Ji YDG-H têkîldarî qetilkirina Tahîr Elçî daxuyanî

Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H), têkîldarî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û pêşketinên piştî wê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya YDG-H de wiha hat gotin: “Ji du rojan ve medyaya di bin kontrola AKP’ê têkîldarî qetilkirina rewşenbîrê welatparêz ê Kurd Tahîr Elçî û pêşketinên piştî wê de hin nûçeyên ne rast, ji bo karibin sûcdaran veşêrin serwîsî raya giştî dikin.”

HEWL DIDIN KUJERIYA POLÎSAN BINUXUMÎNIN

Daxuyaniya YDG-H wiha didome: 
Wek di medyayê de hat dîtin, 28’ê Mijdarê du hevalên me yên dihatin şopandin ji aliyê polîsên sivîl di taksiyek bazirganî de hatin sekinandin, di pevçûna li vir qewimî de 2 polîs hatin kuştin. Piştî vê pevçûnê guleyên endameki me namîne, yê din jî xwedî çekek xerabeye, dema endamê me hewl didin ji qadê derkevin bê hemdî dikevin kolana ku  Tahîr Elçî û endamên dezhegên civaka sivîl daxuyaniyê didin.  Li vir li hember hevalên me polîs mudaxeleyek duyemîn dikin, wek di kamerayan de jî tê dîtin hêzên me ti gule navêtine, tenê hewl didin bi lez ji qadê derkevin. Dema qetilkirina Tahîr Elçî jî tê zanîn ku endamên YDG-H ên li aliyê din jî ti mudaxeleyan nakin. Ji aliyê medyaya şerê taybet wek nêrînek ku pevçûnek çekdarî derketiye dixwazin ava bikin, hewl didin ku bi vê ve ji aliyê polîsên li wir bi planî û qestî qetilkirina Tahîr Elçî binuxumînin. 

JI BO ASTENGKIRINA DOZGER TI MUDAXELEYÊN ME ÇÊNEBÛN

Her wiha piştî bûyerê ekîbên lêkolîna qadê yên hatin cihê bûyerê bi armanca reşkirina delîlan li derdora xwe gule reşandin, bi îdîaya wek pevçûn heye ketina dozgeran a qadê ku ji bo cihê bûyerê lêkolîn bikin û delîlan kom bikin asteng kirin. Ne hêzên me ne jî gelê Sûrîçî ji bo astengkirina dozgeran ti mudaxele nekirine, ev rewş jî di dîmenên kamerayan de bi awayekî zelal tê dîtin.
Piştî vê bûyerê bi qedexeya kolanan a li qada Sûrîçî hêzên şerê taybet li hember mal û xaniyên gelê sivîl êrîşeke mezin meşandin, di xanî û dikanekê de xisarek mezin çêbûye. Li Sûrîçî û qadên din ên xweserî hatine îlankirin pêkanînek bi armanca koçkirina gelê me ji jiyangehan wan ketiye meriyetê. Li hember vê konseptê û zextan pêwîst e gelê me yê welatparêz bi gelê me yê bi êrîşên hêzên çete yên dewletê re rû bi rû mane re di nav piştevaniyê de bin. Divê vê polîtîkaya bêmirovkirinê ya li ser Kurdistanê tê ferzkirin bi terknekirina jiyangehên xwe ve vala derxin. Di vê mijarê de pêwîst e tevahî hêzên demokratîk piştgiriyek zêdetir bikin.