'Jiyana min bi wêneyekî guherî'

Bêrîtan Amed şoreşgereke, ku wêneyê gerîlayeke jin a doçka bi kar danî û di televîzyonê de dît, bandor lê kir. Vî wêneyî jiyana wê guherand.

Bi vî rengî qala wê kêliyê dike: "Wê rojê, dema min li televîzyonê temaşe dikir, min wêneyê gerîlayeke jin a çeka doçka bi kar danî, dît. Wê çaxê min hêza jinê ya li ser çekeke mezin dîtibû. Ev yek bû xeyala min yekane." Û ew niha gerîla ye. Ew niha Bêrîtan a Doçka ye...

Em li Avaşînê li Bêrîtan rast tên. Bêrîtan Amed li ser girê Şehîd Serdar û yek ji bilindtirîn girê Avaşînê ye, bi erka xwe radibe, herêmê diparêze.

XEYALA WÊ BI WÊ RE MEZIN BÛ

Dema Bêrîtan Amed dibêje çîroka wê bi vê çeka niha bi kar tîne dest pê kiriye, em mîkrofona ajansa xwe jê re vedikin. Amed mîna gelek zarokên kurd bi êşa derxistina ji cih û warên xwe mezin bûye. Di salên 1990'î de, malbata wê li ber zext û ferza cerdevaniyê rabû û koçî metropolan kir.

Bi gotina, "Dema min li televîzyonê temaşe dikir, min wêneyê gerîlayeke jin a çeka doçka bi kar danî, dît. Wê çaxê min hêza jinê ya li ser çekeke mezin dîtibû" qala kêliya dayîna biryara herî girîng a jiyana xwe dike. Amed destnîşan dike, ku yekane xeyala wê bûyîna gerîlayek doçka bi kar tîne û got, "Ji bilî gerîlatiyê, min digot 'ez ê bibim jineke doçka bi kar tîne'. Ji aliyê din ve, dema min çekek ewçend mezin bi jinekê re dît, matmayî ma bûm. Min ji xwe re digot, 'gelo wê hêza min têrê bike?' Lê dîsa jî min dev ji xeyala xwe berneda. Bi rengekî bêsebir min dixwest mezin bibim û doçkayê bi kar bînim."

Amed di 17 saliya xwe de tevî xwişk û birayekî xwe berê xwe da çiyê. Di pratîkê de fêhm kir, ku ji bo bikaranîna doçkayê pêwîstî ne bi hêzê, bi hunera jinê heye. Amed diyar kir, dema her kes tê çiyê ji bo bibe gerîla tê û got, "Lê dema ez nû hatim û min heval dît, min ji wan re got, 'ez hatime ji bo çeka doçka bi kar bînim'. Wêneyekî jiyana min guherand. Dema min ev ji hevalan re got, heval matmayî man. Û hevalan ji min re gotin, ku ev yek wê hinekî dirêj bajo. Lê ez bi israr bûm. Hevalan ji min re gotin, ji bo vê divê xwe perwerde bikim. Lê diviyabû hê di destpêka tevlîbûnê de xeyala xwe ya doçkayê bi cih bînim. Ez ji bo vê hatibûm çiyê. Diviyabû doçkayê bi kar bînim û tola dûrxistina ji cih û warên xwe hilînim."

NE BI HÊZÊ, LÊ BI HUNERA JINÊ...

Bêrîtan Amed ji ber biryardariya xwe, bû bikarhênera doçkayê. Amed wiha qala rewşa xwe ya niha dike: "Li ser israra min, hevalan dixwestin min bişînin perwerdeyê. Lê belê min nekarîbû sebir bike û li yekîneya ez di nav de bûm, yekser hînî wê çekê bûm. Ez zû bûm bikarhêreke doçkayê. Ya rast, ez niha pê hesiyam ku xeyala min gelekî rasteqîn bû. Çeka doçka gelekî mezin xuya dike, lê jê e hêz navê. Ziravî û hunerî pîvana bingehîn a doçkayê ye. Û niha dibêjim, baş bû ku wî wêneyî bandor li min kir û jiyana min guherand."

Hevalên wê niha bi navê 'Bêrîtan a Doçka' bang lê dikin. 24 saetan li dijî êrîşên gengaz ên ji hewa û erdê, herêmê diparêze.