Parêzerê îtîrafkarê ber û cerdevanê bi navê Hamît Yildirim ku hefteya borî bi hinceta di kuştina nivîskarê Kurd Mûsa Anter de tetîk kişandiye, hatibû girtin, îtîraz kir.
Parêzerê Yildirim Bîlal Aktug, serî li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê da û îdîa kir ku kesê ku di navê wî di bûyerên tên qalkirin de ne miwekîlê min e. Parêzer Aktug îdîa kir ku miwekîlê wî tenê ji ber şibandina nav hatiye girtin û xwest serbest bê berdan.
Tê payîn ku dadgeh di 10 rojan de bersivek bide serlêdana parêzer.