Ji Tirkiyeyê êrîşa bi fuzeyan
Ji ser axa Tirkiyeyê bi fuzeyan êrîş li ser Kobanê pêk hat. Bişensê di êrîşên de ti kuştî çênebûn.
Ji ser axa Tirkiyeyê bi fuzeyan êrîş li ser Kobanê pêk hat. Bişensê di êrîşên de ti kuştî çênebûn.
Li gor nûçeya ANHA’yê, danê êvarî nêzî saet 20.30’an ji ser xaka Tirkiyeyê li dijî Kobanê êrîşa bi fuzeyan çêbû. Di êrîşê de 4 fuze hatin avêtin. Yek li gundê Xurxurî ket, her 3 fuzeyên din jî li eraziya mabeyna navenda Kobanê û gundê Termîkê ketin.
Hate hînbûn ku di vê êrîşa fuzeyan a ji Tirkiyeyê ti kuştî çênebûne, balkêş e ku êrîş danê êvarî piştî di operasyona Şehîd û Fermandar Faysal Ebû Leyla de bajarokê Ebû Qelqel û 4 gund hatin rizgarkirin pêk hat.
Vê êrîşa fuzeyan, wek hewldanên artêşa Tirk a parastina çeteyên DAIŞ’ê tê nirxandin.