Ji rêxistinên sivîl di derbarê kesên hatin desteserkirin de daxuyanî

Ji rêxistinên sivîl di derbarê kesên hatin desteserkirin de daxuyanî

Baroya Amedê, Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û MAZLUMDER ya Amedê, ji bo kesên ku ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hate girtin, serbest werin berdan bangawazî li raya giştî û HPG'ê kirin.

Baroya Amedê, Şaxa ÎHD'ê û MAZLUMDER'e yên Amedê ji bo serokê AKPê yê navçeya Kulpa Amedê ku ji aliyê gêrîlayan ve hate girtin û kesên din yên hatin girtin serbest werin berdan civîna çapemeniyê li darxistin. Civîna çapemeniyê li salona semînerê ya Baroya Amedê pêk hat. Serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktar, Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî û Serokê MAZLUMDER'ê yê Amedê Prz. Abdurahman Ay tevlî daxûyaniyê bûn. Serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktar daxûyînî da û diyar kir ku, malbata serokê navçeya Qulpê ya AKP'ê cardin serî li me dane, ji bo wê wan xwestiye bi rêya çapemeniyê bangawazî bikin.

Aktar da zanîn ku kesên ku ji aliyê HPG'ê ve hatine girtin serbest werin berdan û wiha got: "Em bang li HPG'ê dikin ku serokê AKP'ê ya navçeya Qulpa Amed, polîs û kesên sivîl serbest werin berdan. Pêwîste şerê ku 30 sale tê meşandin bê sekinandin. Gereke dest bi diyalog û çareserkiran pêvajoyê bê kirin. Me tu çaran nevbeynî nekiriye nava ziman, ol û gelan de û em dengê gelane."

'EM NE LI PIŞTA KESEKÊ DIGRIN, NE JÎ LI PAŞ KESEKÊNE'

Aktar anî ziman ku li hemberî hatina Serokwerîz ya Amedê, Rêxistinên civaka sivîl daxuyaniyeke hevpar dabûn çapemeniyê. Aktar balkişand ser axaftinên Wezîrê Sewalkarî û Çandinêyê Mehdî Eker nerazibûna xwe dabû nîşandan û wiha gotibû "Metîna hatiye nivîsandin û xistine destên rêxistinên sivîl. Ev wan temsîl nake û ne fikrên gelê Amedêne". Aktar anî ziman ku wan bi xwe wê metînê nivîsandine û wiha dawî li axaftinê xwe anî: "Em ne li pişta kesekê digrin, ne jî li paş kesekêne."

Serokê ÎHD'a Amedê jî Racî Bîlîcî diyar kir ku, daxûyaniya Mehdî Eker pir xetere û wiha axivî: "Emê heyanî dawiyê li hemberî nêzîkatiyên bi vî rengî tekoşînê bidin."