Ji polîsan li dijî rojnamevanên Kurd komploya 'e-peyaman'

Ji polîsan li dijî rojnamevanên Kurd komploya 'e-peyaman'

Polîsên rejîma AKP’ê navnîşanên e-peyam û şîfreyên rojnamevanên Kurd didin hackeran û dixwaze bi van pevnivîsên di postayên elektronîk de delîlan çêbike. Hat zanîn ku naveroka van daneyên tên amadekirin ji aliyê polîsan ve tên amadekirin.

Ev hewldanên polîsên Tirk bi lixwemikûrhatinên hackerek ku polîsan dixwestin ew bikin sîxûr aşkere bû. Kesê bi navê A.S. ji ANF’ê re axivî û got ku polîsan ji bo li hemberî rojnamevanên Kurd delîlên suc çêbikin, dane û diyalog ji wan re dişînin. A.S da diyarkirin ku polis ji wana dixwazin bikevin e-peyamên rojnamevanên Kurd û hin kesan û agahiyên wan û pevnivîsên wan bidizin.

A.S ê ku berê ji komputer û înternetê dest pê kir û piştre jî bi komên hacker re êrîş birin ser hin malperên ferm, di sala 2010 de tevî du hevalên xwe li Enqereyê hatin binçavkirin.

A.S û hevalên xwe dema li kafeyek a înternetê bûn, tevî du hevalên xwe ji aliyê polîsên sivîl ve tên biçavkirin û li wesayîtekê siwar dikin, piştre li şûna bibin Midûriyeta Emniyeta Polîsan, dibin Parka Ciwanan. A.S. got ku gava ew çûne wir, polîsên xwe weke “Hakanû Oktay” bi nav kirin, li parkê li benda me bûn. A.S da zanîn ku polîsan ji wan xwestine bibin sîxûr, ger bibin sîxûr dê serbest bên berdan.

EM Ê KAREK TAYBET BIDIN WE

A.S got ku wana hin malperên fermî hack kirine, polîsan jî vê yekê dizanîn û diyar kir ku polîsan vê yekê weke şantajekê li hemberî wan bi kar anîn.

A.S. wiha behsa teklîfa polîsan kir; “Ji me xwesti em bi wan re bixebitin û hin daxwazên wan pêk bînin. Ji me re gotin ku em ê navnîşanên e-peyam û şîfreyan bidin we, hûn ê bikevin hesabê van kesan û nivîsên wan ji me re bînin.”

‘LÎSTE NÎŞAN NEDAN’

A.S. diyar kir ku di destê polîsan de lîsteyek hebû û got; “Piştî ku min nexwest ez bi ya wan bikim, hewl dan lîste ji min veşêrin. Lê min hin navnîşanên e-peyaman dît, piraniya wan navên Kurdî bûn.”

A.S got ku polî her tim gef li wî dixwin û got; “Min got ez vî karî nakim, ger pêwîst be ez ê serî li dozgeriyê bidin û gilî bikim. Piştre gef li min xwarin û ez serbest berdam. Her du hevalên min ên ku min wan li ser înternetê nas kiribûn, li wir man.

NAVNÎŞANÊN E-PEYAM ÊN XEBATKARÊN ROJ TV

A.S ragihand ku ew piştî vê bûyerê dest ji kar berda û vegeriya mala xwe û got ku piştî ew ji Enqereyê veqetiya, jimara telefon û navnîşanên xwe yên înternetê guhert. A.S. got; “Piştî demekê, min xwe gihand hevalek ê xwe yê min li ser înternetê nas kiribû. Min pirsî ka teklîfa polîsan qebûl kirine an na. Gotin ku ew bi polîsan re dixebitin û gotin kesên di Roj Tv de dixebitin “terrorist” in. Li gorî ku min zanî, dane û diyalogên ji aliyê polîsan ve hatine amadekirin, dişînin e-peyam û IP’yan. “