Ji mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin nasnameya kesekî din eşkere bû
Ji 28 cenazeyên ji Cizîrê ji bo otopsiyê rakirin Rihayê, nasnameya yekî din jî tespît bû.
Ji 28 cenazeyên ji Cizîrê ji bo otopsiyê rakirin Rihayê, nasnameya yekî din jî tespît bû.
Ji 28 cenazeyên li navçeya Şirnex Cizîrê di êrîşên wehşî yên çekdarên AKP'ê de hatin qetilkirin, nasnameya yekî din tespît bû. Cenazeyê Ercan Bîşkîn ê li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê hat teşxîskirin.
Malbata ku cenaze teşxîs kir, wê bibe warê xwe Cizîra Botan.