Ji Walîtiya Colemêrgê derewa Şemizînanê

Ji Walîtiya Colemêrgê derewa Şemizînanê

Walîtiya Colemêrgê angaşt ku operasyona ji 23’yê tîrmehê ve li Şemizînanê berdewam bi dawî bûye. Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Adîl Kurt got; “Operasna neyî bi dawî bû” û Şaredarê Şemizînanê Sedat Tore jî ragihand ku heta niha jî 7 gund vala ne.

Walîtiya Colemêrgê, di daxuyaniya weşand de îdîa kir ku pevçûnên piştî kontrola gerîlayan a ji 23’yê tîrmehê ve li ser herêmê, îro bi dawî bûne û diyar kir ku gundiyan li gundên xwe dest bi jiyana xwe ya asayî kirine.

Beriya vê daxuyaniyê, Qeymeqamê Şemizînanê tevî Dozgerê Komarê, Midûrê Emniyetê û rayedarên leşkerî di bin tedbîrên berfireh ên leşkerî de çûbûn herêmê.

DU ROJ IN JIXWE PEVÇÛN TUNE NE

Şaredarê Şemizînanê Sedat Tore ji ANF’ê re axivî û daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê weha derewand: “Ev du roj in jixwe tu pevçûn tune ne.” Tore diyar kir ku ji duh ve çûn-hatina li herêmê hatibû qedexekirin û destnîşan kir ku ji ber israra gundiyan gundikên Nîrkûlayê, komek çû serdana gund. Tore got; “Tevî wan yekîneyek mezin a leşkerî û xebatkarên gelemperiyê jî çûn, di nava çend saetan de lêkolîn kirin û vegeriyan.”

HEFT GUND VALA NE

Şaredar Tore destnîşan kir ku li herêmê hîna jî gund vale ne û bal kişand ser nakokiyên walitiyê. Tore gundên vale wiha rêz kir: Nîrkûya Jêrîn, Navîn û Jorîn, Bîgirt, Gergetî, Moşe û Binlatê vale ne.

Tore bi bîr xist ku şêniya van gundan bi giştî nêzî hezar kesî ne û der barê bîlançoya pevçûnan de jî destnîşan kir ku tenê duh cenazeyek anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Şemizînanê û ew jî birîne Şemizînanê.

KURT: GERÎLA HÎNA LI WIR IN

Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Adil Kurt, ji ajansa nûçeyan a çepgir a ETHA’yê re axivî û got;" Her çendî bêjin operasyon bi dawî bûye, lê ev yek nayê wê wateyê ku gerîla li wir nemane. Lê gerîla hîna jî li wir in, li derdora Goman û herêmên ku girtine dimînin. Bi vê daxuyaniyê dewletê rewşa heyî qebûl kiriye."

Kurt, bal kişand ku daxuyaniya “Gelek endamên rêxistina terrorê PKK’ê hatine bêbandorkirin” û diyar kir ku ev daxuyaniyek ne zelal e û wiha domand; "Em dizanin bîlanço bi çi awayî hatiye aşkerekirin. Cenazeyek tenê jî yê gerîlayan neketiye destê dewletê. Ev yek nîşan dide ku herêm heta niha jî di destê gerîlayan de ye. Dewlet êdî neçar ma ku vê yekê qebûl bike."

TU DIBÊJÎ QEY OPERASYON HEBÛ Û VEDIGERIN

Kurt destnîşna kir ku li herêmê jixwe her tim operasyonên hewayî hebûn û got; "Divê mirov ji daxuyaniya walîtiyê vê yekê fêm bike: Tu dibêjî qey operasyon pêk hat û paş ve vekişiya, wisa nîşan didin. Lê jixwe tiştek wiha tuen bû. Tenê ne yek leşker, ne polîsek û ne jî leşkerên bi pere operasyon li herêmê nekirine. Operasyona neyî bi dawî bû."

Kurt ragihand ku heta niha tu kes nekariye xwe bigihîne herêma pevçûnê û diyar kir ku ji ber vê jî zêde agahiyên der barê wendahiyan de tune ye û bi bîr xist ku dewletê heta niha der barê wendahiyan de tu daxuyaniyek nedaye. Adîl Kurt destnîşna kir ku heta niha jî 17 endamên tîmên taybet wenda ne û ji vana 11 birine Amedê, ev nûçe ne ji aliyê walîtiyê ve û ne jî ji aliyê cihek din ve nehatiye derewandin. Kurt got; “Der barê wendahiyên leşkeran de tu agahiyek tune ye."

Parlementer Kurt got; "Dewletê hewl da ku Şemizînanê ji nedîtî ve were, tune bihesibîne û weke ku tiştek tune ye nîşan bide. Niha jî dibêje operasyoneke neyî bi dawî bûye. Bi rastî jî em mereq dikin ev agahî dê raya giştî çiqas qane bike."