Ji PAJK’ê bangawaziya ‘li ser xeta Zilan bên cem hev’

Ji PAJK’ê bangawaziya ‘li ser xeta Zilan bên cem hev’

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) mîlîtana PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ku 1996’an de li Dêrsîmê çalakiya fedayî pêk anî û jiyana xwe ji dest da di 17’emîn salvegera şehadeta wê peyamek weşand. PAJK’ê bang li hemû jinan kir ku hemû di xeta Zilan de bên cem hev û bi hevre têkoşîna xwe bilind bikin ku pergala serdest a mêr bişikînin.

PAJK’ê di peyama xwe de wiha got: “Di 30’ê hezîranê de şehîda me ya mezin Zîlan li dijî hêzên faşîzan û paşverû ji bo kul i hemberî komploya navnetewî ya li hemberî Rêber Apo bibe bersiv ev çalakî pêk aniye. Em di 17’emÎn salvegera wê de hemû şehîdên Kurdistanê bibîrtînin. Êrîşa li dijî Rêber Apo û nirxên me roj bi roj zêde bûye û didome. Rêberê, şehîdê me û gelê mey ê welatparêz bi berxwedanê xwe îmze avêtiye pêşveçûnên dîrokî. Tevgera me ya azadiyê, li erdnîgariya Kurdistanê ji bo ku ji nûve hêvî, bawerî û îdiaya azadiya vî gelê biafirîne û li hemberî asîmîlasyon, mêtîngerî û qirkirinê jî têkoşîna xwe bilind kiriye.”

PAJK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Heval Zilan bi çalakiya xwe ya mezin xeta me ya berxwedanê bi hemleyeke nû daye dest pêkirin. Heval zilan konseptea komployê ya îmha û teslîmgirtinê hêzên navnetewî ya li hemberî Rêberê Apo û Gelê me vala derxistiye. Xeta Zîlanê û felsefeya jiyanê înşa kiriye. Heval Zîlan ji rastiya Rêber Apo û felsefeya wî bi bandor bûye û bi çalakiya xwe îdelolojiya rizgariya jinan a tevgera azadiya jinê zelal kiriye. Bi pratîk û firk û ramana xwe girêdayîna xw eya ji bo Rêberê xwe, gel û tÊkoşîna jinê nîşan daye. Heval Zîlan sekna xwe ya zelal û radîkal ku li hemberî pergala kapîtalîst modernîte nîşan daye, din av atêkoşînê de jî li hemberî ferasetên ku xizmetê dide pergalê û ferasetên paşverû nîşan daye. Bûye sembola afrînerî û nû bûnê. Nîşanê her kesî daye ku jiyaneke azad ji her tiştî girîngtire. Zilan wateyeke nû li meha hezîranê barkiriye. Bûye pêşenga meşa fedayî ya ku Rêber Apo pêşve biriye. Ji bo Sema,Gulan û gelekên din jî bûye ronahî.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku xeta fedayî ya ku bi pêşengiya Zilan, Sema û Gulanê pêşve çûye, îro bi terza Zîlanê derbeyê li xwediyên zîhnityeta mêtînger dixe, li îxanetkaran û hevkaran dixe. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Herî dawî li Qeyseriyê hevalên Andok û Êrîş bi terz û ruhê Zîlanê çalakî pêk anîn. Ev çalakî jî wekê serhildana 30’ê hezîranê bû. ev çalakî li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo û konsepta êrîşê pêk hat. Yanî îfadeya berxwedana me ya ji paşerojê hatiye bû. nûnerên faşîzmê yên roja me AKP û desthilatdariya Gulenli hemberî têkoşîna me têk çûne û riyeke ji bo wan bimîne nemaye û ji ber vê jî êrîşên xwe li hebreî gelê kurd û tevgera azadiyê didomîne. Pêşa asîmîlsyon û komploya nû ya AKP’ê bê encam maye. Ev konsept bi berxwedana tevgera azadiyê, gelê kurd wêran bûye û ruyê AKP’ê yê rast derketiye holê.”

PAJK’ê da zanîn ku ligel hemû êrîşan, rastiya berxwedana gel ya ku rêberê me pêşvebiriye di her demê de lehengên xwe afirandiye û ev hêz berfirehtir bûye û wiha got: “Em wekî mîlîtanên azadiyê û gel xwedî hişmendî û îradeyeke mezin û me ev dîsa nîşan daye. Ev gel dizane tecrîd liser rêberê wan tê meşandin. Ji ber vê jî helwest û sekna xwe nîşan daye. Ji ber vê jî divê terz û tempoya ku tecrîdê bişikîne li qadan, girtîgehan û derve nîşan bide. AKP êdî her diçe paşve diçe û dê meşa bi rêxistibûnê ya bi îrade ya gelê kurd temaşe bike. Ji van du riyan wekê din tiştek nemaye. Rêberê me û tevgera azadiya me riya ku terciha yekemîn nîşan dida bi dehan carî da AKP’ê lê wê rast nenirxand. Berovajî ev derfet tune kirine.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hategotin: “Me wekî tevgera azadiya kurd dim eha mijdarê de ji bo azadiya rêberê hamleyek dabû dest pêkirin û hamleya me bi îdia û biryara Zilanê dê bê meşandin û îdiya me ji her demê zêdetire. Bi wesîleya 30’ê hezîranê bila hemû jin li ser xeta Zilan bên cem hev û têkoşîna xwe bilind bikin. Em mîlîtanên jin yên azadiya kurdistanê sozê didin Rêber Apo û şehîdên Kurdistanê ku em dê hêvî û utopyayên wan pêk bînin.”