Ji Sûrê dengê teqîn û çekan tê
Li Sûrê ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan didomin, dengê teqîn û çekan tê.
Li Sûrê ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan didomin, dengê teqîn û çekan tê.
Li navçeya Amed Sûrê, ku dorpêçî û dagirkeriya dewleta Tirk di roja 84'an de ye, bi destpêkirina roja nû re êrîşan ji nû ve destpê kirin. Bi êrîşan re dengê teqîn û çekan jî bilind bû.
Hêzên YPS'ê jî bersivê didin êrîşên hêzên dewletê. Şer bi dijwarî dewam dike.
Ji saet 05:20'an û vir ve topbaran û êrîşa bi tankan dewam dikin. Helîkopter jî bênavber li ser taxên berxwedanê digerin.
Hat ragihandin, ku li taxên Fatîhpaşa û Hasirliyê, dema kepçeyên zirxî enqaza xaniyên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin hilweşandin radikirin, teqînekê rû da. Li ser kuştî û birîndarên piştî vê teqînê agahî nehat bidestxistin.
Ji saet 08:30 û vir ve dengê teqînan tê û êrîşên bi tank û topan dewam dikin.