Ji Sûrê ji bo berxwedanê silav: Baweriya me bi gelê me heye

Welatiyên ku li navçeya Sûrê bi xetereya qatlîamê re rû bi rû ne, berxwedana gelê Amedê silav kirin û wiha gotin: "Baweriya me bi gelê Amedê heye ku wê ti caran zarokên xwe bêxwedî nehêlin."

Welatiyên ku li navçeya Sûrê ya Amedê bi xetereya qatlîamê re rû bi rû ne bi rêya telefonê xwe gihandin ajansa DIHA’yê û berxwedana li Amedê silav kirin. Welatiyên li Sûrê diyar kirin ku wan ji berxwedana gel moreleke mezin girtine û wiha gotin: "Baweriya me bi gelê Amedê heye ku wê ti caran zarokên xwe bêxwedî nehêlin. Divê gelê me berxwedana xwe bidomîne. Gelê Amedê dilê Kurdistanê ye. Amed wê rûpelekî nû ya berxwedanê li berxwedana bi rûmet zêde bike. Ev berxwedan divê di şexsê Elîf Su a ji bo hemû zarokên Kurdistanê bi şev û roj berdewam bike. Amed bi şikandina vê dorpêçê ne wê negihîje zarokên xwe yên Sûrê, wê bersivê bide hemû êrîş û qatlîamên li Kurdistanê."