Ji okyanûsan ber bi çiyayên Kurdistanê ve

Ji okyanûsan ber bi çiyayên Kurdistanê ve

Welat Derya; Zarokê xerîbiyê yê Amedê. Li Antalyayê karê mobîlyayê dikir, di okyanûsan de deryager, li çiyayê Kurdistanê jî gerîla ye… Portereyê gerîlayek ji okyanûsan ber bi çiyayên Kurdistanê ve.

Malbata Welat bi awayeke aktîf di nava serhildana Şêx Seîd de cih girtiye, ji ber zextên dewleta Tirk neçar ma koçber metropolên Tirkiyeyê bibe. Li xerîbiyê tenê derdê malbata wan debara malbatê bû. Mezinên malbatê kengî dihatin cem hev, bi Kurdî diaxivîn û rojên berê bi bîr dianîn; para zarokan jî asîmlasyon û dûrketina ji nirxên neteweyî bûn. Lê pir kêm be jî Welat dizane ew Kurd e û hînî Kurdî dibe.

Ji ber ku bavê Welat di avadanî (înşeat) de dixebitî, li kû kar peyda dikir, malbat jî neçar dima biçe wê derê. Bi vî awaî ji Îskenderûnê çûn, Mêrsîn û piştre jî Antalyayê. Welat di zarokatiya xwe de bajar bi bajar digere, di ciwaniya xwe de jî metropolên Tirkiyeyê dijî. Welat destpêkê di atolyaya mobîlyayê de dest bi kar dike. Piştre jî dest bi xeyalên deryavanî û keştiyan dike. Ji bo pêkanîna vê xeyala xwe, ji malbata xwe re dibêje ku ew dixwaze di şîrketek a kirîn û firotina keştiyan de bixebite. Di 19 saliya xwe dest pê dike û piştre di şîrketên Ewropayê de dixebite.

8 SALÊN DERYAVANIYÊ

Welat 8 salên jiyana xwe di deryayan de derbas dike. Serboriyan dijî, sînoran derbas dike, ji welatan diçe welatan. Bi rêya deryayê diçe nêzî 40 welatan. Welat bi xêra vê yekê çandên welatên weke Erebîstana Siûd, Hindistan, Çîn, Japonya, Almanya, Vîetnam, Endonezya, Malezya û bi dehan welatên din nas dike. Bi xêra vê geşt û gera xwe fêrî Îngilîzî û Almanî jî dibe.

JI GENERALAN DIZANE GERÎLA HENE!

Di dema ku di şîrketek a tirkan de dixebite, generalek demokrat ê ku di dema derbeya 12’ê Îlonê de ji artêşê hat avêtin as dike. Welat diyar dike ku wî her tim bi vî generalî re sobet dikir û got; “Min wiha zanî PKK heye, li çiyayan gerîla hene.”

Piştre jî Welat dest bi bêrîkirina welatê xwe dike. Piştî di salên 90’an de navê Tevgera Azadiya Kurdistanê li cîhanê belav dibe û di çapemeniya cîhanê de belav dibe, ew jî êdî ji PKK’ê haydar dibe. Êdî PKK ji bo Welat jî dibe hêviyek nû.

JI DERYAYA XATIR XWEST

Ji bo neçe leşkeriyê, Welat dest ji şîrketa têde dixebitî berdide û dikeve ser rêya xwe ya nû. Welat piştre li Ewropayê bi cih dibe. Li bajarokek biçûk Almanyayê, dengê mûzîka Kurdî wî dikişîne xwe. Li wir xwediyê xwaringehê nas dike û dibêje; “Vê hevdîtinê ez anîm çiyayên Kurdistanê.

JI OKYANÛSAN BER BI ÇIYAYAN VE

Ev xwaringeha ku Welat diçûyê, PKK’yî jî dihatin wir. Bi vî awayî şoreşgerên Kurdistnaê nas dike. Piştre jî dest bi xebatên girseyê dike. Li vir PKK, gel, têkoşîna kurdan û pêşketinên li Bakûrê Kurdistanê ji nêzîk ve nas dike. Piştî xebatên du salan ên di nava girseyê de, ji têkoşîn û gerîlayan bandor dibe. Careke din dibe rêwî û dikeve ser rêyan. Vê carê jî ber bi Kurdistana ku şer lê hene ve ye. Welat, di sala 1996’ê de digihe çiyayên Kurdistanê.

Ji Rojhilat, heta Başûr, li gelek deverên Kurdistanê digerin. Çiya jî bi qasî deryayan bandor li Welat dikin. Welat diyar dike ku di demek zû de fêrî çiyayan bûye, ji ber ku taybetmendiyên çiya û deryayan dişibin hev hene. 16 sal in li çiyayên Kurdistanê ye. Welat Derya dibêje ku çiya bi şînatî û rengîniya xwe ve deryayan tîne bîra wî û dibêje:

“Evîna deryayê ne ewqas erzane mirov ji bîr bike. Şînahiya asîmana, rengîniya çiyayan, çem, robar û gol her tim deryayan tînin bîra min…”