Ji TŞYG’ê li Gumuşhaneyê çalakî: 6 leşkerên payebilind hatin kuştin

Fermandariya Hevpar a TŞYG’ê da xuyakirin ku 5’ê Hezîranê li ser rêya Trabzon-Gumuşhaneyê mînîbusek jendermeyan kirine hedef û di encama çalakiyê de 6 leşkerên payebilind kuştine.

Fermandariya Hevpar a TŞYG’ê da xuyakirin ku li dijî faşîzma AKP û dewletê 5’ê Hezîranê li ser rêya Trabzon-Gumuşhaneyê mînîbusek jendermeyan kirine hedef. Hate diyarkirin ku di encama çalakiyê de 6 leşkerên payebilind hatine kuştin, hate destnîşankirin ku 4’ê Hezîranê li navçeya Payas a Hatayê jî komek mîlîtanên diçûn wezîfeyê, li hêzên dewletê yên ku xwe li erazî veşartibûn dane.

Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) daxuyaniyek nivîskî weşand, got: “5’ê Hezîranê li dijî faşîzma AKP’ê û dewletê, mîlîtanên me saet 10.00’an li ser rêya Trabzon-Gumuşhaneyê mînîbusek jendermeyan kirin hedef û lê dane. Di vê çalakiya mîlîtanên me de mînîbusa ku 6 leşkerên payebilind tê de bûn bêkêr bûye. Ji van leşkeran 6 mirine. Hêzên dewleta faşîst, domahiya 3 saetan rêya Trabzon-Gumuşhaneyê li trafîkê girtin. Operasyona ku piştî çalakiya mîlîtanên me destpê kirî, hê jî didome.

‘LI HATAYÊ YEKÎNEYA LEŞKERÎ BÛ HEDEF’

4’ê Hezîranê saet 14.00’an li navçeya Payas a Hatayê, mîlîtanên me yên ku diçûn wezîfeyê hêzên dewletê yên faşîst ku xwe di erazî de veşartibûn ferq kirine, ji mesafeyak nêz li vê yekîneya veşartî dan. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Mîlîtanên me bi saxlemî gihiştine cihên xwe yên wezîfeyê.”