Ji Komîteya Baweriyan a KCK’ê peyama Cejna Remezanê

Ji Komîteya Baweriyan a KCK’ê peyama Cejna Remezanê

Komîteya Kêmar û Baweriya a KCK’ê bi wesîleya meha Remezanê peyamek weşand û di peyamê de wiha got: “Em vê cejnê di hawireke tundî, kaos û bêedaletiyê de derbas dikin. Em ji ber vê rewşê xemgîn in.” Komîteyên bang kir ku bila hemû kes ji gotinên nîjadperest û netewperest dûr bikevin.

Komîteya Kêmar û Baweriyan a KCK’Ê cejna alema îslamê pîroz kir û wih agot: “Meha Remezanê di civaka Îslamê de îbadeteke ku ji aşitî û edeleta di nava civakê de pêk were tê kirin. Di vê mehê de hemû xesarên nava salekî tên tamîrkirin û civak bi hemû aliyên xwe xwe ji bo demeke nû amade dikin. Civak bi fitir û zekata xwe hevsengiya edaletê ya ku di nava salekê de xera bûye ji holê radike. Ev hawira huzur, aştî û edeletê ku ji aliyê civakê ve hatiye tesîskirin jî wekê cejnê pîroz kirin. Di civakên îslamî de ev cejn tê wateya aramî, aştî û edaletê. Em vê cejnê di serî de li gelê xwe yên welatparêz û hemû Îslamê pîroz dikin.”

Di berdewamiya daxuyayaniyê de wiha hate gotin;: “Ev cejna ku ola Îslamê diyariyê vê civakê kiriye, mixabin îsal di nava tundî, kaos û bêedaletiye de tê pêşwazîkirin. Em ji ber vê gelek xemgîn in. Di serî de li Tikriyeyê û Suriyeyê her roj mirov dimirin. Beşeke mezin a civakê terkî birçûnê tên kirin. Ev pêkanîn hevsengiya civakê tar û mar dike. Em bi evqas pirsgirêkan ve dikevin cejnê. Ev yek nîşan dide ku dewletên herêmê çiqas ji Îslamê dûr ketine. Ev jî nîşan dide ku di hestiyarbûna Îslamê de çiqas qelsî çêbûye.

BERPIRSYARÊ KAOSÊ ERDOGAN E

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Hukûmeta AKP’ê bi polîtîkayên xwe yên qirêj, li ser kurdan, eleweiyan û kedkaran şîdetê pêk tîne. Bi polîtîkayên înkar û îmahê welat dikişîne nava kaosê. Li Tirkiyeyê ev kaos 10 sal e didome û ev jî nîşan dide ku tu eleqeya hukûmeta AKP’ê bi Îslamê tune. Hukûmeta AKP’ê bi belavkirina çend ton xurek hewl dide xwe bi civaka Misilmanan qezenc bike û niha xwîna ku li Suriyeyê dirêje jî bi çekên ku ew peyda dike pêk tê. Hukûmeta AKP’ê li Libnanê gelê Misilman bombebaran dike û ew hêzên navnetewî dawetê dagirkirina Suriyeyê dike. Ji ber vê jî berpirsyarê Kaosê Erdogan e.”

DIVÊ MISILMAN JI GOTINÊN NÎJADPEREST DÛR BIKEVE

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bi gelek pirsgirêk dikevin vê cejnê. Ev jî nîşaneya qeslbûna hestiyariya Îslamê ye. Ji bo ku em cejn di nava aramî, aştî û edaletê de bê pîrozkirin divê civaka misliman li hemberî hemû pirsgirêkan hestiyar be. Bi wesîleya vê cejnê gelê me vê şîdetê heq nake. Divê Misliman ji gotinên nîjadperest dûr bikeve. Em cejna Remezanê li hemû gelê xwe misliman pîroz dikin.