Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji malbata Canîp Yildirim û gelê Kurd re sersaxî xwest. Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hat gotin: “Canîp Yildirim ê çinara Kurdan, welatparêzekî Kurd ê bi nirx, rewşenbîr, siyasetmedar û emrê xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd xerc kiriye, me apê gelê xwe Canîp winda kir. Em ji malbata wî û tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soz didinê ku em ê têkoşîna wan a ji salên 1950’î di nav de ne, bi Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk tacîdar bikin.”
KCK’ê got, “Canîp Yildirim 30 salên dawiya temenê xwe, wek pêvajoya herî bextewar a jiyana xwe jiyaye” û wiha berdewam kir:
“Têkoşîna gerîlayên jin û xortên Kurdan jê re bibû çavkaniya herî bingehîn a moralê. Di şexsê gerîlayên li çar parçeyê Kurdistanê têkoşîna azadiyê didin de, pêşeroja azad a gelê Kurd dîtibû. Apê gelê Kurd Canîp wek pîrên Kurd, dawiya temenê xwe bi moral derbas kir. Ne tenê gerîlayên ku şervantiya azadiyê dikin wan bi moral dikin, heman demê ew jî ji têkoşîna azadiyê re bûne hêza moralê. Îro hêza morala têkoşîna azadiya Kurd a herî bingehîn, dayikên me, bavên me û tevahî pîrên me ne. Têkoşîna azadiya Kurd bi piştgiriya wan a morala bilind ve mezin dibe û pêş dikeve.
Canîp Yildirim, wek rewşenbîrê Kurd û hafizaya dema nêz a têkoşîna azadiya gelê Kurd jî hêzêk mezin daye têkoşîna azadiya Kurd. Bê çi bi Kurdan dide windakirin an jî çi Kurdan bi ser dixe, herî baş wan dîtiye. Ji ber vê jî salên dawiya temenê xwe wek roniya çavên xwe ji bo parastina têkoşîna azadiya Kurd xerc kiriye. Wek tevahî siyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzên pîr, girîngiya yekîtiya neteweyî destnîşan kirine. Ji ber ku êşa nebûna yekîtiya neteweyî di paşerojê de gelekî hîs kirine, herî zêde jî pêkhatina yekîtiya neteweyî nifşên wan xwestine, her dema ku yekîtiya neteweyî ket rojevê jî kelecanek mezin hîs kirine.
Bextewariya herî mezin a dostê me yê bi nirx Canîp Yildirim jî pêşketina têkoşînê li her çar parçeyê Kurdistanê ye. Bi taybet jî şahidiya wî ya Berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava tevahî jiyana wî bi wate kiriye. Ji 1950’î ve ji bo gelê Kurd di nav têkoşîna azadiyê de cih girtin bê ka çiqas bi wateye careke din jî dîtiye.”
‘JIYANA CANÎP YILDIRIM ŞAHIDÊ TÊKOŞÎNA ME YA AZADIYÊ YE’
KCK’ê diyar kir ku jiyana Canîp Yildirim heman demê de şahidê têkoşîna azadiya destanî ya bi dehan salan berdewam dike ye û wiha domand: “Herî baş wî ditiye û nirx daye ku ev têkoşîna mezin bi berdêlên giran ên fedaî dimeşe. Canîp Yildirim bi bawer e ku wê van berdêlên hatine dayin bi Kurdistanek azad bê tacîdarkirin. Îro têkoşîna li her çar parçeyê Kurdistanê dimeşe, serketina jiyana azad û demokratîk nêz kiriye. Bersivdayina hesreta Canîp Yildirim û tevahî mirovên me yên temenê xwe di nav têkoşîna azadiya Kurdistanê de derbas kiriye, tenê bi mezinkirina têkoşînê pêk tê. Ji bo avakirina Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk ku hesreta Canîp Yildirim û tevahî mirovên me yên ji bo azadiyê jiyana xwe dane ye, em banga bilindkirina têkoşînê dikin.”