Jin li Parîsê ji bo ‘edalet û heqîqetê’ meşiyan

Endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst û Kurdistanî ji bo ronîkirina Komkujiya Parîsê li kolanan bûn.

Endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst û Kurdistanî ji bo ronîkirina Komkujiya Parîsê li kolanan bûn. Di çalakiya ji ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd heta Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê pêk hat hat gotin ku wê ji bo “edalet û heqîqetê meşa xwe bidomînin.

Girseya li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kom bû, saet 14.00’an bi dirûşman dest bi meşê kir.

Di axaftinên kurt ên meşê de bal kişandin ser polîtîkayên qirker ên Tirkiyeyê û operasyonan.

Girseya hat ber Buroya Enformasyonê deqeyek rêzgirtin pêk anîn. Di axaftinên li ber Buroya Enformasyonê de hat diyarkirin ku daraza Fransa di mijara ronîkirina hêzên li pişt komkujiyê de hewl nade û Tirkiye van komkujiyên xwe didomîne.

Çalakî piştî axaftinan bi dirûşm û tilîliyan bi dawî bû. 

...