Ji OYM’ê bo siyasetmedarê kurd 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê

Ji OYM’ê bo siyasetmedarê kurd 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê

Li Wanê Serokê DTP'a navçeya navendî ya hat girtin Bazî Bor bi îdîaya ku 'endamê rêxistinê ye' û 'propagandaya rêxistinê' kiriye 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ji bo Mesut Delenê ku ji heman dosyayê tê darizandin 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. 3 Kesên ku ji heman dosyayê tên darizandin jî bereet kirin.

Rûniştina doza Serokê DTP'a navçeya navendî ya hatî girtin Bazî Bor jî di nav de 5 kesên ku bi îdiaya 'mirovan tevlî PKK'ê dikin' 5'ê Tebaxa 2010'an hatin girtin li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Bor û parêzerên 5 girtiyan tevlî rûniştinê bûn. Di rûniştina ku nasname hatin tespîtkirin de Bor bi kurdî bersiva, 'Ez li vir im' da. Heyeta dadgehê destûra parastina kurdî nekir û ji bo kurdî peyva; "Kurdî hat xwendin, nehat fêmkirin" derbasî girtekan kir. Dozgerê Komarê Osman Ozdamar ji ber sûcdariya ji bo Bor tê gotin ceza jê re xwest.

Parêzerê Bor Taner Polat jî diyar kir ku beriya niha der heqê dosyayê de parastineke berfireh kirine û parastin dûbare kir. Polat diyar kir ku li ser cezakirin û girtinê tu delîl nîn in û tehliye û bereet xwest. Serokê dadgehê Behcet Aşilar jî pirsa gotina dawî li Bor kir. Bor jî bi kurdî tehliyeya xwe xwest. Heyeta dadgehê piştre navbereke kurd da û bi îdîaya ku "endamê rêxistinê ye" û "propagandaya rêxistinê kiriye" 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Bor birî. Ji bo Mesut Delenê ku ji heman dosyayê tê darizandin jî bi îdîaya ku "endamê rêxistinê ye" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî. Her wiha Ayhan Kaçak, Servet Aslan û mehmet Nasir Kaya jî bereet kirin.

Piştî ku biryar hat aşkerakirin Bor û malbata wî bi dirûşmeya, "Bijî Serok Apo" şermezar kirin. Polîs û leşkeran jî mûdaxaleyî malbata Bor kirin. Di dema mûdaxaleyê de Birayê Bazî Bor Nîmet Bor (40) birîndar bû. Bor rakirin nexweşxaneyê.