Nunera Bilind a Peywendiyên Derve ya Yekitiya Ewropayê Catherine Ashton bang li PKK’ê kir ku Parlementerê CHP’ê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun serbest berdin.
Nunera Bilind a Peywendiyên Derve ya Yekitiya Ewropayê Catherine Ashton der barê binçavkirina Parlementerê CHP’ê yê Dêrsimê ji aliyê HPG’ê ve daxuyaniyek da û xwest serbest bê berdan.
Ji berdevkan Sebastien Brabant bi navê Ashton daxuyanî da û got; “Yekitiya Ewropayê bi awayeke bi guman revandina Parêzer û Parlementerê CHP’ê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun ji aliyê ‘rêxistina terorê PKK’ê’ ve bihîstiye” û xwest tavilê serbest bê berdan.