîn ku li gorî xala 81'an a hêjmar 1353'an a Zagona Tîpan a Tirk nayê qebûlkirin.

'DÊ DUZIMANÎ BERDEWAM BIKE'

Wekîlê Şadedara Dêrikê Dogan Ozbahçecî anî ziman ku li aliyekî hikûmeta AKP'ê dibêje qedexeyên li ser kurdî tune, dê der barê tîpên kurdî de lêpirsînê dide destpêkirin. Ozbahçecî anî ziman ku hikûmeta AKP'ê dirûye û li aliyekî TRT 6, zanîngehên wê serbest in, lê dema kurd bi xwe navên xwe li xwe dikin qedexe ne û wiha got: "Em vê biryara Wezîr bi tundî şermezar dikin û em dê du navan berdewam bikin.