Meclîsa Gel a Herêma Efrînê li Efrîn û derdora li hemberî çandina madeyên narkotîkê dest bi kampanyayekê kir û bang li hemû gelê herêmê kir ku madeyên narkotîk ên hatine çandin bişewitînin.
Meclîsa Gel a Efrînê li hemberî karanîn û çandina madeyên narkotîkê dest bi hewldanan kir. Meclîsê bang li gelê herêmê kir ku agir berdin madeyên narkotîkê yên hatine çandin û nehêlin li herêmên êdî bêne çandiun.
Piştî bûyerên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dest pê kirin, pirsgirêkên aborî û bihabûna berhemên xwarinê jî zêde bûn. Vê yekê jî rê li ber bazirganiya narkotîkê li herêmê vekir.
Komîteya Çandiniyê ya Herêma Efrînê gelê herêmê li hemberî karanîn û bazirganiya madeyên narkotîkê hişyar kir û bang li gel kir ku madeyên narkotîkê yên li herêmê têne çandin bişewitînin û nehêlin êdî bê çandin.