Ji salên 90'ê heta îro: Dewlet qetil dike û dixe stûyê PKK'ê

Hikûmeta AKP'ê, hemû komkujiyên bi destê dewletê tên kirin, bi rêya medyaya xwe dixe stûyê PKK'ê. Nerazîbûneke din a li vê rewşê, ji Salîh Demîr ê di salên 1990'î de li Kurdistanê leşkerî dikir, hat.

Hikûmeta AKP'ê, hemû komkujiyên bi destê dewletê tên kirin, bi rêya medyaya xwe dixe stûyê PKK'ê. Nerazîbûneke din a li vê rewşê, ji Salîh Demîr ê di salên 1990'î de li Kurdistanê leşkerî dikir, hat. Demîr ê ku di sala 1993'an de li Qereqola Jendermeyan a Dêrxas a Mûşê leşkerî dikir, şahidî kir ku tîmên tevgera taybet gundê Altinova bi çi rengî şewitandin. Demîr ji ANF'ê re peyivî û got, "Çawa ku tîmên tevgera taybet, gundî kom kirin, gund şewitandin û ev sûc xistin stûyê PKK'ê, îro AKP heman rêbazî bi kar tîne."

'GUND ŞEWITANDIN Û XISTIN STÛYÊ PKK'Ê

Bersiveke din a li polîtîkayên reşkirinê û operasyonên xapandinê yên AKP bi rêya medya xwe li dijî tevgera Kurd dike, ji Salîh Demîr ê 44 salî hat, ku di salên 1990'î de li Kurdistanê leşkerî dikir. Demîr ku şahidî kir bê dewletê çawa komkujî dikir û sûc dixist stûyê PKK'ê, anî ziman ku heman operasyonên xapandinê îro bi destê AKP'ê tê kirin. Demîr ê ku di sala 1993'an de li Qereqola Jendermeyan a Dêrxas a Mûşê leşkerî dikir, ew rojên tirsnak bi vî rengî vegot: "Li qereqolê îxbar hat kirin, ku PKK'yî hatine gundê Vartînîs. Hingî fermandarê qereqola me Mûstafa Ûçar bû. Ûçar bi rêya telefonê bang li tîmên tevgera taybet kir. Serkêşê tîmên tevgera taybet jî hingî Serpel Bulent Karaoglû bû. Bi 30 tankan hatin qereqolê. Ji bo operasyonê ji Kayseriyê jî tîmên tevgera taybet anîbûn. Dûre dor li gundê Vartînîs girtin. 2 gerîlayên di hundirê malekê de kuştin. Gundî hemû kom kirin. Tîmên taybet hin gundî qetil kirin û bi dijwarî li hin gundiyên din wan. Paşê gund şewitandin û gotin; PKK'ê ev kiriye."

Demîr anî ziman ku qîrîna mirovan a di dema şewitandina gund de hînê di guhê wî de ye û gava xanî û kadîna gundiyan dihat şewitandin ew neçar mabû nobedê bigire. Demîr got, "Gund 2 rojan şewitî. Tevî ku min ev yek bi çavên xwe jî dît, me nekarîbû nerazîbûnekê jî nîşan bidin." Demîr diyar kir ku dema ew li alaya li navenda Mûşê vegeriyan, li qemyonek tijî cesed rast hatiye û got, "Min li hundirê qemyonê temaşe kir, dît ku ji şivan heta jinan sivîl dagirtî ne."

'HÎNÊ DILÊ MIN DIŞEWITE'

Demîr da xuyakirin ku îro li Cizîr, Farqîn, Nisêbînê heman rêbaz tê bikaranîn û dewlet hewl dide vê zilma xwe bixe stûyê PKK'ê û destnîşan kir ku ew êdî nikare li pêşberî derewên medyayê îdare bike, salên 1990'î careke din dikevin bîra wî. Demîr diyar kir ku ji ber nobed di dema şewitandina gund de digirt, hînê jî dilê wî dişewite, kabûsan dibîne û got, "Ez Kurd im, lê zarokên min nizanin bi zimanê xwe yê dayikê bi Kurdî bipeyivin. Çima nizanin? Ji ber zilma dewletê ya li Kurdan kiriye, nizanin. Gelekî pê diêşim."

Demîr da zanîn, ku di encama lêkolînek piştî bi salan de, li gundê hat şewitandin de di encama zextan de gelek kes bûne cerdevan, yên red kirine jî neçar mane koç bikin. Demîr destnîşan kir, ku niha jî li Kurdistanê dîsa mirin û koçberiya bi zorê tê ferzkirin. Demîr diyar kir, ku berevajî salên 1990'î divê di roja îro de gelên Tirkiyeyê destûrê nedin vê zilmê.