Parlementera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan û şaredarên BDP’ê li navçeya Rezan a Amedê çûn serdana esnafan û bang li gel kirin ku sibê ji bo Mitînga 14’ê Tîrmehê li Qada Îstasyonê bin.
Tevî Aydogan Şaredarê Amedê Osman Baydemîr, Cîgira Şaredarê Amedê Hafîze Îpek, Şaredara Rezan Yuksek Baran û rêveberên BDP’ya navçeyê çûn serdana ensafên navçeyê.
Şaredarên Amedê bang li Amediyan kirin ku sibê beşdarî mitînga “Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk” bibin.