Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, ew bi xemgînî pê hesiyan e ku bavê şehîd welatparêzê hêja Mam Resûl jiyana xwe ji dest daye û ji malbata wî, gelê Mexmûrê, gelê Botanê û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
KCK'ê da xuyakirin, Mam Resûl yek ji welatparêzên destpêkê yê ku li Botanê xwedî li têkoşînê derketiye û got, "Bi sekna xwe ya welatparêzî bû moral ji gerîla û gel re. Li pêşberî êrîşên giran ên diminên mêtînger qirker ti carî serî netewand, di nava şert û mercên herî giran de, cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Mêtîngeran dema gundên Botanê xera kirin, şewitandin û xwestin gel teslîm bigirin, Mam Resûl bi sekna xwe ya serbilindî bû mînak ji gel re. Piştî ku gundên Botanê hatin xerakirin, şewitandin û êdî jiyana li gundan nepêkan bû, ji bo têkoşîna xwe bidomîne derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Dil û mejiyê wî li Botanê ma be jî, têkoşîna xwe heta nefesa xwe ya dawî meşand"
Peymana Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Mam Resûl, çar pênc zarokên xwe tevlî nava refên Tevgera Azadiyê kir û wê her tim weke yek ji malbatên mînak, bi rêzdarî bê bîranîn. Gel û ciwanên Botanê, wê li ser şopa pêşiyên xwe yên emrê wan bi agirê azadiyê derbas bû, têkoşîna azadiyê bi ser bixînin. Wê bikin ku welatparêzên heta dawiya emrê xwe bi hesreta Kurdistana azad jiyan, li gora xwe xweş razên.
Gel û ciwanên Botanê ku bi welatparêzî û lehengiya xwe mînak in, çawa ku di salên 1990'î de li dijî êrîşên giran têkoşîn geş kirin, wê li dijî êrîşên giran ên sala 2016'an jî têkoşînê mezin bikin û hesreta hemû şehîdan û welatparêza a Kurdistana azad pêk bînin. Bila şehîdên me xweş razên. Welatparêzên me yên mîna Mam Resûl heta dawiya emrê xwe di nava têkoşîna me de cih girt, bila xweş razên. Ruhê azadiyê yê Botanê wê bi ser bikeve û Kurdistan ê azad bibe."