Ji wekîlê BDP’ê yê girtî re daxwaza 10 sal ceza

Ji wekîlê BDP’ê yê girtî re daxwaza 10 sal ceza

Dozger, di rûniştina doza 28 siyasetmedarên kurd ê ku di nav de Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbranîm Ayhan jî heye 375 sal cezayê girtîgehê xwest. Ayhan, diyar kir ku ew 2 sale girtî ye û ji ber tercuman peywirdar nekirin bi tirkî parastinê nake.

Rûniştina doza 28 siyasetmedarên kurd ên di nav de Parlementerê BDP'yê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî heye li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Di rûniştinê de kesên girtî û parêzer tevlî bûyî de dozger mutaleya xwe pêşkêş dadgehê kir. Di mutaleyê de hate gotin ku Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan di Rêveberiya Bajar a KCK'ê ya Rihayê de cih digire û berdevkê bajarê e.

Li gel vê yekê hate îdîakirinku Ayhan merasîmên gerîlayên HPG’ê vediguherîne propagandeyê. Di mutaleyê de hate gotin ku Ayhan, di navbera endamên KCK'ê yên Amedê de kordîneyê pêk tîne û ji bo peywirdarkirina endamên KCK'ê hevdîtin kirin û birêxistinbûna jin û ciwanan re eleqedar bû. Hate îdîakirin ku Ayhan weke rayedarê KCK'ê mudaxele li rêveberên şaredar û bajarokan kir. Dozgeriyê ji ber vê yekê îdîa kir ku Ayhan "Endamê rêxistinê ye" û xwest ku bi 15 sal cezayê girtîgehê bê cezakirin.

WERGER TUNE BE, PARASTINA BI TIRKÎ JÎ TUNE YE

Piştî mutaleyê Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Ayhan mafê axaftinê girt û bi tirkî got, "Min ji dest pêka darizandinê heta niha min xwest ku ez bi kurdî parastina xwe bikim. Lê ji vê yekê re destûr nehate dayîn. Nêzî 2 salin ez têm darizandin. Lê ji bo parastinê tu derfet nehatin nasin. Heke ji bo parastina kurdî werger bê peywirdarkirin ez dê parastinê bikim. Heke ez bi tirkî parastinê nakim."

Di mutalayê de hate îdîakirin ku Aynur Ozak Şahîn, Adîle Fîdan, Azîze Yagiz, Sakîne Kayran, Fatîme Sîlgîr û Mensur Engîn ji bo ku Gulîstan Encu (17) a ku di dosyayê de di roleke girîng de ye dê şandinban çiya bi zanebûn alîkarî kirin. Di mutaleyê de hate gotin Şahîn Gulîstan Encu bire mala xwe û bi vê yekê "Propagandeya rêxistinê" kir û ji bo biçe çiya hewildan kirin û anî naçveya Siverekê û ji ber vê yekê sûçê "Li gel neendamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kir"

375 SAL CEZAYÊ GIRTGEHÊ

Dozgeriyê di nav de Ayhan jî heye der heqê 19 kesan bi îdiya "Endamên rêxisitnê ne" 285 salî cezayê girtîgehê xwest û ji 9 kesan re jî bi îdîaya "Ligel ne endamên rêxistinê li ser navê rêxistin sûç kirin" 90 sal cezayê girgîhê xwest. Piştî navberê parêzeran ji bo li hemberî mutaleyê parastinê bikin daxwaza demê kirin. Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û rûnîştin taloq kir.