Komîteya Piştevaniya bi Kurdên Suriyeyê re ya ku li Amedê hatiye avakirin, hefteya borî li paytexta Qahîreya Misirê bi komên muxalîf ya Suriyeyê re hatin cem hev û di civînê de komên muxalîf yên Suriyeyê rexne kirin. Di civînê de hate destnîşankirin ku komên muxalîf li bi zextên Tirkiyeyê gelê kurd wekî gel nabînin û ji ber ku welatiyên Suriyeyê behsa wan dikin jî rexne kirin. komîteyê îfadeyên wekî ‘ Tirkiye polîtîkaya xwe ya kurdan, dixwaze îhracê Suriyeya piştî Beşar Esad bike’ bi kar anîn.
Komîteya Piştevaniya bi Kurdên Suriyeyê re ku partiya Azadiyan û mafan a Amedê (HAKPAR), Partiya Demokrastiya Tevlibûn (KADEP), partiya Sosyalîzm û Azadiyê (OSP) Koma Diyalog a Dîcle Firat, Însiyatîfa Azadiyê, Komên Demokratên Şoreşger avakrine di navbera 2-3 tîrmehê de li paytexta Qahîre a Misirê tevli ciîna Komên Muxalefet yên Suriyeyê bûn û ji berk u di civînê de komên kurd wekî gel nehatin nasandin civîn terk kirin û rexne kirin.
Cigirê Serokê Giştî yê OSP’ê Azîz Mahmut Ak li serokatiya OSP’ê daxuyaniyek da çapmeniyê û wiha got : “ Meclisa Gel a Rojavahiyê Kurdistanê ya ku li Suriyeyê PYD piştgiriyê dide, Meclisa Netewî ya Kurd a Suriyeyê (ENSK) , Tevgera Pêşerojê ûYekîtiya Hêzên Demokrat tevli civîna li Qahîreyê bûn. Di vê cîvînê kurd ne wekî gel wekî welatiyên Suriyeyê hatin nasandin. Ji ber vê yekê behsa mafên demokratîk nehat kirin. Ji ber vê ji bilî Yekitiya Hêzên Demokratîk hemû komên kurd civîn protesto kir û terk kirin.”
Ak wiha berdewam kir: “Li ser zextên welatên wekî Qetar, Tirkiye û Siudî Erebîstanê û li dijî derketina aliyên şoven yên nava Konseya Netewî ya Suriyeyê, daxwazên rewşa yên ji netewbûna kurdên Suriyeyê pêk dihat nehat qebûlkirin û di encamnameyê de jî ev nehat dîtin. Turkiye li aliyê îlan dike û rejîma Baas ne rewa ye. Li aliyê din jî ji bo ku kurdên Suriyeyê ji ewlehiya hiqûqî bêpar bimînin piştgirî dide hewldanan. Dixwaze polîtîkaya xwe ya kurd îhracê Suriyeya piştî Esad bike.”
Berdevê Partiya Demokrat a Kurdên Suriyeyê Varoj Temo jî di axaftina xwe de diyar kir ku Kurdên Suriyeyê li dijî, avakirina herêma tampon ya Tirkiyeyê ne û wiha got: “Lê Kurdên Suriyeyê li aliyê ku NATO herêma Tampon ava bike ne.”