Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakîyên gerîlayan de daxuyaniyek da û diyar kir ku gerîlayê jin ên YJA-STAR’ê, li Mêrdînê rê kontrol kirine û li gelek cihên di çalakî li dar xistine. HPG’ê ragihand ku li Dêrsimê jî panzerek hatiye rûxandin û li Çelê leşkerek hatiye kuştin.
GERÎLAYÊN YJA-STAR RÊ KONTROL KIR
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 29'ê Hezîranê de di navbera saet 20.00-21.00'an de di navbera navçeyên Nisêbîn û Midyada Mêrdînê ji aliyê gerîlayên me yê YJAStarê rê hatiye birîn û venêrîna nasnameyan hatiye kirin. Li vir nêzî 50 wesayitî hatiye rawestîn û ji gel re li ser çalakiya Rêheval Zîlan, tecrîda li ser Rêber APO û terora dewletê agahî hate dayîn.”
LI DÊRSIMÊ PANZEREK HAT RÛXANDIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 29'ê Hezîranê de di saet 22.30'an de li ser riya navçeya Xozata Dersimê li nêzî Gundê Arman ya bi ser Çîçekliyêye ji aliyê gerîlayên me ve li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derdiketin operasyonê çalakiyek hatiye lidarxisitin. Di encama çalakiyê de panzerek hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan herêm hatiye bombekirin û bi piştgiriya 2 helîkopterên skorskyan kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye.”
Di berdewa daxuyaniyê de hag gotin ku di 30'ê Hezîranê de di saet 07.30'an de li dijî karwanê leşkerî yên ji bo teqwiyeyî operasyonê dihatin herêma opersayonê ji aliyê gerîlayan ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin û ragihad; “ Di encama vê çalakiyê de cemseyeke dijmin hatiye derbekirin. Piştî vê çalakiyê jî artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan herêm bi dijwarî bombebaran kiriye. Di heman rojê de di saet 11.30'an de li ser girê Arman li dijî yekîneyeeke dijmin ji aliyê gerîlayê me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn û keşfê ya ji aliyê yekîneyên veşartî tê meşandin berdewam dike, herweha şewata di encama bombebarana dijmin destpêkiriye hîn jî berdewam dike.”
LI ÇELÊ LEŞKEREK HAT KUŞTIN
HPG’ê got; “ Di 30'ê Hezîranê di saet 16.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li nêzî qereqola Girê Ortê li dijî leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me yê YJAStarê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin leşkerek jî birîndar bûye. “
LI DIJÎ BAŞÛR TOPBARAN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 30'ê Hezîranê de di navbera saet 23.00-24.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Şeladizê li dijî herêma Kurê Jahroya bi ser Zapêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
Di 1'ê Tîrmehê de di saet 06.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî Herêma Mele Emîn û Geliyê Şehîtlîkê yên bi ser Oremarê ve ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”