Endamên DOKH'ê ku dê ji gelek bajarên Tirkiyeyê li hev bicivin, dê biçin gundên hatine valakirin a ji ber pêvçûnên li Şemzînanê pêk tên e û ji bo pêvçûn bên rawestandin bang li dewletê bikin.
Endamên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ên di serî de Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Wan, Êlih û yên li gelek bajarên Tirkiyeyê dê herin Şemzînanê. Seroka Komeleya Jina ya SELÎS'ê Rûşen Seydaoglu, diyar kir ku ew dê herin gundên ku ji ber pêvçûna li Şemzînanê hatine vala kirin, bi amadekariya metneke hevpar daxûyanî bidin çapemeniyê. Seydaoglu, da zanîn ku ji bo dawî li pêvçûnan bê ew dê bang li dewletê bikin. Seydaoglu, destnîşan kir ku êdî ew naxwazin zarokên kurd û tirkan jiyana xwe ji dest bidin. Seydaoglu, anî ziman ku ew dê bi çalakiya pêk bînin re helwesta jinan a li hemberê şer bînin ziman. Seydaoglu, ev tişt gotin: "Her wiha me hin agahiyên ku hin çekên kîmyewî tên bîkaranîn. Heke tiştek wiha hebe em dixwazin bêne aşkere kirin. Jin naxwazin Tirkiye careke din vegere salên 90'î. Ji ber vê yekê dê rola xwe ya dîrokî bilîz in."
Seydaoglu, diyar kir ku ew dê îro di seat 16.00'an de li ber avahiya rêxistina BDP'ê ya Bajarê Amedê li hev bicivin û bi rê bikevin. Seydaoglu, wiha got: "Em wek endamên DOKH'ê yên Amedê îro herin Wanê. Piştî me şevê li Wanê derbas kir, dotira rojê jî herin Şemzînanê. Em dê bi hevalên xwe yên dê ji bajarên din bên re li wir bigihijin hev. Ev çalakî çalakiya jinan a xweser e. Hevalên jin ên di BDP'ê de jî dê piştgiriyê bidin me."