Ji Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê biryarên nû

Ji Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê biryarên nû

Meclîs Gel a Rojavayê Kurdistanê Civîna duyemîn a Meclîsa Domdar pêk anî. Endamên meclîsê ku banga ‘’Em dest bidin hev û herêmên xwe yê xweser ava bikin’’ kirin, li dijî pirjiniyê biryara cezadanê standin.

Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê ku di çileya 2011’an de damezirî, Civîna duyemîn a Meclîsa Domdar pêk anî. Di civîna ku di 10ê Tebaxê de li Dirbêsiyê pêk hatî, 63 endamên Meclîsa Domdar ku ji gelek bajarên cuda yên Rojavayê Kurdistanê hatibûn, amade bûn. Endamên Meclîsê yên Heleb û Efrînê jî ji ber sedema pevçûnên pêk tên nekarîn beşdar bibin.

Di civîna ku tê de nîqaşên di derbarê Meclîsa Gel û asta rêxistinbûna komîteyên girêdayî wê hatin kirin, Peymana Hewlerê ku yekitiya hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê nîşan dike, bi awayekî fermî hate pesendkirin.

Li gel vê biryar hate standin ku Komîteya Parastina Sivîl a ku girêdayî Meclîsa Gel bû, bi navê ‘’asayîş’’ê wer birêxistinkirin û parastina kurdên Rojavayê Kurdistanê ji hêla wê ve pêk were.

Endamên Meclîsa Gel diyar kirin ew li dijî sepandinê pirjiniyê û nêzîkatiyên zayendî ne, ‘’li hemberî pirjiniyê biryara cezadanê standin. Û biryar hate standin ku ‘’kesên zewaca duyêmîn bikin wê endamtiya wan a Meclîse bi dawî bibe’’

Endamên Meclîsa Domdar daxwiyand ku xebatên pêşerojê wê bi şîara ‘’em dest bidin hev û herêmên xwe yên xweser ava bikin’’ bidome.

Piştî hilbijartinên ku di 16ê Çileya 2011an de hatibû kirin Rojavayê Kurdistanê cara yekê ye ku bû xweyî Meclîsa Gel. Piştî ku li gundê Til Cema ya girêdayî Dêrikê bi beşdariya 335 temsîlkaran Kongereya Damezirînê pêk hat bi demeke kin li tevahiya Rojavayê Kurdistanê komîte hatin ava kirin.

Komîteyên wekî Tenduristî, Rêxistinbûn, dad û lihevkirina Civakî, Bawerî, Aborî, Komîteya Ajovanên Kurd heya niha bi sedan pirsgirêk çareser kirin.