Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand; “14’ê li hemberî xiyaneta duh di zîndanan de dihat spartin, qîrîneke mezin a mirovahiyê bû. Îro jî li hemberî mêtîngeriya Tirkperestiya Faşîst a Tirk a AKP’ê ya ku ji Tirkperestiya Faşîst a Spî ya 12’ê Îlonê wêdetir e, di serî de Rêber Apo, bexwedana bi rûmet a hevalên me didome” û banga beşdarbûna mitînga 14’ê Tîrmehê ya ku dê li Amedê bê lidarxistin kir.
PKK’ê di daxuyaniya di malpera xwe ya înternetê de weşande got; “Di sihemîn salvegera roja serkeftina vîna Apocî ya li hemberî wehşeta faşîsta mêtînger 14’Ê TÎRMEHÊ de, em Pêşengên Rojiya Mirinê ya Mezin Şehîd M. HAYRÎ DURMUŞ, KEMAL PÎR, AKÎF YILMAZ û ALÎ ÇÎÇEK bi bîr tînin û li hemberî berxwedana wan bejna xwe ditewinin.”
PKK’ê diyar kir ku mêtîgeriya faşîst a Tirkperestiya Spî pêvajoya vejînê ya gelê Kurd, Rêber Apo û PKK’ê ji bo xwe weke xeteriyekê dît û destnîşan kir ku ji bo siyaseta xwe ya înkar û îmhayê bi ser bixe, hema bêje careke din Kurdistanê bi derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yê dagir kir. PKK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk komkujiyan belavî gund û bajarokan kirin û Kurdistanê veguhetandin îşkencexaneyekê û got; “Bi deh hezaran mirov avêtin zîndanên ku kampên Naziyan tîne bîra mirov.”
JI BO TIŞTEK BI NAVÊ KURD Û KURDISTANÊ NEHÊLIN
PKK’ê got; “Ji bo çewisandina têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê, ji bo tiştek bi navê Kurd û Kurdistanê nehêlin, Zîndana bi Jimara 5 a Amedê weke herêma pîlot hilbijartin û her 24 saetên rojê îşkence lê hebû. Nêzî 1500 kadroyên PKK’ê, sempatîzanên wê û welatparêz di vê zîndanê de hatin bicihkirin û îşkenceyên li deveyê pîvanên mirovahiyê li wan hate kirin. Dest ji tirsa ji mirinê berdin, vê hovitiyê êdî mirovan kiribû mîna heskiriyên di nava bêrîrkirina mirinê de, bi vê hovitiyê rêya poşmantiyê nîşanî girtiyan didan, dixwestin xiyanetê bi wan bidin kirin; ji bo ku careke din ji tirsan êdî nekarin bêjin em Kurd û mirov in, vê îşksenceya sîstematîk pêk dianîn.
ZÎNDAN VEGUHERÎ AŞÊ RÊXISTINKIRINA MIROVAN
Li hemberî vê îşkenceya wehşet a ji bo girtî nasnameyên xwe yên mirovahî, neteweyî û siyasî înkar bikin, ji bo bibin Tirk û ji mirovahiyê dûr bikevin dihat kirin, tenê du rê hebûn: An dê tiştên tên spartin qebûl bikin û ji mirovahiyê dûr bikevin, an jî dê li ber xwe bidin û bihayê mirinê xwedî li nirx û nasnameya xwe xwedî derbikevin. Zîndan veguherî aşê rêxistinkirina mirovan. “
PKK’ê diyar kir ku li hemberî girtiyên di bin van êrîş û wehşetê de pêdiviyên sereke yên mirovahiyê jî weke jî weke çek dihatin bikaranîn û dadgeh jî veguherîbûn îşkencexaneyan û got; “ Di dadgehan de parastina siyasî dihat wateya mirinê.”
PKK’ê got; “Tam di van şert û mercan de Heval Mazlûm Dogan bi dirûşima “Teslimiyet Xiyanet e, Berxwedan Serkeftin e” di Newroza 1982’yê de çalakî pêk anî, bi vê çalakiya xwe derbeyek kujer li xiyanet û hevkariya keleha mêtîngeriya faşîst xist. Piştî du mehan bi çalakiya Çaran a di 17-18’ê gulanê de pêk hat, careke din nîşan da ku îradeya Apocî tu carî teslîm nabe. Dîkdatoriya leşkerî ya mêtîngeriya faşîst a ku bêdengiya mirinê li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê kiribû serdest, li hemberî derbeyên kujer ên ku xwar, xwest tevgera me tune bike û di şexsê kadroyên pêşeng de teslîm bigire. Yekemîn Berteka hevalên Kemal Pîr û Mehmet Hayrî Durmuşan bi awayê “Divêbû me pêşî bikiriba, divê em bimiriban” bû.
