Ji Mehmûd Osman li dijî Clinton nerazîbûna PKK’ê

Ji Mehmûd Osman li dijî Clinton nerazîbûna PKK’ê

Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Wezara Derve ya DYA’yê yên li hemberî PKK’ê li Enqereyê, da û diyar kir ku DAY bi vê yekê rê li ber pêkanîna terora dewletê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve vedike.

Parlementerê Kurd Dr. Mehmûd Osman, di daxuyaniya li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê weşan de nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Wezîra Derve Hillary Clinton ên li hemberî PKK’ê da.

Osman got; “Hillary Clinton piştî serdana xwe ya bo Tirkiyeyê û hevdîtin ligel Erdogan, ragihand: Siyaseta Ameîka li hember PKK’ê weke siyaseta Tirkiyeyê ye û divê rê neyê dayîn ku PKK li Sûriyiyê xwe cihgîr bike. Ev gotinek teze û bê mînak ya berpirsek mezin a Amerîka ye ji bo piştevanîkirina ji metirsiyên bê bingeh yên Enqereyê yên derheqê Kurdan û herwiha rê vekirine bo Tirkiyeyê bo terorên dewletî li her du aliyên sînor li dijî gelê Kurd, bi hinceta şer dijî PKK pêk bîne.

Ev helwesta Amerîka ya ku li ser bingeha rêzgirtin ji serbestî û demokrasî hatiye avakirin û xwe weke parêzerê mafê mirovan li ser asta cîhanê dibe?! ,cihê serşorî ye ji bo vî welatî.

Ev siyaseta Waşîngton, dewleta Tirkiyeyê zêdetir hay dide ji bo ku berdewam be li ser şerkirin dijî gelê Kurd hem li navxwe û hem li derveyî Tirkiyeyê, nemaze bi mifahwergirtin ji bêdengiya navnetewî!!

Pêwîst dikir ku Waşîngton zextan bixe ser Hukûmeta Enqereyê ku rêya diyalogê hilbijêre li hember Kurdan bo gihîştin bi çareseriya aştîxwaze û îtirafkirin bi hebûn û dxwazên berheq yên gelê me.”