Navenda Jivana Jinê UMATARA, ji bo zarokan kamp organîze kir.
ANF
LÎNZ AM RHEIN
duşem, 13 tîrmehê 2015, 14:17
Navenda Jivana Jinê UMATARA, di navbera 10-12'ê Tîrmehê de li bajarê Elmanya Lînz am Rheinê, ji bo zarokan kamp organîze kir. Zarokan eleqeyeke mezin nîşanî kampê dan.
Kampa zarokan ku her sal bi awayekî rêkûpêk tê lidarxistin, îsal di navbear 10-12'ê Tîrmehê de pêk hat. Ji bajarên Elmanya Darmstadt, Bonn, Koln, Krefeld û Troîsdorfê zarok beşdarî kampê bûn.
Zarokên beşdar di roja destpêkê de li kelehek ji 2. Şerê Cîhanê maye, geriyan. Roja duyemîn jî avjenî kirin, êvarê li dora agirê kampê govend gerandin û sohbet kirin. Zarokan her wiha li çiyê derketin ger û geştê.