Wezareta Dadê destûr da Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku der barê 103 parêzerên di doza bingehîn a "KCK'ê" de heyeta dadgehê protesto kirin û ji salona dadgehê derketin lêpirsînê veke.
Wezareta Dadê destûra da ku dozger der heqê 103 parêzerên Buroya Amedê yên di 3'yê tebaxa 2011'an de ji ber ku heyeta dadgehê tu daxwazên wan qebûl nekir salona dadgehê terkirin, lêpirsînê veke. 103 parêzer di doza bingehî ya "KCK'ê" ya ku 152 siyasetmedarên kurd tên darizandin parastina miwekîlên xwe dikin. Piştî parêzeran salon dadgehê terk kirin 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê derheqê parêzeran de serlêdana sûc li Serdozgeriya Komarê ya Amedê kiribû û ji bo destûrê serî li Wezareta Dadê dabû. Wezareta Dadê jî têkildarî mijarê de bersiva lêpirsînê bê meşandin da.