Di 14’ê Tîrmeha 1982’yê ku roja Doza Sereke ya PKK’ê bû, heval Mehmet Hayrî Dûrmûş bi biryardarî destpêkirina rojiya mirinê îlan kiribû. Hema piştî wê Stêrka Sor a Ciwanên Kurdistanê Alî Çîçek û ruhê nepenî yê Rêbertiya me şoreşgerê enternasyonalîst heval Kemal Pîr jî dest bi rojiya mirinê kirin. Bi giştî 6 hevalan dest bi rojiya mirinê kiribûn. Heval Hayrî got “Em bi ser ketin, bi 6 kesan bi ser ketin!”, li vir tişta dihat pîrozkirin ew bû ku komek mirov ên ku ji bilî dil û vîna wan tu çekên wan tune bûn, li hemberî dîkdatoriya faşîst a leşkerî ya mêtînger xwedî li nasname û rûmeta xwe derketin.”
Heval Hayrî gotibû “Divê ev qîrîna mirovahiyê neyê jibîrkirin”, heval Mazlûm gotibû; “Divê em dengê xwe bigihînin cîhanê”. Dilsoziya hevaltiyê ya Rêber Apo ferman dida ku ev wesayeta hevalan bi awayeke herî bi heybet bê pêkanîn. Pêngava 15’ê Tebaxê, ji bo Şehîdên Rojiya Mezin a Mirinê ya 14’ê Tîrmehê bersiva herî mezin bû. Îro jî gelê me li welatê xwe ji bo jiyanek bi rûmet û azad li ser piyan e.
14’ê li hemberî xiyaneta duh di zîndanan de dihat spartin, qîrîneke mezin a mirovahiyê bû. Îro jî li hemberî mêtîngeriya Tirkperestiya Faşîst a Tirk a AKP’ê ya ku ji Tirkperestiya Faşîst a Spî ya 12’ê Îlonê wêdetir e, di serî de Rêber Apo, bexwedana bi rûmet a hevalên me didome. Tevgera me ya azadî û gelê me yê berxwedêr deyndar e ku bersivekê hêja bide vê berxwedanê. Me bi 14’ê Tîrmehê hebûna xwe parast, îro jî divê bi helwdan û ruhek ê 15’yê Tebaxek nû ku berxwedanê bi azadiyê tacdar bike heye.”
ROJ ROJA GIYANÊ 15’Ê TEBAXÊ YE
Roj roja bi giyanê 15’ê Tebaxê sîstema zilmê ya li Îmraliyê bi erdê re bikin yek e û roja hevdîtina bi Rêber Apo re ye. Vîna ku xiyaneta di dema faşîzma 12’ê Îlonê de têk bir, îro bûye gel, êdî gihiştiye wê astê ku dê jiyana xwe ya azad û bi rûmet bi destên xwe ava bike. Pêngava şênber a vê yekê jî ew e ku di Yekemîn Salvegera Îlana Xweseriya Demokratîk de bi dirûşima “Azadiya Rêber Apo Azadiya Me ye” daketina qadan e; Ev yek dê ji bo noker, xiyanet û faşîzma AKP’ê bersiva herî baş be.
HESABÊ JI FAŞÎSMA AKP’Ê BIPIRSIN
Qîrîna 14’ê Tîrmehê ya di Zîndana Amedê de îro veguheriye rastiya gelekî bi milyonan bi dirûşima “Ji Rêber Apo re Azadî” dibeze qadan. Tacdarkirina vê rastiyê bi Azadiyê, li hemberî mirovahiyê bicihanîna peywira sereke ya gelên Tirkiyeyê û hemû Rojhilata Navîn e. Di demeke wiha de hemû gotin, helwest û nêzîkatiyên di warê neyînî de bandorê li biryardarî, wêrekîya gelê me bike, tê wateya xiyaneta li hemberî doza azadiyê.
Heval Kemal Pîr gotibû “Em bi qasî ku ji bo wê bimirin ji mirinê hez dikin!”. Ji bo em jiyaneke azad û bi rûmet a ku hevalên me canê xwe ji bo dane, ava bikin, em bang li hemû Kurdistanî û dostan dikin ku di 14’ê Tîrmehê de beşdarî Hevdîtina Mezin a Amedê bibin, azadiya Rêbertiya me pêk bînin û hesabê ji makîneya qirkirinên bi komel AKP’ya faşîst bipirsin.”