Jina pîr a ji ber "qedexeyê" bi tenê ma, jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, "qedexeya derketina derve" di roja 8. de dewam dike. Li navçeya ku dorpêçî û êrîşên hêzên dewletê dewam dikin, cenazeyê jineke pîr hat dîtin.

Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, "qedexeya derketina derve" di roja 8. de dewam dike. Li navçeya ku dorpêçî û êrîşên hêzên dewletê dewam dikin, cenazeyê jineke pîr hat dîtin.

Hat ragihandin ku Momî Beşeren a di sala 1928'an de ji dayik bû û li Taxa Cevîpinarê dijiya, ji ber ku nikarîbû ji ber "qedexeya derketina derve" xwe bigihîne zarokên xwe, jiyana xwe ji dest da. Zarokên Beşeren, dema danê sibehê çûn malê, cenazeyê Beşeren dîtin.

Polîsên Tirk nahêlin ku cenaze ji malê bê derxistin û were veşartin.

...