Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê nerazîbûn nîşanî qedexekirina mitînga ku dê di 14’ê Tîrmehê de li Amedê bê lidarxistin da û got; “Di serî de ciwanên me, jinên me û hemû saziyên demokratîk; ji bo Mitînga 14’ê Tîrmehê li navenda Amedê bi heybet û li gorî armanca xwe pêk bê, tişta dikeve ser milên xwe pêk bînin, ji bo serkeftina berxwedana demokratîk beşdarî û hewldanên pêwîst pêk bînin.”
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya da de bal kişand ser girîngiya 14’ê Tîrmehê di dîroka têkoşîna azadiya Kurdan de û got; “Di dîroka civakan de her tim cihê rêberan diyarker bûye. Di dîroka civaka Kurdan de jî rêberan bi rolên xwe ve mohra xwe li dîrokê dane. Kesayetên ji bo civaka Kurdan rêbertî kirin, di dîroka Komara Tirkiyeyê de hatin dardekirin an jî bi awayeke din hatin kuştin. Heta niha gorrên wana jî nayên zanîn û xwestine vana ji hiş û bîra gelê Kurd bibin. Gelê Kurd di her şert û mercan de li ber xwe dane, gihiştine roja îro, hesabê ji polîtîkayên komkuj dipirsin, vîna wan a neteweyî tê naskirin û ji bo çareseriyeke mayînde hewl didin. Bê guman di gihiştina gelê Kurd a vê rewşê de yê ku xwedî keda herî mezin rêberê gelê Kurd û serhildana dawî ya hemdem Rêber Apo ye.
Di şert û mercên roja me ya îro de heta Rêberê Gelê Kurd azad nebe, pêşketina pêvajoya aşitiyê û pêkhatina lihevkirineke civakî ne mimkun e. Ji ber wê jî her kesên alîgirên aşitiyek bi rûmet, biratiya gelan dixwazin û çareseriyeke mayînde ya demokratîk dixwazin, daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Ev di warê wijdanî û exlaqî de jî daxwaz û helwestek heta dawiyê di cihê xwe de ye”
KCK’ê got; “Siyaseta Kurd, ji bo pêşketina çareseriyeke aşitiyane û demokratîk, ev demeke amadekariya mitîngek girseyî ku azadiya Rêber Apo dike rojev, dike. Di têkoşîna azadiya gelê me de cihek girîng ê 14’ê Tîrmehê heye, ev dîrok di heman demê de yekemîn salvegera Xweseriya Demokratîk e, ji ber vê jî mitîngeke wiha di gelek aliyan de pir girîng e û ji bo afirandina bingehek ji bo çareseriya siyasî jî pêngaveke girîng e.”
KCK’ê bal kişand ser qedexekirina mitîngê û got; “Lê dewleta AKP’ê ya ku hîna jî dest ji stratejiya xwe ya ji bo bêîradekirin û teslîmgirtina gelê Kurd bernedaye, ji hêza guhertinê ya gelê Kurd ditirse, vîna gel nas nake, mitînga 14’ê Tîrmehê qedexe kir. Bi vê yekê careke din rûyê xwe yê rast nîşan daye.” KCK’ê bal kişand ser zêhniyeta qedexekar û hewldana rêbaza tundiyê ya AKP’ê yên li hemberî gelê Kurd û got; “Hewlanên ji bo tengkirina qada têkoşîna siyasî ya gelê Kurd û qedexekirina siyasetê, weke duh, îro jî û tu carê jî dê tu encamekê bi dest nexe.”
KCK’ê di berdewama daxuyaniyê de got; “Kesên ku behsa pêşxistina çareseriya siyasî ya ji aliyê AKP’ê ve dikin careke din vê yekê baş bizanin ku dewleta AKP’ê naxwaze qadeke siyaseta demokratîk û têkoşînê ji gelê Kurd re bihêle. Ev zîhniyeta dixwaze gerîlayan tune bike, dixwaze li çiyê û li deştan her derê li ber gelê Kurd bigire û bi vî awayî gelê Kurd teslîm bigire. Ji ber vê jî ji bo pêşketina aşitî û çareseriyeke siyasî divê beriya her tiştê mêtîngeriya Tirk dest ji vê zîhniyetê berde. Ji bo pêkhatina vê yekê divê hemû gelê Kurd û hemû hêzên aşitîxwaz bi vîneke bilind vê têkoşînê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, li hemberî biryara qedexekirinê gavan paş de neavêjin û bi ruhê 14’ê Tîrmehê bi biryardarî mitînga 14’ê Tîrmehê pêk bînin û ev helwesta berxwedêr ya siyaseta Kurdan pir girîng û xwedî nirx e.
Di serî de ciwanên me, jinên me û hemû saziyên demokratîk; ji bo Mitînga 14’ê Tîrmehê li navenda Amedê bi heybet û li gorî armanca xwe pêk bê, tişta dikeve ser milên xwe pêk bînin, ji bo serkeftina berxwedana demokratîk beşdarî û hewldanên pêwîst pêk bînin. Ji bo her Kurdek welatparêz û demokratîk beşdarbûna “Mitînga ji bo Aşitiyê ji Ocalan re Azadî” xwedîderketina li nirxên xwe, nirxên xwe yên azadiyê, keda gelê me yê berxwedêr û vîna xwe ye. Li ser vî esadî em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostan dikin ku beşdarî mitînga 14’ê Tîrmehê bibin.”