Ji Suryaniyan banga piştgiriyê

Ji Suryaniyan banga piştgiriyê

Federasyona Komeleyên Suryaniyan ragihand ku hin saziyên çapemenî û weşanê dixwazin nakokî têxin navbera Suryanî û Misilmanan û ev bang kir; “Hêvîya me ew e ku hemû bawermend, dmekrat û pêşketî li hemberî dijminahiya ku dixwazin pêş bixin helwest nîşan bidin û ji vê zîhniyetê re bêjin êdî bes e” û banga piştgiriyê kirin.

Endamê Partiya Saadetê Dogan Bekîn di daxuyaniya da rojnameya Millî de got; “Her kes xebatên ji bo avakirina dewleta mezin a Îsraîlê dizane. Lê ji bo temamkirina vê faktorê heye, ew jî ew e ku kirîna axa Dewleta Mezin a Asûr a li Başûrê Rojhilat (Bakûrê Kurdistanê)” û vê yekê ji bo hewldanên Suryaniyan ên ji bo radestkirina axa wan gotibû. Piştî vê di malperên weke Haberdiyarbakir.com, sanliurfa.com, rojname û portolên nûçeyan de nivîsên balkêş cih girtibûn.

Federasyona Komeleyên Suryaniyan der baêr mijarê de ragihand ku hin saziyên çapemenî û weşanê dixwazin nakokî têxin navbera Suryanî û Misilmanan û ev bang kir; “Hêvîya me ew e ku hemû bawermend, dmekrat û pêşketî li hemberî dijminahiya ku dixwazin pêş bixin helwest nîşan bidin û ji vê zîhniyetê re bêjin êdî bes e.”