Jinan gerîla Zîlan spart axê

Jinan gerîla Zîlan spart axê

Cenazeyê Gerîlaya HPG’ê Mercan Sevim (Zilan Ruken) ku li gel 2 hevalên xwe li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da li Sêrtê bi girseyî spartin axê.

Di 22'ê gulanê de li navçeya Pulurê ya Dêrsimê operasyon derketibû û 3 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Malbata endama HGP'ê Mercan Sevim (Zîlan Rûken) ji bo cenazeyê keça xwe wergirin ji Sêrtê çûn Meletiyê.

Malbat piştî ku serî li dozgeriyê dan û cenaze nas kirin cenazeyê keça xwe wergirtin û ber bi Sêrtê ve bi rê ketin. Malbata Sevîm piştî cenaze wergirtin bi karwanekê mezin birin Sêrtê. Di pêşwazîkirina merasima cenazeyê Sevîm de Parlementerê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlîoglu û rêveberên BDP'ê amade bûn.

Şandeya BDP'ê cenaze li sêriyana Misirc, Sêrt û Hawelê pêşwazî kirin bi karwan ji dehan wesayit pêk dihat birin Sêrtê. Girsê piştî bi karwaneke mezin cenaze birin Mizgefta Seyran Tepe ya Malên Komî yên Şemsika ya li taxa Kooperatifê wecîbeyên olî pêk anîn. Bi sedan jin darbesta cenaze danîn ser milê xwe û birin mizgeftê. Jinan piştî wecîbeyên olî pêk anîn, dîsa bi konvoya ku ji sedan maşîne pêk dihat birin goristana bajar a Sêrtê. Di merasima cenaze de polîsan astengî derxist. Cenazeyê Sevîn di bin dorpêça polisan û maşîneyên zirxi de birin Goristana Şeyh Musa û li vir bi girseyî hate definkirin.

Cenazeyê Sevîm ji aliyê jinan ve hate definkirin. Di merasima cenaze de Parlementerê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlîoglu, ani ziman ku hikûmet dixwaze bi van kuştin û operasyonan çavê gelê kurd bitirsîne, lê gelê kurd bi van operasyanan natirse. Zenderlîoglu, da zanîn ku kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest didin rûmeta gelê kurd in û gelê kurd dê li rûmeta xwe xwedî derkevin. Zenderlîoglu, destnîşankirir ku komkujiyên Roboski, 33 gule û kuştinên din gel ji doza azadiyê sar nake.

Piştî merasimê girse heta mala şînê ya li taxa Kooperatifê ku ji bo Mercan Sevim hate vekirin meşiyan û mal ziyaret kir.