Ji Kerkûkê heta Reqayê rêwîtiya ji bo azadiya gelan

Şaklavan Kerkûkî ku sê salan pêşmergetiya YNK'ê kir dibêje, "Cudahiya herî mezin a navbera pêşmergetî û şervaniya YPG'ê ew e, di nava refên YPG'ê de hezkirina ji mirovan û dilsoziya hevrêtiyê gelekî xurt e."

Şervanê YPG'ê Şaklavan Kerkûkî du sal in li Rojavayê Kurdistanê şer dike. Kerkûkî, ku bi sê salan pêşmergetiya YNK'ê kir dibêje, "Cudahiya herî mezin a navbera pêşmergetî û şervaniya YPG'ê ew e, di nava refên YPG'ê de hezkirina ji mirovan û dilsoziya hevrêtiyê gelekî xurt e."

Şaklavan Kerkûkî di sala 1986'an de li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Yek ji ê keç, çar xwişk-bira ne. Malbata wî bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji ber dozeke xwînî ya li wê derê neçar mane koçî Başûrê Kurdistanê bikin. Kerkûkî dibêje, taybetmendiyên Kurdewariyê bi malbata wî re zêde ye û destnîşan dike, ku ji ber vê yekê jî hestên wan ên welatparêziyê xurt e.

Li Kerkûkê li beşa elektrîk-elektronîkê xwend, lê bêyî biqedîne dest bi pêşmergetiya YNK'ê kir. Di navbera salên 2011-2014'an de pêşmergetî kir. Kerkûkî dide zanîn ku bi dildarî tevlî pêşmergetiyê bû û sedema vê yekê rave dike: "Min nikarîbû xwe li êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê rabigirta. Ji min hebû ku weke pêşmerge ez ê karibimher tiştî ji bo Kurdistanê bikim."

Kerkûkî ku pê dihese, ev nêrînên wî rêya xilasiyê nîne, biryarê dide tevlî nava refên YPG'ê bibe. Piştî ku dest ji pêşmergetiyê ber dide, deh panzeh rojan bi malbata xwe re dimîne. Dûre berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Di Nîsana 2014'an de xwe digihîne Rojava. Li Rojavayê Kurdistanê, di destpêkê de tevlî pêngavên li Kantona Cizîrê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê dibe. Piştre jî beşdarî pêngavên Til Hemîs û Cezaa, paşê jî tevlî operasyonên Serêkaniyê dibe.

Di nava van hemû pêngav û operasyonan de daxwaza gihîştina hev a du kantonên li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj pê re mezin dibe. Kerkûkê bi vê daxwazê cihê xwe di nava pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de digire. Di dema rizgarkirina Til Ebyadê (Girê Spî) de amade ye. Piştî ku her du kanton gihîştin hev, tevlî pêngavên li herêmên ser bi Kantona Kobanê dibe. cihê xwe di nava pêngava rizgarkirina bajarokê Sirînê de digire. Ev deh meh in di nava tabûra Şehîd Jiyanda de bi erka xwe radibe. Kerkûkî tevî vê tabûrê niha cihê xwe di operasyona Reqayê de digire û ji bo azadiya gelên li Reqayê li eniyên herî pêş ên şer cih digire.

Kerkûkî, ku weke pêşmergeyê YNK'ê di şerê li Mexmûr û Daqûqê de cih girt, dide zanîn ku ew dema xwe ya berê timî dinirxîne û niha hîn bêhtir bi hêvî ye. Destnîşan dike ku şervaniya dildar û ya ji neçarî, gelekî ji hev cuda ne.

Destnîşan dike, ku ew gotinên şer û azadiyê niha bêhtir fêhm dike û çavkaniya herî xurt a hêzê jî têkiliyên însanan û hevrêtiyê dibîne. Şervaniya pêşmerge û şervaniya YPG'ê bi vî rengî rave dike. Cudahiya herî girîng a navbera şervaniya pêşmerge û şervaniya YPG'ê, hezkirina ji mirovan û dilsoziya hevrêtiyê ye. Şervaniya YPG'ê rûmetê dide mirovan. Hezkirina şerê ji bo mirovahiyê, xurtir dike. Weke pêşmergeyê YNK'ê min li Mexmûr û Daqûqê jî şer kir. Di dema şervaniya YPG'ê de pê hesiyam ku hevrêtî hesta herî girîng e ku hemû şervanan bi hev ve girê dide. Ji bo rizgarkirina hevaleke/î xwe yên birîndar an jî şehîd, bêyî dudiliyê yekser bi ser dijmin ve diçe. Lê belê di nava pêşmergetiyê de tiştekî weke rizgarkirina birîndar û şehîdan nîne. Sedema herî girîng a serketîbûna şervaniya YPG'ê jî ev hezkirin û dilsoziya hevrêtiyê ye, ku ev yek dibe sedem mirov hê bi biryar şer bikin. Hêza herî girîng a ku niha min li nava refên YPG'ê dide şerkirin, ev hezkirina hevrêtiyê ye."

Jiyana li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir niha li ser rêya Reqayê bi gavên girîng dewam dike. Hezkirina ji mirovan a bi hestên Kurdistanî dest pê kir, niha mezintir bûye. Şaklavan Kerkûkî bi vî rengî sedema tevlîbûna xwe ya li pêngava Reqayê rave dike. Dide zanîn ku bi hezkirina ji mirovan a li nava şervaniya YPG'ê re ew hê bêhtir bi êşa gelên kurd, Ereb, Tirkmen, Ermenî, Suryanî yên li Reqayê zilmê dibînin, dihese. Destnîşan dike ku ew kêfxweş e ji ber ku di operasyona Reqayê de cih digire.

Tevî ku li refên herî pêş ên operasyona Reqayê zarokên ji Reqayê cih digirin jî, coş û kelecana Kerkûkî ji ya wan ne kêmtir e. Daxwaza xwegihandina xaka azad a zarokên Reqayê, bi wî re jî di heman astê de heye. Di dawiya axaftina xwe de ji hemû hevrêyên xwe re serketinê dixwaze.

...